Ez Çermesorikim û Tênagîhim
Koma Serokên Qebîleyan

Ez Çermesorikim û Tênagîhim

Ewrê Sor dibêje: “Mêrkê Sipî gelek sozan da me, bi qasî ku nayê bîra min gelek, lê li ser ti sozên xwe nesenîn, xêncî yekî: Gotin `emê erdê we ji we bistînîn` û sitandin.”  

Krîstof Kolomb ku çav bi Çermesorikan dikeve, di derheqa wan de ji Şahbanûya Spanyayê re wiha dinivîse:

“Ez li ber Majeste sond dixwim ku li ser rûyê erdê ti miletek ji van baştir tune ye. Wekî xwe ji cînarên xwe hez dikin, xeberdana wan gelek şirîn û kubar e, gava xeber didin tim dikenin.”

Piştî ku van hevokên jorê dinvîse, paşê, hankava yên jêrê lê zêde dike:

“Em dikarin bi pêncî mêrî wan têxin bin nîrê xwe û her karê xwe bi wan bidin kirin.” [1]

Gelekên ji me Ehlîyên Amerîqayê bi fîlmên Hollywood yan jî bi xêzeromanan ve wek “çermesorik” naskir û ji wan hezkir. Me di çîroka gelekî ku ketîye kêmjimarîyê de xwe didît. Em diketine kelecana berxwedana serbilind ya Apaçîyê dawî Geronîmo ku li hember Mêrkê Sipî têdikoşî.

Li hember binavkirina “Red Skîn (Çermesorik)”  berteka gelê ehlî heye. Red Skîn, ji ber ku tenê bal dikşîne ser rengê çerm, îfadeyek wek nîjastperestî tê qebûl kirin. Di heman demê de ev têgeh, ji bo ku gelek serpêhatîyên trajîk yên ji dîrokê ji bîr tîne, binavkirinek biproblem e. Piştî salên 1960`îyan tevgerên modern yên ehlîyan destpêdike û gotina “Amerîcan Natîve (Amerîkanê Ehlî)” belav dibe. Bi vê re vegotina “Îndîgenous” jî heye ku ji salên 2002`an vir de di Neteweyên Yekbûyî de bikartê. Lê belê ehlîyên Amerîkayê, ji ber ku wek navek hevpar yên tim qebîleyan tîne ziman, vegotina “Amerîcan Indîan” qebûl dikin û bikartînin.

Bi rastî, gava behsa ehlîyên Amerîkayê dibe tenê miletek û nijadek tê aqila. Lê tenê di Amerîkaya Bakûr de 567 miletên cûda û ji 100`î zêdetir ziman hene. Di sala 1492`an de nifûsa Amerîkayê Bakûr sedî sed bi ehlîyan ve pêk hatibû lê îro hejmera ehlîyan tenê sedî 2`a  de ye. Îro ji 50 eyaletên Amerîkayê di 14 heban de nifûsê ehlîyan ji 100 hezarî zêdetir e. Ev eyaletan, California, Oklahoma, Arizona, Texas, New Mexico, Washington, New York, North Carolina, Florida, Alaska, Michigan, Oregon, Colorado û Minnesota ne. Ji van eyaletan Alaska, bi sedî 20`an ve xwedîyê para herî bilind ya ehlîyan e. Baş e, lê kûda çûn ewqas “ehlî” ?

Parzemîna Amerîkayê, berîya 12 Cotmeh a 1492`an ku dîroka hatina Krîstof Kolomp e, welatek ku însanên xwedîyê şarîstanîyek mezin, ji xwezayê hezkirî, nenasê çek û şer, nenasê kuştin û lêdanan tê de dijîyan bû. Mebestek tenê ya Kolomb hebû, ew jî destbixistina madenên ku li Avrûpa`yê tune bûn û dewlemendbûn. Li hember vê azwerî û çavsorîyê ji bo ehlîyan êdî jîyanek xedar û şerê azadîyê destpêdike. Her wiha qirkirina Çermesorikan jî…

Gelek pêker û sedem di qirkirinê de ber bi çav e. Tiştê yekem ku bi demên dirêj bûye sedema qira Ehlîyan mîkrobên ku Avrûpayîyan ji Dunyaya Kevn yên xwe anîbûne ye.

Sedemek din jî koçberên Avrûpayîya ne ku bi zorê şandine erdên ku xerîbê demsalên wê bûne. Ji ber van koçan, bûn cînarê qebîleyên ehlîyan ku bi sedsalan di parzemîna mezin de ji hev dûr û bêtêkilî jîyabûn. Ev jî dibe sedema şerê bêdawî yên qebîleyan.

Sedemek din ê ku nifûsê ehlîyan kêm dike zewacên jinên ehlî yên bi mêrkê sipî re ne. Û wek tê zanîn yek jî şîdeta dewletê ye ku li ser wan pêkhatîye.  

Lê xêncî van sedema herî mezin û girîng jenosîda li ser wan e. Bûyara ku wek Jenosîda Çermesorikan ketîya dîrokê di sala 1492`an de kewimîye û bi qasî 500 salî domandîye. Jenosîda li ser ehlîyan bi zanetî û bi awayên cûrbecûr pêk hatîye. Jixwe gotina “Çermesorikê herî baş Çermesorikê mirî ye” ya General Phîlîp Henry Sherîdan ê YDA`ê gelek tişta dibêje ye.

Piştî sedsalan, serokê Ofîsa Karên Çermesorikan ê YDA`ê ji ber komkujîya Avrûpayîyan ji ehlîyan lêborîn xwestîye.

Di Amerîkayê îroyîn de sedî 90 nifûsê ehlîyan li rojavaya Çemê Mîssîssîppî de dijîn. Sedema vî ya herî gîrîng Zagona Tehcîr ya Çermesorikan e (Îndîan Remolvan Act)  ku di sala 1830`an de derketîye. Bi vî zagonê ve bi qasî 100 hezar ehlîyên ku li eyaletên  devçemê Atlatîk de cîwar bibûn bi darê zorê ajotine heremên hundurên welat.

Di sala 1851`an de parçeyên erdên ku ji îdareya ehlîyan re hîştine cûda bûn. Ev heremên ku jê re dibên “Indian Reservation” hê hene û ji îdareyên eyaletan serbixwe ne, raste rast bi Daîreya Çermesorikan ya Wezareta Hundurîn ê Hikûmeta Federal (Indian Affairs) ve girêdayîne. Di van herema de  nasname, dayîna ehlîyetan, komkirina bacê û karên din yên wek van bi destê rêvebirîyên qebîleyan e. Îro 325 heb `Indîan Reservatîon` hene ku ji alî Hikûmeta Federal yê YDA`ê bi fermî hatine naskirin. Lê yên ku bi tenê ji alîyên rêvebirîyên eyaletan ve hatine naskirin jî lêbe ev hejmer hilpasî 618`an dibe. 

Belê, em dikarin hinek jî li ser navê qebîleyan bisenin. Perwerdekar Erîzan O.Ada dide zanîn ku gelek navên ku me bi ehlîyên parzemîn re wekhev kirîye yan ji alîyê Dunyayîyên Kevnar yan jî ji alîyên dujmin ve li wan kirine. Ji van navan gelek di zimanê ehlîyan de tên wateyên riswayî û ji bo piçûkxistinê bikarhatine.

Wekmînak, gava ku “çermesorik” tê gotin, ewil Apaçî tên hişê meriv ku navê xwe yên rastî “Qebîleya Dîne” ye. “Dîne” di zimanê xwe de gelê me ye. Ewên ku navê Apaçî li wan kirine Qebîleya Zûnî ye ku dujminê wan in. Jixwe di zimanê Zûnî de, wateya Apaçî “dujmin” e. Dîsa navê Qebîleya Navajo, qebîleya dujminê wan Pueblo`yan li wan kirine. Di zimanê wan de navajo, wek diz, dagirkerê milka tê zanîn. Em Lakota`yên ku li Dakota`yê cîwarên wek “Sîyû” bibîrtînin. Wateya `lokata` gelê me ye ya `sîyû` jî mer e û Fransîyan li wan kirine. Dîsa Eskîmo yên ehlîyên Alaskayê ne xwe wek Înûît binav dikin. Wateya vê navê gelê me ye. Heçîya navê Eskîmo ye tê wateya “yê goştê xav dixwe” ye ku Cree`yîyên dujminê wan evî navî li wan kirine.

Em dikarin bêjin ku bandora Çermesorikan li ser topografya ya Amerîyayê jî gelek e. Mesela ji 50 eyaletên welat navê 26 ji wan ji zimanê qebîleyên Çermesorikan tên. Wekmînak, Texas di zimanê Caddo de “heval” e. Wek vê, Ohîo di zimanê Seneca de tê wateya “çemê rind”, Mîchîgan di zimanê Ottowa de “ava mezin”, Mîssîssîppî di zimanê Algonqûîan de “Çemê Mezin” û Massachûsetts dîsa di zimanê Algonqûîan”yan de tê wateya “kêleka girê mezin”.

Xêncî van navên wek Malîbû, “dengê bêbinî yên pela”, Manhattan, “girava pirgirî”, Mîamî, “jêra çem” û Chîcago, “zevîya pîvazê kovî” navên gelek bajêr, çem û çîya ji zimanên ehlîyên Amerîkayê tên.

Dîsa dewletên berfireh yên wek Maya, Înka, Aztek ava kirine û medenîyetên xwe afirandine. Ehlîyên Amerîkayê bi cinet, cehennem û bi Yezdan bawer nînin. Bi wan li Dunyayê “hêz” serdest e. Ev hêz xwe di hemû zindîyan de nîşan dide. Ku baş bikarbê, başî jê tê, ku nebaş bikarbê, xirabî jê tê. Ji bo ku baş û qenc bijîn divê însan xwe bigihînin vê hêzê. Ehlîyan, pirtûk û nivîs bikarneanîne, di çand û edetên wan de zanetî û zanîn bi gotin dewr dibe.

Bi polîtîkayên zanîstî ku bi salan domandîye, ehlîyên Amerîkayê hîm kirin ku ji xwe û ji çandên xwe bikehrixin  û jê dûr kevin. Lê ewan hê bi ehlîbûna xwe serbilind in û dewama jîrî û jîndarîya çanda xwe dikin.

Ehlîyên Amerîkayê pirtûkan dinvîsin, çîrokan dibêjin, weneyan, hêykelan çêdikin, dîrokê ji nû ve dinirxînin û êdî ji Dunyayê re alîyê din yê çîrokê dibêjin.

Gotinek ehlî heye, dibê:

“Yê ku xirabîyê dibîne û ji bo bide sekinandinê destê xwe dirêj nekiribe, wek yê dike sucdar e”

Serok Saettle

Lê di dawîya vê nivîsê de em Serok Seattle ji bîr neynin nabe. Wekî ku di nameya xwe ya bi nav û deng de ku ji Serokê Amerîkayê Franklîn Pîerce re nivîsîye de gotîye:

“Em tênagîhane edaleta Xwedayê ku hêz daye Mêrkê Sipî şandîye van deran û Çermesorik xistîye binê nîr. Weke kuştina bûffaloyan, şewata daristanan û qirêjkirina erdan ku em tênegîhane.” [2]

Heykela Serok Saettle Bajarê Seattle li Eyalete washinton
  • [1] Dee Brown – Dilê Min Li Welatê Min Çal Bikin
  • [2] Nameya Serok Seattle ji Serokê Amerîkayê Franklîn Pîerce re (1854)
Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar