Seregola Intabê

Fenomenê Govenda Sofî Omer
Ji ber ku ji nexweşîya şêrpencê malîya xwe winda kiribû Sofî Omer dev ji govenda berdabû. Lê li ser xwestek û daxwaza gele heremê Sofî dîsa zivirîye govdenda.
Sofî Omer 70 salîye û ji Şemzînanê ye. Ji 20 salîya xwe virda di dewata de govend digerîne. Bi cil û bergên xwe yên heremî diçe dewata dibe sergovendê govenda. Sofî Omer him bi cil û bergên xwe him jî bi tewr û tarzên xwe ve bal dilşine û her wiha dibe fenomene medyaya civakî jî.
Sala par stranbêjê bi nav û deng ya cîhanê Justin Bieber li ser rûpela xwe yê İnsatagramê cîh daye vîdeoya govendê ya Sofi Omer. Li ser parvekirina Justin Bieber, navûdengê Sofî ji heremê derketîye gihîştîye hemû welat û cîhanê. Her wiha Sofî Omer dibe dewatvanê sereke yên dewata.
Sofî Omer xwedîyê 10 zaroka ne. Sala par ji ber nexweşîya şêrpencîyê hevjîna xwe winda dike û dev ji dewat û govenda berdide. Piştî waxtek li ser xwestek û daxwaza gele heremê Sofî dîsa dizvire govdenda.
Sergovendî û tevgerîyên reqs û govendên Sofi bala stranbêj Justin Bieberê Kanadayî dikşîne û Sofî bi şopgerên xwe dida nasîn. 254 mîlyon şopgerên Justin Bieber bi vê awayîyê li ser çîroka rûpelê de îmkana temaşekirina videoya Sofi Omer dibinin û gelek diecibînin. Sofî Omer bi peyamek xwe yê medyayî ve spasîyên xwe pêşkeşî Justin Bieber kirîye.
Vê axirîyê stranbêjê Şemzînanî Bekirxan Bêgalteyî Herkî jî di klîba strana xwe ya herî dawî “Buhara Şemzîna” de cih daye Sofî Omer.