Seregola Intabê

Gîhadirûn
İntab baskê başûr ya Agirî’yê ye. Seregol deşta herî bi bereket ya İntabê ye. Mîrze gundekî di navenda zikê Seregolê ye. Qehremanê mijara me yê vê nivîsê jî Hesoyê Şerê ye û Heso xelqê Mîrze ye.
Hesoyê Şerê, her roj destê sibê, tirpana xwe dida ser milê xwe ji gund derdiket. Diçû dikete sînora, gîhayê sînora didrût. Sînorên zevîya, yên mêrga, hema bêje bes ku sînor be, çi der, kê der hebûya diçinî.
Wan çaxa gîhadirûn ti wek îro bû? Tirpankêş xwe didan ber hev, gelek cara serhonazan rêzan çêdikirin, didan pey hev, her yek wan wek şêrekî, mêrgan didan ber xwe û qira gîhê dianîn. Carna kilam digotên, tempo digirtin, li hev vedigerandin, gîhayên kesk yên deşta û devçema li ser hev de weldigerandin. Heta serhonaz gazî nedikir, nedisekînîn. Piştî gelek devên fireh ku li gîhê dixistin, serhonaz gazî dikir, digo; “ masaadd…” Ew dem tirpan tev disekinîn, tirpankêş ji ber xwe xar derdixistin, devên tirpanan tûj dikirin. Di wê seknê de hinek ji wan firsed didîtin cixare vêdixistin, hênekan av vedixwarin, hinekan xwîdana xwe paqiş dikirin. Lehzek şûnda serhonaz dîsa gazî dikirin, tirpankêşan tirpanên xwe hazir dikirin. Devên tirpanên xwe fireh diavîtin, koka gîhê ji erdê diqetandin, tozên tenik ji xwelîyê diqetandin.
Lê îro? Ka kê maye tirpankêş, ka ew serhonazên berê, ka Kuto, ka Elîcano, tew… Palên niha li ser motora sîwar dibin, kêrên makîna bi motoran ve girêdidin, dikevin nav mêrgên mezin, bi qasî dirûna sed mêrî, rojek du rojan da karên xwe li ser hev tînin.
Heso di xortanîya xwe de erebecîk baş bû. Çatîya erebên gîhê ji wî rindtir kêm pale datanîn. Ewan jî yên wek Ahmedê Elîxan, Mihemedê Evxenî, Elîyê Hecî Ahmed bûn. Pîşti waxta Heso hostatîya xwe dewrê kurê xwe kir. Miheme Sebrî kurê wî yê en mezin bû. Ew jî pìştî bavê xwe hostatîyek xweş dikir. Erebên wî weke qutîya bar dibûn. Gava ku ji dûr ve bixwîya kifş dikir, gundîyan digot “ev ereba filankesê ye.”
Heso bixwe, wek gelek gundîyên Seregolan hêsírê Gelîyê Zîlan bû. Wek tê zanîn, dema Serhildana Agirîyê dişkê, gelek gundî û ehlîyên Gelî, ji dewletê direvin tên li İntabê disitirin. Xalis Beg, gundên xwe yên Seregolan ji wan re vedike. Gelîyan tên li Mîrze, Melehesen, Kêsa, Qereqûyê, Cemalverdî, Bedo, Hacîbotî, Haciûsif û li gelek gundên din de cîwar dibin, hema bêje dibin ehlê wan deran.
Ev koçberên Gelîyê Zîlan, her çiqas wek ehlîyên Întabê dihatin qebûlkirin jî, lê milkên wan, mêrg û zevîyén wan li wan gundên Seregolan de tune bûn. Îdara wan bi alîkarî û lihevanîna beg û axelerên heremê pêk dihat. Begên heremê, ji milkên xwe parçên piçûk yên zevî û mêrgan didan wan. Ewan jî, li hemberê van dayînan, ji began re gelek cara bê pere kar û barên cotkarî û rêncberîyê dikirin.
Heso yê qehremanê mijara me jî yek ji wan bû. Wekî min li jor jî behs kir, her rojê Xwedê, destê sibê, tirpana gîhê hildida ser milê xwe berê xwe dida sînorên zevî û mêrgan. Heso, ji ber ku zehf tariş xwedî dikir, mêrga di destê wî de têra tarişê wî nedikir. Ji boyê ew jî, di demsalên gîhadirûnê de, berîya mêrga xwe, devê tirpana xwe li gîhayê sînora dida û berîya her kesî lêvên zevî û mêrga rût dikir.
Lê cûdayîya Heso ji dervayê van tişta bû. Ew taybetîya ku tesîr li zartîya me kirîye tiştek din bû. Heso her sibe ku ji gund derdiket diçû dikete sînora, heta danê nîvro dixebitî. Piştî nîvro jî diçû mêrga xwe. Mêrga wî li jêra Kevirê Kilsê bû.
Gîhayên mêrgên ber Kevirê Kilsê tenik dibûn. Ji ber ku waxtekî li wan dera, bi wan kevira kirêc çêdikirin. Gundîyên Seregolan, çel dikolan, hewz çêdikirin, tijî av dikirin. Paşê ava nav hewzê dikelandin û kevirin kilsê diavîtin nav ava kelyayî. Her wiha kevir dikelîyan û dihelîyan. Bi vî qaydî kirêç bi dest dixistin. Lê ew avên bi kirêç ji ber ku dirêjîyan, dikişîyan nav mêrga, di hinek cîhan de gîhê dişewitandin. Wan cîhê şewitî de gîha êdî hêşîn nedibûn.

Mêrga Heso jî li ber wan keviran bû û heleqên piçûk yên cîhê şewatê, di mêrga wî de jî hebûn. Lê şansê bijarê tunebû, heta jê dihat divê rind biçinîya. Li wir jî heta esrê dixebitî, esrê xwe betal dikir, diket rêya Cemalverdî ber bi gund dihat.
Gava Heso diket nav gund êdî waxtê garanê bû. Garana gundê me zehf mezin bû. Jixwe wan salan gund jî gelek mezin û giran bû. Ji her malan yek heb du heb kes waxtê garanê ji mal derdiketin diçûn pey tarişên xwe. Ew seetan, seetên herî bi tevger û bi hereket yên gund bû. Qêrîna cahila, gazîya jina, qare qara mêra û borîna dewaran li nav hev diketin. Meriv nizanibû ka kê ji kê re ne, kê bi kê re ne…
Ev qare qar û qîje qîja dema garanê qedera seetek didomand. Di vi keşmekeşîya gund û gundîyan de yê herî bi aram Hesoyê Şerê bû. Me ewî her danê êvarê de bi tirpana li ser pişta wî û bi kumê li serê wî didît. Li serê wî de zêde por tunebû. Gava ku çev bi me diket rûyê xwe tirş dikir, sûretê xwe li hev dida û avirên tûj kewkutîyê me dikir. Em gelek jê ditirsîyan. Gundî tev bi vî tirsa me hisîya bûn. Gava bixwestana me bitirsandina digotin “ezê gazî Heso bikim ha!…” Ku behsa Heso dibû qudûmê me dişkestin, ziravê me diqetîya.
Heta ku digihîşte ber derê xwe, êdî esrek dereng xwe dida erdê. Jina wî Xanê, jinepîrek zirav û dirêj bû. Jê re sifre datanî, qatix, penêr û rûn dida ber. Heso nanê xwe dixwar, çaya li ser quçik dem bûye li ser xwe de dikir.
Piştî ku nan û ava xwe dixwar û vedixwar, dîsa dest diavît tirpana xwe. Kursî datanî, tirpan dida ser horsê û bi çakûça dikuta, tûj dikir. Her wiha ji bo sibê tevdîra xwe didît.
Heso, kurê Şerê bû. Şerê, dayîka Heso ye. Heso ji mêrê Şerê ya ewil e. Mêrê Şerê yê ewil dewrêşek bûye. Heso kurê wî dewrêşê bûye. Gava dewrêş dimire, Heso bi Şerê re bûye. Şerê, pistî mirina dewrêş tê Mîrze. Ji ber ku hê xama û li ser xwe bû ye, gundî dewa zewacê lê dikin, dixwazin. Yek ji xwezginîyê wê jî Şemso yê bavê Selîmo bûye. Şerê dibê “ku wê Heso xwedî bike, ezê wî bixwzim.” Şemso jî qebûl dike, Şerê dibe helala wî.
Piştî waxta çend sal li ser zewaca Şerê derbas dibe nizanim, Heso, demek ber bayê xortanîyê dikeve, salek du sal serwindayî dibe. Piştî du sala dizvire tê. Li ser vegera wî galegal û kurtepist dikeve nav gund. Hinek dibêjin “Heso li cîhekî pere lêdaye hatîye, dibe niha zehf dewlemend e,” hinek din dibên “na heyran hûn ji ku derdixin van tiştin wiha, Hesoyê êtîm belengaz, em ça zanin hê wisa ye.”
Her wiha piştî demek Heso ji rojeva gjndîyan dikeve, bala gund li ser sivik dibe. Jixwe Heso jî êdî mezin û xort e. Melûm e, waxta wî ye zewacê ye. Şemso, Xanê ji Heso re dixwaze, qedera Xwedê ye, dibe, Heso û Xanê dibin jin û mêrê hev.
Malbata Xanê di şerê Ûris de gelek zehmet kişandine. Gava Ûris ketîye Serhedê, ew jî ketine destê Ûris. Piştî Şoreşa Bolşevîk, eskerên Ûris ji heremê vedikişin. Li ser vekişandina Ûris, Kurdên Êzdî û Fileyên heremê jî, ji ber ku ji Osmanîyan direvin, dikişin diçin Rewanê. Malbata Xanê jî di nav wan koçberan de bûye. Lê pişti waxta hinek malbat paşva vedigerin, tên digihîjne eqrebe û eşîrên xwe. Ji ber ku eqrebe û eşîrên hinek malbata bela belayî bûne, ji hev çûne, malbat tenê dibînin, li rêyan dikevin, bajar bi bajar, herêm bi herêm digerin, pey cîhê sitarê dikevin. Malbata Xanê jî li gelek cîhan gerîyane, dawîyê de hatine Zêtka (Elajgir). Lê li wir jî, şer dewê Kurmanca li serê wan alîya ye, nesitirîne, axirîyê de koç kirine hatine İntabê, li Mîrze cîwar bûne.
Belê, Kurmanc dibêjin “Xwedê çi bike xweş dike,” qedera Heso û Xanê wiha li hev hatîye û her rojê havîna, di esrên dereng de, li ber derê xwe rûdiniştin, tarîya êvarê li xwe dikirin. Hesoyê Şerê, piştî kutana tirpana xwe titûn dipêça dikişand, Xanê, li cem rûdinişt teşî digerand.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext