Seregola Intabê

Girava Tamara, Dêra Ermenîya
Girav, di navbera Bilîs û Wanê, di nav golê de, li hember navçeya Gevaş de ye. Navê giravé wek “Ahtamar, Axtamar û Akhtamar” té bidengkirin. Bi Ermenkî “Աղթամար” ye.
Dirajahîya xwe 3 km, bilindahîya ji golê 1912 metre ye. Di nav de zinarên tîk ku bilindahî ya wan digihîje 8 metreyan hene.
Di girav de Dêrek heye ku, berhemek herî girîng ya dîrok û çanda Ermenîya ne. Dêr, ji alîyé Qral Gagîk, di navbera salén 915-921’an de hatîye çêkirin.
Dîroknas Anne R. Redgate dide zanîn ku ji bo çêkirina Dêrê, Qral Gagîk, gelek hoste û mîmarên qesrên medenîyetên dev û dora li ser hev top kirî ye. Ji ber vî di Dêrê de şopên Bîzans, Sasanî, Ebbasî û Osmanî hene.
Li ser dîwarên dêrê, hin motîvên ku ji pirtûkên pîroz, ji Încîl û Tevrat neqiş bûne, taybetîyek gelek girîng didê.

Efsaneya Navê Xwe
Gorî efsaneyek ku di nav gel de bi giranî tê zanîn û qebûlkirin, çîrok wiha ye:
Waxtek di girav de keşîşek hebû ye. Bavê keçek gelek bedew bû ye. Navê keçkê Tamara ye. Tamara, bi bedewî û rindîya xwe ve bi nav û deng bû ye. Rojek bi bavê xwe re ku diçin nav gundê dev û dora, xortek bisilman ku şivanê gund bûye, Tamara dibîne û dilê wî dikevê. Bi awakî diçe, bala Tamara dikşîne û dilê Tamara jî jê re germ dibe. Her wiha dibîn aşiqê hev. Ev xortê şivan ji bo ku Tamara bibîne her şev diçe giravê. Lê ji bo ku kes bi wan nehise, ne bi qayîk û wesayîtê din yên avê, bi sobanîya, bi tena serê xwe diçe.
Tamara jî, ji bo ku cîhê xwe bide zanîn, her şev bi fenerek diçe delavê golê. Xortê şivan, xwe bi îşiqa wê fenerê digre û dertê giravê. Rojek bavê Tamara bi wan dihise. Tamara dibe hepis dike û di şevek bi bager de fener hildide û li dora giravê digerîne. Xortê şivan her carê berê xwe dide alîyek. Lê fener di cîhek de nasene. Her wiha şivan diweste û dixeniqe. Gava dixeniqe, bi bêhna xwe ya dawî gazî dike dibê “axx Tamara…” Gorî efsaneyê, tê gotin ku piştî şivan, Tamara jî rojek xwe ji zinarên bilind diavêje golê û dixeniqe.
Her wiha, tê gotin ku, piştî waxta navê giravê, ji wê gazîya şivanê reben tê û dibe Axtamar. Bêguman têkilîya rastîyên dîrokî û efsaneyan jar e. Hinek jî dibên, navê giravê, ji koka peyva “ğmr” ku Erebkî ye tê. Ji ber ku wateya xwe hilbetîk û girik e.

Dîrok
Gori çavkanîyên qedîm, berê ewil girav ya sulaleyek Ermenî, Rştûnîyan bû ye. Di wan deman de navê giravê “Girava Rştûnîk” e. Di sala 705’an de Vard Rştûnî, di girav de tê kuştin û her wiha serdestîya Rştûnîyan jî bi dawî dibe. Piştî Rştûnîyan, girav dikeve destê sulaleya Ardzûnîyan ku hükümdarê Axbakan (Başkale) bû ye.
Di salên 908’an de, Gagik Ardzruni a yekem, bi mîrên Ermenî û Kurd ve lihevtê û li Vostan (Gevaş) xwe wek Qralê Vaspûragan îlan dike û paytexta xwe dikşîne giravê. Her wiha Gagîk a Yekem, xêncî dêrê, li giravê bajarok, qesir, sûk û keştîgeh jî ava dike.
Li giravê jîyana sivîl heta destpêka sedsala 16 de hebûna xwe didomîne. Pîştî waxta, di sala 1535’an de, girav, ji ber şerê di navbera Osmanî û İranîyan de diherife.
Piştî sedsala 16, li giravê warên sivîl namînin. Girav tenê ji Xaçê Pîroz (Surp Khaç) re dimîne. Heta dawîya sedsala 19’yan bi qasî 300 keşîş li dêrê û keşîşxaneyê dimînin. Di sala 1895 û li ser bûyarên 1915’yan, dêr tê terikandin.

Rewşa Îro
Hukumeta Tirkîye, wekî gelek bîrdarîyên Ermenî yên li Kurdistanê, di sala 1951’an de biryara hilşandina Dêra Axtamar jî hildide. Lê bi hewildana Yaşar Kemal ku di wan salan de rojnamegerek ciwan bûye, biryar betal dibe.
Dêr, piştî bênêrîna bi salan, 2007’an de ji alîyê Wezereta Çand û Tûrîzmê ve restore dibe. Di roja 19 Îlon 2010’an de, ji Ermenîstan û tevahîyê Dunyayê gelek Ermenî hatin û piştî 95 salan ayînek danîn.
Dêr, îro wek muze derê xwe ji serdan û zîyaretvanên xwe re vedike.
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan