Girê Miraza: Kevir Çi Dibêjin

Hevalek min mamesteyê dîrokê ye. Îro agahîyek parvekir li ser rûpela xwe ya medyaya sosyalî de. Dide zanîn ku çûye ser xirabeyên Girê Miraza û lê gerîyaye. Di rûpela xwe de wêneyên Girê Miraza nîşan dide û di binê wêneyan de wiha dinvîse:

“Gava tu destê xwe didî ser kevirên sar yên Girê Miraza, tu ne tenê bi keviran dihisî, tu dikevî bin tesîra 12 hezar salan. Her xetek ku li ser stûnê hatiye kolandin, dengekî ji kûrahiya demê ye. Roviyê ku li wir hatiye neqişandin, çavên wî hê jî li me dinêre. Marê ku li dora stûnê dizivire, hê jî çîroka jiyan û mirinê dibêje. Kelecanî ji wê tê: Tu li pêşberî kevirê radiwestî û ji nişkê ve fem dikî ku destê hostayekî 12 sal berê li ser vî kevirî geriyaye. Ew jî wek te xeyal kiriye, tirsiyaye, bawer kiriye.

Kevirê dîrokî ne mirî ye. Ew pira di navbera wî û me de ye. Gava em lê dinêrin, em ne tenê rabirdûyê dibînin, em xwe jî dibînin. Ji ber wê ye ku dilê meriv li pêşberî Girê Miraza bi lez lê dide û her wiha em kokên xwe, destpêka çîroka xwe dibînin.”

Arkeologê Alman Prof. Klaus Schmidt 

Girê Miraza 18 km li bakurê rojhilatê bajarê Rihayê ye. Li nêzîkî gundê Xirabreşkê / Örencik e û 760 m ji asta deryayê bilind e. 

Di salên 1960î de lêkolînerên Zanîngeha Stenbolê û Chicago ev cih dîtin, lê wê demê girîngiya wî baş nehat femkirin.

Ji sala 1996an ve arkeologê Alman Prof. Klaus Schmidt dest bi kolanê kir. Wî îspat kir ku ev der perêzgehek ji Serdema Neolîtîk e û nêzî 11.600 sal berê hatiye çêkirin. 

Bi saya xebata Klaus Schmidt, Girê Miraza wek „xala sifirê ya dîroka mirovahiyê“ hat naskirin û di 2018an de kete Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê. 

Girê Miraza yek ji wan cihên dîrokî û çandî yên herî girîng e ku li herêma Kurdistanê cih digire. Ev gir, ne tenê komikek kevir û ax e, lê belê şahidê hezar salan ji jiyan, bawerî û berxwedana mirovahiyê ye. Çîroka wî bi çîroka gelê vê axê ve girêdayî ye.

Cih û Erdnîgarî

Girê Miraza li Rihayê, li gundê Xirabreşkê, li ser axeke bilind hatiye avakirin û ji derdora xwe serdest e. Ev cihê stratejîk hiştiye ku di dîrokê de hem wek cihê pîroz, hem jî wek kelehekê ji bo parastinê were bikaranîn. Ji ser girî mirov dikare deşta fireh û çiyayên derdorê bibîne. Ev dîmen nîşan dide ka çima bav û kalên me ev cih hilbijartine.

Girê Miraza ji Serdema Neolîtîk e û destpêka şaristaniyê ye. Kolandinên arkeolojîk nîşan didin ku jiyana li Girê Miraza digihîje 10-12 hezar sal berê. Di vê serdemê de meriv ji nêçîrvaniyê derbasî çandiniyê bûye. Bermahiyên malan, amûrên kevirî û hestiyên heywanên li vir hatine dîtin. Rovî, mar, berazê kovî, teyr, dûpişk, şêr û ga şeklên herî navdar in ku li ser stûnên Girê Miraza hatine neqişandin. Ev nîşan didin ku Girê Miraza yek ji kevintirîn civakên bi cîhbûyî li vir ava bûneye.

Serdema Olî û Pîrozgeh
Di serdemên paşê de Girê Miraza bûye navendeke olî. Stûnên bi şeklê “T” yê mezin ên ku li ser wan wêneyên heywanan hatine neqişandin, nîşan didin ku merivên wê demê baweriyeke kûr bi cîhana giyanî hebûye. Tê texmînkirin ku ev der cihê kombûna eşîrên derdorê bûye ji bo ayîn û cejnan. Girê Miraza dibe ku yek ji kevintirîn parêzgehên cîhanê be.

Di serdema Mîrektiyên Kurdan de, Girê Miraza ji nû ve girîngiya xwe ya stratejîk bi dest xistîye. Ji ber cihê xwe yê bilind, mîran li ser gir kelan ava kirine da ku rê û bajarên derdorê biparêzin. Navê “Miraza” jî tê gotin ku ji peyva “Mîr” tê, yanî cihê mîran. Di wê demê de gir bûye navenda îdarî û leşkerî.

Piştî hilweşîna mîrgehan û guhertinên sedsala 20an, Girê Miraza hêdî hêdî tê jibîrkirin. Şer û koçberî dihêle ku ev cihê pîroz bê xwedî bimîne. Lê belê, çîrok û efsaneyên li ser gir di nav devê kalan de dimîne û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.

Girîngiya Îro

Tê gotin Girê Miraza pirtûkek e ku hê rûpelên wê bi temamî nehatine xwendin. Her tebeqeya axê çîrokeke nû vedibêje derbarê destpêka şaristaniyê.

Ev gir sembola berdewamiya gelê Kurd li ser vê axê ye. Ew girêdana me bi bav û kalên me yên 12 hezar sal berê re xurt dike.

Eger bi awayekî zanistî were parastin û nasandin, Girê Miraza dikare bibe navendeke tûrîzma çandî û dîrokî û sûdê bide aboriya herêmê.

Girê Miraza ne tenê girekî ji axê ye. Ew bîra hevpar a mirovahiyê ye. Her kevirê wî, her neqşê li ser stûnên wî, peyamek ji kûrahiya dîrokê ji me re tîne. Parastina Girê Miraza, parastina dîrok û nasnameya me ye. Erka me ye ku em vî cihê pîroz ji nifşên bê re bihêlin û çîroka wî ji tevahiya cîhanê re bibêjin.

 


Seregol

Çavkanî: ku.wikipedîa.org

Nach oben scrollen