Li zîndanê me, di tarîyek bitîn de.
Balindeya minê filît li hewşê ye,
Baskên xwe diçirpîne di bin caxan de
Gava nikilên xwe li parçeya xwerina bixwîn dixe.
Dinikule û dipekîne, çavên wê li pencerê ye,
Tu dibê heman xwezîyê digerîne bi min re
Bi nêrîn û lîyana xwe ve dibêje rêhevala mina girtîtîyê;
“Wext hat idî, em bifirin gidî, em bifirin…
Em teyrên azad in, de bilezîne!
Ber bi wê çîyayê spî, hê wêdatir ji ewran,
Ber bi şînahîyên ku behr digihîne ezmanan,
Ew cîhên ku tenê ba û ez dikarin diçin…”
Aleksandr Sergeyevîç Pûşkîn
Weger ji Tirkî: Seregola Intabê