Seregola Intabê

Gola Mêra
Çemê gundê me ji pêşa rêzeçîyayên Eledaxê tê, ji binê gundê wek Tehtka, Gundê Emê, Qerxelixa Jêrê/Jorê, Îngîkoy, Mûsîk, Koşk, Milan, Xirbersork, Şemê derbas dibe, tê ji Mîrze, Melehesen re dirêjî Hacîbotî, Hacîûsif dibe, ji wir jî diçe Piramesîya tev li çemê Mûradê dibe, ber bi Firatê dikişe. Li gundê me Mîrze, li ser vî çemî gelek gol çêbûne. Gola Riho, Gola Pîrka Bînnaz, Gola Reşîd Begê, Delavê Ereba, Delevê Mozelanê, Delavê Kendal û çend hebên din. Yek ji wan jî Gola Mêra ye.
Gola Mêra, waxtekî di jîyana civakî ya gund de cîh û rolek pir mezin hildida. Berîya ku ji gund koç destpênekiribûn û gund qelebalix bû, mêr û xortên gund tev, bi taybetî havîna li ser bûn. Wan sala gelek kûr bû jî, kûraya wê ji bejna merivek derbastir dikir. Weke niha tenik û zirav nebû.
Gola Mêra zivistana jî bê zîyaretvan nedima. Zivistana bûz digirt. Gundî li hev top dibûn, bêr û tevir hildidan diçûn ser. Dor be dor li bûza ser dixistin, ji bo ku tariş were ser av vexwe bi zor û zehmet ancax çend qul vedikirin. Gava qul vedibûn, diçûn ji tewla dewar dianîn av didan.

Lê gol esas havîna xweş û şên bû. Mêr û xortên gund tim dihatin ser, diketne avê û bi sobanîyên bêhnên dirêj derbasi walî avê dibûn. Koço, Aho, Reşo, Ubo ú gelek xortên gund, bêtirs û di bêhnek de derbas dibûn û xweş sobanîyan dikirin.
Lê zarên gund, yên cahil û sivik ku sobanîya nizanibûn ancax dikaribûn di delavê golê de bikevne avê. Ji bo ku derbas bin him cesaret him jî sobanî divêt. Ew cahêlên ku tenê di delav de diman, her heyal dikirin ku rojek ew jî mezin bin û wek xortên jîrek bikaribin derbasî walî bibin.
Jixwe her cahilek gundî, ji bo êdî wek xort yanî wek mêr were qebûl kirin divê ji golê derbas bûya. Heta ku ji Gola Mêra derbas nebûyan, gundîyan, kesî wek mêr qebûl nedikirin.
Ji boyê, gundî, ji xorta dixwastin ku zara hey hîmê sobanaya bikin û alîkar bin ku bikaribin ji wî testê derbas bin. Xortan jî hey li devê golê, di ava tenik de dersa sobanîya didan zara. Piştî waxta, xortên dersdar kê amade bidîtana, wan hêdî hêdî derbas dikirin. Gava cara yekem derbas dibûn, li cem her zarekî xortek dima û bi wan re heta walî avê sobanî dikirin. Carna di bin avê de destê xwe didan ber zikê wan ku nokî avê nebin. Hinek digirtin paşê berdidan. Her wiha heta du sê cara bi wan diketin. Ger ku du sê cara de zarek pêkneanîya, derbas nebûya, “mêranî” ya wî dima ji salek din re.
Ez, ji ber ku mamostê min Koço bû, di vî warî de bişans bûm. Koço xortek jîrek, jêhatî, baş û bi sebir bû. Jixwe di nav xortên gund de sobanîya herî baştir ewî dikir. Gava ku carna didan qoşê jî tu kes jê derbas nedibû. Ez sobanîya ji wî hîm bibûm.
Ez bi Koço re di ceribandina duyem de derbas bibûm. Koço heta nîvê golê bi min re bibû, paşê sekinîbû. Lê ji min wetrî hê li cem min e. Ez bi zor û zehmet derbas bûm çûm walî, bi şahîyek gelek mezin derketim ser kendal, min dî çi, Ķoço li nav golê sekinîye li min dinhêre. Ez têgihîştim ku tenê derbas bûme. Şahîya min zêdetir bibû. Lê ez ku di nav ava de bi tenêtîya xwe bigisîyama, ez dibêm ezê bitirsîyama. Her wiha min tirsa xwe ji ser xwe avîtibû. Ew ro belkî ez neh deh cara çûme hatime di nav golê de. Mêrantîya min jî ew ro destpêkkribû.

Gola Mêro, kêleka Delavê Ereba bû. Ji Delavê Ereba motorên (traktor) ku carna gîha, carna genim barkirî bû, derbas dibûn. Erebên gîhê ku banê wan freh bûn û qûçin bilind lê barkirîbûn dihatin, carna di nav avê de disenîn. Hinek pale ku din bin tava tîrmehê de pêjiyabûn, xwe diavîtin avê, bedenên xwe hênik dikirin, her wiha xweve dihatin. Di nav avê de bi kêf û laqirdî bi hev de diketin, paşê li motorên xwe siwar dibûn diçûn.
Carna jî di kendalê delav de qeza dibûn. Bi zêdeyî qezayên erebên gîhê. Ji ber ku ereban zehf bilind bar dikirin, di kendal de weldigerîyan. Erebên ku wê welgerin, di keldal de xwe didan der. Ku diketin xaraya kendal hêdî hêdî li ser alîyek hildişîyan. Ew dem palê li ser ereban xwe bi çobanan digirtin, xilas dibûn. Ku xwe bi çobana negirtana wê biketana binê erebeyan.
Gava dihate bihîstin ku erebek welgerîya ye, motorên devûdoran, ji zevî û mêrgan derdiketin, bi palên xwe ve dikatin, çoban diavîtin ereba welgerîyayî, dikişandin, rast dikirin.
Lê ereba kîjan şoferî welgerîya, wey ji halê wî re. Êdî wê en hindik mehek biketa devê gundîya. Wê herkesî pê tirane bikira, ji ecemîtîya wî bigre êdî çi nedima jê re digotin.

Gola Mêra payîza jî bi qaydek din xweş dibû. Ku dibû payîz, ji ber ku payîzê kes nediket avê, jin dihatin di delavê wê de savar dikelandin. Kelandina savar jî her sal wek seremonîyek pêk dihat. Her carê en hindik pandeh bîst sîtil li ser kuçika rêz dikirin, binê sîtila tijî sergin dikirin û agir berdidanê, kuçika vêdixistin, agirên wan gurr dikirin. Sîtilan tijî av dikirin, genim berdidan nav, dikelandin. Piştî kelandinê, li rasta çem de çadir radixistin, genimê kelyayî li ser dirêjandin, belav dikirin, didan ber tavê ku zaha bibe. Wê demê êdî genim dibû denû û dihate xwarin. Me ji denûya zehf hez dikir. Em diçûn me çengê xwe tijî dikir û têr dixwar. Niha êdî di gunda de kes savar jî nakelîne.
Van axirîyan Delavê Ereba, ji ber ku karên cotkarîyê didomên, ji trafîka xwe zêde tiştek kêm nekirîye. Lê Gola Mêra hema bêje hatîye terikandin. Him gundî nemane, yên mayîn jî naçên ser, him jî av kêm bû ye, zirav û tenik maye. Ji ber ku av kêm bûye nakişe jî. Ku nakişe av teze nabe, ji ber teze nabe genî dibe, her wiha mesî jî destê xwe jê kişandine. Êdî tenê çend heb kosî belkî li delavê wê digerin, ewqas.
Gola Mêra êdî ne gol e ne jî têr e. Tenê delav e, tenik, sivik û hindik e.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext