Seregola Intabê

Govend

Govend

Dikare were gotin ku govend reqsek neteweyî, zargotinek xwemalî ya Kurdî ye. Di dewat û dîlana de, şirînahî û şahîya de, li gunda û bajaran, meydan û salonan de xweîfadekirinek kolektîf ya cimaeta Kurda ye. Cimaet bi mezin û piçûka, bi jin û zaroka, mêr û camêra, bi keç û xortan ve destê hev digrin, gerên mezin û dorfireh saz dikin û digerînin. Di her celebên govenda de amûrên muzîkê yên sereke def û zirne ne

Di destpêka govend de zirne hişyar dike, def gazî dike. Berê zirne destpê dike. Lêdixe, lêdixe, kin dike dirêj dike. Zirnevan kezeba xwe bi hewa tijî dike, gepa xwe diwerimîne û berdide. Gava ku bêhna xwe berdide di heman demê de tilî û pêçîyên wî jî li ser qulikên zirnê reqs dikin, digerin, datînin û radibin. Di her tevgerek, bi her hereketek pêçîk ve pelên dengê zirnê perda xwe diguhurîne û pêl bi pêl xwe li ser guhê guhdaran de digerîne, dikişe diçe xwe li dil û canên însana de direşîne. Her wiha kanîya kelecanê diheriqe, hisîyeta şahî û bextewarîyê, coşî û hizîyê li wan dialîne û wan kaşî govendê dike.

Bi vî awayî hişyar dibin govendvan, dibe kelekela dilê wan, xwîna wan di tamaran de gur dibe, tîr dide, vedije. Êdî dora defê ye. Defçî, qawîşê defê li stûyê xwe dialîne, defê li ser xwe dahelîne. Desmala xwe derdixe li stûyê xwe dipêçîne, bi darê daqoqa xwe ve diqêrçîne. De êdî lêdixe, zexm lêdixe, zû lêdixe, giran û sivik dike, li çep û rast dixe, ling hildide, ling datîne, rast lêdixe, çep vedigere û her wiha govendê bi xwe re tevdigerîne.

Bi dengê def û zirnê ve guvend diafire. Jin û mêr, xort û xamayên dewata tevêhev dibin, destê hev digrin, li orta meydanê digerin. Sergovend desmal ba dide, li pey govend rêz dibe, def lêdixe, zirne xwe pê re digihîne.

Welhasil qaîde û rîtûelek zargotina me yê herî xweş, bicoş û çavkanîya kelecanî û bextewarîyêye. Govend, li her heremê, di her êl û eşîran de xwedîyê celebên cihêrengin. Wek li jêrê…

Çend cureyên govendê:

Delîlo

Delîlo ya Giranî

Bablekan

Bazkiyan

Çepkî

Şewko

Bagiyê

Çepik

Sêling

Klîçe

Keçikî

Hildanî

Semedanî

Şêxanî

Werwere

Dûzo

Giranî (govend)

Girtî

Dîko an Dîk

Singsing an Sînsîn

Temir Axa

Ziravkî

Tûra

Diyarkî

Qerecor

Tîr-Kevan

Sînanî

Behiye

Sivikkî

Yar xweş tê (yarxoştê)

Qertel (govend)

Cirîd (govend)

Şundekî – Paşdekî

Sêgavkî

Koçerî (govend)

Serdestan

Govenda şoreşgeran

Koçerî

Yekpê

Ziravîkê