Seregola Intabê

Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya

Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya

Li Stenbolé, Kolana Îstîklal dûr û dirêj e. Ji meydané destpédike heta Tûnelé diçe. Di ziké vé kolané de meydanek din jî heye ku bin av û deng e; Meydana Galatasaray di heman demé de meydana Dayîkén Şemî ye jî. Ji salén 90’a heta îro dayîkén ku zarén wan winda ne her hefte roja şemî tén li vir rûdinén.

Gava meriv ji vé meydané bi qasî dused, sésed metre bimeşe diçe ber deré Xana Elhamra. Elhamra, li ser Kolana Îstîklalé  xanek herî kevnare ye. Pirtûkxaneya Medya jî di vé xané de ye.

Pirtûkxaneya Medya ev bîst sal e pirtûkén xwerû bi Kurdî difroşe. Di refén xwe de bi hezaran pirtûk hene,  gelekén wan aktûelin. Her çiqas orîjîna gelekan bi Kurdî be jî, din av de gelek pirtûkén wergerî yén ji zimanén din jî pirin. Wek Don Kîşot’a Cervantes, pirtûkén nivîskaré Tirk é bi Nobel xelatkirî Orhan Pamuk  “Navé Min Sor e”  û hin klasîkén cîhané yén din.

Selahaddîn Bulut xwdîyé pirtûkxaneyé ye. Ev bîst sal e vé karé dike. Gelek zehmet kişandî ye. Gelek zoré lé kirine, polés gelek biserdahatî ye, gelek cara girtine birine jî. Lé Selahattin Bulut dev ji karé xwe berneda ye.   Ew îsal 61 salî ye, édî ji kuştina xwe jî natirse.

Nehésan e firotana pirtûkén zimanek qedexî. Jixwe muşterî jî tune ye. Selahattin Bulut dibéje: “Pirtûk nedihatin firotin. Karé min hama béje tené li ser tezgah de sekinandin bû. Te digo ez di nobeté de bûm.”

Selahattin Bulut ji Mérdîné ye. Ew 8 sal li Girtîgeha Dîyarbekir raza ye. Piştî ku azad maye hatîye Stenbolé. Berîya pirtûkfiroşîyé natorîya otoparka, firoşkarîya seyyar û gelek karén din kirî ye. Piştî waxta dest bi vé karé xwe kirî ye.

Berîya pirtûkxaneyé di sala 1995’an de li Meydana Azadîyé ya Bakirköy tezgah vekirîye. Qederek li wir xebitî ye. Ji ber ku tené pirtûkén bi Kurdî firotî ye piştî waxtek destûr nedané, tezgaha wî ji wir rakirine, pirtûkén wî bécîh maye.

Ji wir té Taksîmé. Di salén 90’an de li Pasaja Aznavûr de Navenda Çanda Med-Kom hebû. Diçe ji wir destûr dixwaze û di bin valahîya bin nérdewan de cîwar dibe. Li wir 18 sal dimîne. Gelek zehmet dikşîne. Gelek cara bi muşterîyé xwe ve té girtin. Gelek pirtûkén wî jé distînin, dest didin ser. Lé li hember van  hemû erîşan tişta ku héz daye wî girtînemayîna pirtûkxaneyé bûye. “Gava ez dihatim, min didît ku pirtûk di refan de hatine rastkirin, ref û dikan hatîye paqişkirin. Ev piştgirî min gelek bextewar dikir.”

Di sala 2000 de hatîye Pasaja Elhamra. Hé jî li vir e. Piştî 2002 polés édî ber pé nehatine. Lé vé caré jî di malperen Ergenekon de bûye hedefa nîjastperestén Tirk.

“Piştî ku Hrant Dink hat kuştin tirsa min hngî çû zéde bû. Ji her dengé lingekî li pişt xwe ditirsîyam. Min digot yén min bikujin. Rojek min dît di televîzyoné de onbaşîk hatîye girtin. Paşê yuzbaşî, bînbaşî û general her wiha ev malperén Ergenekoné tev tep bûn. Piştî wan min ne tehdît ne jî erîş dît. Édî bétirs dikana xwe vedikim û digrim. Êdi ez ji yén ku li pişt min dimeşin natirsim.”

Nivîs