Seregola Intabê

Hêvî û Heval: Yilmaz Guney
Di salên 80 yan de li Dutaxê salonek sînemayê hebû. Xwedîyê wê Îsmet bû. Sînema di orta zikê sûka navçê, li hember postexanê bû. Salonek zirav û dirêj bû. Bi zêdeyî havîna vedibû. Di demsalên sar yên zivistanê de hundurê salonê germ nedibû. Sê çar sobê komirê tê de bişxulîyana ancax dikaribûm germ bikirana. Ew jî ji quweta Îsmet zêdetir bû. Lê bihar, havîn û payîzê hêsantir bû, her êvar vedibû û rojê seansek dileyîst.
Malbata Îsmet bi eslê xwe Ereb bû. Waxtê de ji Sêrtê hatine, li heremê cambazî û bazirganî kirine, her wiha li Dutaxê cîwar bûne.
Yê ku ji sosyolojîya Dutaxê beled in, dizanin. Dutax, bajarokek piçûk e ku tê de him Kurd him jî Tirk dijîn. Di navbera Kurd û Tirkên polîtik de dubendîya sîyasî heye. Tirkên polîtîk bi giştî dewa nijandperestîya Tirka dikin û piştgirê Partîya Tevgera Nîjadperest (MHP) in. Di nav wan de yên çepger jî hene, lê hejmerê wan gelek kêmin. Civata Tirka bi giranî nîjadperest e.
Xêncî Tirka, malbata İsmet jî, her çiqas Ereb bûn, lê xwe li ser Tirka digirtin û dewa nîjadperestîyê dikirin. Jixwe di Dutaxê de malbata yekta yê Ereb, ew tenê bûn.
Ji bo van sedeman İsmet bi piranî filmên Cunety Arkin dianî. Me jî ji fîlmên Cuneyt Arkin hez nedikir. Lê ku bihata em dîsa jî diçûn me sêr dikir. Fîlmên ku Cuneyt Arkin tê de dileyîst bi giştî propaganda nîjandperestîyê dikirin. Gava li ser perda sipî ya salona sînemaya Îsmet, Cuneyt Arkin li hespê siwar dibû qaşo diajote ser Bîzansa ji bo me problem ne bû, ji ber ku hesp û şerê bi şûra xweşa me jî diçû. Lê kingê alaya ku li ser sê heyvok hene diçikandine qaşo sûrên kela Bîzansa, wê demê di salon de jî şer derdiket, me li hev dida, fîlm nediçû serî. Ji ber ku ew alaya ku di fîlm de dihata nîşandan di heman demê de alaya MHPê bû û me qebûl nedikir ku di bajaroka me de piştgirên wê bi dilê xwe bi wê şabin. Gava ew alaya bi sê heyvok derdiket ser perdê me li fiqê dida, me xîç û zibil, dar, qirşok, parçeyên texteyan, şûşeyên cola çi destê me de hebe, me hildida diavîte perdê. Nîjanperestan jî ku dengê xwe bikirana îcar me bi wan re şer dikir, salona sînemayê serûbinê hev dibû. Gelek cara Îsmet gazî cendirma dikir, cendirme dihatin nijadperestan ji salonê derdixistin, ji destê me xilas dikirin.
Lê carna Îsmet xwe şaş dikir çi dikir, fîlmên Yilmaz Guney jî dianî. Gava ku Yilmaz Guney bileyîsta salon heta dawîya fîlêmê bi balkêşî û bi sazdarî disekinî, gelek cara di dawîyê de me çepik li hev didan, me şahî û hezîyên xwe nîşan dida.
Her wiha di bajoraka me de sêrvanên sînemaya Îsmet bibûn du qeta; yên ku ji Cuneyt Arkin hez dikirin, xwe “Cinohez” û yên ku ji Yilmaz Guney hez dikirin, xwe wek “Yilohez” binav dikirin.
Êdî Îsmet dizani bû, mesela ku fîlma “Batal Gazi” were wê şer derê. Lê “Seyîdxan” yan jî “Qrala Kirêt” her seans bêşer û bêdew, biaramî derbas dibû diçû.
Welhasil me di atmosferek wiha de Yilmaz Güney nas kir. Me ji karektarên ku leyîstîye yên wek Xidir, Seyîdxan û Qralê Kirêt hez kir.
Sêrvanên sînemayê û hezkirin Yilmaz Guney di demajoyên paş de bûn şahêdin berhemên sereke yên wek “Hêvî”, “Heval”, ”Bir”, ”Rê” û “Dîwar”.
Yilmaz Guney, dl sala 1937an de li Yenîceya Edenê haytîye dunyayê. Bavê xwe Kurdek Zaza yê Sîverekê, dîya xwe Kurdek ji Vartoyê ye. Bixwe li Edenê mezin dibe. Ji bo zanîngehê diçe Stenbolê. Li zanîngehê dest bi nivîsa çîroka dike. Di wan deman de Atif Yilmaz nas dike û pê re hevaltîyê dike. Bi desteka Atif Yilmaz dest bi xebatên li ser sînemayê dike.
Di sala 1959an de seneryoya “Zarên Vî Welatî” û ”Gakûvî” dinivîse û bi derhênarîya Atif Yilmaz ve rol hildide. Di fîlma “Evîna Karacaoxlan” de dibe cîgirê derhêner. Yilmaz Guney di heman demê de di kovarên wek “Asoyên Nû” û “Sêzdeh” de hey çîrokan dinvîse. Di sala 1961an de bi sûçdarîya propagandaya komunîzmê ceza dixwe û du sala tê girtin.
Piştî girtinê dîsa dizvire ser karê xwe yên sînemayê. Di wan deman de bi giştî fîlmên wek macera dikşîne û li hember otorîteyan, serhildana “zarên Enedolê” nîşan dide. Di wan deman de fîlma herî girîng “Zagona Sînoran”e ku derhênerîya wê Lutfî Akad kirîye. Bi vê fîlmê Yilmaz Guney êdî digihîje hostatî û hunerîya lîstikvanîyê.
Ev demajoya xwe di heman demê de ya zewaca yekem e. Di sala 1967 de bi Nebahat Înce re dizewice. Lê ev zewaca wî ya yekem tenê salek dewam dike. Piştî salek ji hev diqetin.
Du sal piştî berdana Nebahat Înce, di sala 1970ê de zewaca xwe ya duyem dike û bi Fatoş Guney re dizewice. Wek tê zanîn ev zewac heta dawîya jîyana Yilmaz Guney didome. Di vê zewacê de kurê wî Yilmaz Guney çêdibe.
Salek piştî zewaca wî ya duyem, di sala 1971an de bi tawanbarkirina alîgirîya Mahir Çayan û endamên din yên Partîya Rizgarîya Gel ya Tirkîye (THKP) du sala dîsa tê girtin.
Yilmaz Guney di wan salên xwe yên girrîgehê de li ser sînemagerîyê dixebite û nivîsan ji kovara xwe ya “Guney” re dişîne.
Piştî du sala ji hepsê dertê. Di sala 1974an de fîlma “Heval” dikşîne. Di heman salê de, bi navê “Xem” dest bi fîlmek teze dike. Di demên kêşanîyan de li navçeya Yumurtalık ya Edenê, di gazînoyek de dadgerê navçê dikuje û bi qasî 19 salan ceza hildide. Heta pênc sala radizê.
Di girtîgehê de seneryoya fîlma “Bir” û “Rê” dinvîse. “Bir” ji alîyê derhêner Zeki Ökten tê kişandin, “Rê“ Şerîf Gören çêdike. Bi taybetî “Rê” li derva eleqeyek mezin dibîne û di Featîvala Fîlm ya Cannes de xelat hildide.
Di sala 1981an de ji Girtîgeha Nîvvekirî ya Sparta firar dike diçe Fransayê û li wir cîwar dibe. Li Fransayê jî navber nade xebatên xwe û fîlma “Dîwar” dikşîne. Ew dibe fîlma dawî.
Yilmaz Guney, salên xwe yê dawî li Parîsê derbas dike. Lê li wir bi nexweşîya pençeşêr dikeve. Di 9 Îlon 1984an de li Parîsê jîyana xwe ji dest dide. Merxberê wî li Qebrîstana Pêre Lachaise, di beşa 62an de ye.
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan