Seregola Intabê

Hevparîyên Kelamên Qedîm
Însan çîye?
Fîlozofên ku xwestine têbigîhin, bêguman xwedîyê gelek pirsan bûne. Mijarên wek zanîn, ol, sîyaset û sazûman her pirsgirek bûne di aqilên wan de. Pîvanên li ser etîk, estetîk, problema hebûn û tunebûnê, bi qudret û quweta xwe ve Xweda û gerdun di şik û gumanên aqilan de her daîm cîhê xwe girtine.
Ev pirs û pirsgirekên qedîm û giran li hev ketine û hatine li ser xetekî qûç bûne ku pirsa xwe jî ev e: Însan çîye?
Bersîva têr û tijîtir ya vê pirsê ya Frederîc Engels e. Ew dibê însan berhemê xwezayêye û dawînga peresendîya jîyanê ye. Însan ji peresendîyê bi ked derbasî dîrokê bû û bi xebat ji heywanên din qetîya û bû xweyîyê hiş. Însan bi hiş û xebata xwe ve xwezayê bo xwe, gorî xwe lidarxist û bû serdestê xwezayê. Herwiha însan heyîyek civakî û tevayîya têkîlîyên civakî ye.
Însan, hingî bi ser ket guh neda yên ji xwe jêrtir lê ji yên ji xwe jortir tirsîya. Ev tirs bi mîlyonan salan ji pêsîra însan neket û însan êdî kete lavahî û parastina.
Lavahî û parastinên ku ji tirsê hat însan xiste demajoya teolojîyê. Her wiha olên sîstematîk derketin holê. Bi Edward Burnett Tylor ola yekem anîmîzm e. Lê Durkheim û Muller totemîzm û natûralîzmê wek olên yekem qebûl dikin. Auguste Comte ji van hersêya cihêtir difikire û demajoya teolojîyê wiha li pey hev dixe: Di dinyaya bawerîya însan de ola yekemîn fetîşîzm e. Pişt re olên polîteîst û monoteîst tên. Cihûtî, Xaçparezî, Îslamî û Êzdîtî olên sereke yên asîmanî ne. Jixwe bawerîyên pîroz yên asîmanî tev monoteîst in.
Armanca vê nivîsê ne kolana dîroka olan e. Lê dixwaze li ser Êzdîtî û Elewîtîyê ku mezhebek ji ola Îslamê ye bisene û wekhevî û hevparîyên wan bide ber hev û pêşkeşî xwendavanê vê rûpelê bike.
“Ya Siwarê Sibê”
Ji nav heval, hogir û eqrebayên min de him yên Êzdî jim jî yên Elewî hene. Gerçî ku em li bêjîngê bixim koka me Kurda tev diçe ser Êzdîtîyê, lê di vê derê de qesta min, yên ku hê li ser ol û eslê xwe ne ye. Jixwe hema bêje ez pir hindik hevnasê herd kultûrê me jî. Jî vî, gelek rîtuelên van herd kultûran ku min di têkilîyên xwe yên civakî de dîtîye, hevparî û wekhevîyên wan gelek caran bala min kişandîye.
Mesela navê komcivînên olî yên Êzdîya “cema” ye. Cema di heman demê de eyda Êzdîyane ku her sal di serê Cotmehê de bi taybetî li Laleşê tê pîrozkirin.
Wekî ku tê zanîn di Elewîyan de jî “cem” heye. Cem, komcivînek bo îbadetê ye ku di bawerîya Elewîyan de cîh û meneya xwe gelek pîroz e.
Belê, “cem” û “cema”, ev herd têge bese ku meriv li ser van herd bawerîyên qedîm bisene û hevparîyên wan bikole. Lê qey tenê ev in, bêguman na, gelek in. Wek mînak îbadeta ber rojê jî yek ji wan e. Wek ku Êzdî berê xwe didin royê dia dikin her wiha Elewî jî diayên xwe wisa dikin. Bi taybetî Elewîyên Dersîmê sibê zû ku radibin tîrêjên ewil yên royê li kêderê ketibe pişta destê xwe li wê derê dixin û paşê ew cîhê destê xwe yê ku li wir ketibe diramûsînin û dibêjin “ya siwarê sibê, me biparêze.” Ya rast hûn derbasî jêrê bin. Jixwe em li jêrê dûr û dirêj li ser van hevparîyan disenin û pêşkeşî bala we xwendavanan dikin.
Çend Hevpariyên Sereke yên Êzdîtî û Elewîtîyê
Di herd bawerîyan de jî “xêr û xirabî di destê însan de ye”, zewacên egzogamî qedexe ne, divê zewac bi endamên komê re bibe. Di Êzdîya de ev regez hê jî zehf işk e lê di Elewîyan de hinek sist bûye.
Di herd olan de jî mîsyonerî tune ye. Jixwe meriv divê ji dayîk ve Êzdî yan jî Elewî be. Ji dê û bavê de neyê kes nikare paşê bibe Êzdî yan jî Elewî. Di herd olan de jî sêkes, heftkes û çilkes hene. Di herd olan de jî sêcare heye. Di Elewîtîyê de Xweda, Mihemed, Elî, di Êzdîtîyê de Xweda, Melekê Tawis û Şêx Adî hene. Dîsa di Elewîyan de çil derî, çil meqam heye, di Êzdîtîyê de çil pîr çil şêx hene.
Di Elewîtîyê de mûrşît, rehber û pîr hene. Di Êzdîtîyê de jî şêx, mûrşît û pîr hene. Di Elewîtîyê de zakîr, di Êzdîtîyê de qewal hene. Di Elewîyan de mûsahîp, di Êzdîyan de biratîya axîretê heye. Dîsa di herd olan de jî qewl hene û di herda de jî saz, roj û hîv pîroz e. Di herd bawerîyan de merivên olê xweyîyê keramet û sira ne. Dîsa di herda de jî reenkarnasyon heye. Kiras guhartin qaîlîyek sereke ya herd ola ne jî.
Di her olan de rojîya Xidir Îlyas heye ku sê roja tê girtin. Mêr û mûrêdên herd olan jî simbêl û rûyan hilnadin. Bi kirîva re nazewicin. Pêşengên olî yên herd olan jî ne tenê rêberîyên olî dikin di heman demê de berpirsîyarên pirsgirekên civakî ne jî.
Di Êzdîtîyê de eyda Xidir Îlyas heye. Di pênçşema yekem ya Sibatê de rojî tê girtin. Di Elewîtîyê de jî Rojîya Xizir heye û rîtûelên wan hema bêje heman e. Xizir Pêxember li her derî, li her cîyî hazir û nazir e. Li herema Dersîmê jê re Xizirê Bozatê, li hin heremê din jî Xizirê Deryayê tê gotin.
Di herd olan de jî rîtûelên olî bi muzîk ve lidardikeve. Di Elewîyan de “zakîr” hene ku di ceman de li sazê dixin. Di Êzdîyan de jî “qewal” hene ku îlahî û çîrokên olî dibêjin. Qewalbêj gund bi gund digerin merasîma sazdikin. Bi xwe re hêkelên piçûk yên ku Melek Tawis sembolîze dike digerînin. Kevirên gulover yên ku ji xalîya Laleşê çêbûye belav dikin. Ev kevir Êzdîyan ji nexweşî û nebaşîyan diparêzin.
Dîsa di herd bawerîyan de mey û şerap, wêne, neqş û hêkel qedexe nînin. Di malên her Elewîyek de wêneyek Elî, yan jî ya Hecî Bektaş hene. Di Êzdîyan djî jixwe hêkel û sencaxa Melek Tawis fîgûrên sereke yên merasîman e.
Hevparîyek balkêş jî wekî me li jor jî got reenkarnasyon e. Di parek Elewîyan de lê de giranîya Êzdîyan de tenasûh heye ku bawerîya piştî mirinê ji nû ve însan tê dinyayê ye. Ev mijar di Êzdîtîyê de balkêştir e. Gorî bawerîyê piştî mirinê rih derbasî însanek din dibe. Lê ku însan zêde gunekar be rihê wî/wê derbasî heywanek dibe û her wiha ceza dikşîne.
Sê Mîtên Hevpar
Ez dixwazim van hevparîyên sereke bi sê çîrokên mîtolojîk ve dewlementir bikim. Ya ewil li ser kerametên du pêşengên olî ne. Di her versîyonan de jî pêşengên rihanî, li hember rakîbên xwe bi kerametên xwe ve serdestîyên xwe nîşan didin.
Versîyona Êzdî wiha ye: Şêxên ku mûcîzeyan nîşan didin hatin. Berzînên wan şêr bûn û qamçîyên wan mar bûn. Ji Şêx Adî pirsîn. Li ser vî Şêx Adî ji Mihemed Reşanê mûrîdê xwe xwest ku here wekî ku berzînek be li zinarek siwar be û serdestîya xwe yê manevî nîşan bide.
Versîyona Elewîya: Pîrê Rom ku dexesîya Hecî Bektaş dikir, ji ber ku hêza xwe nîşan bide, li şêrek siwar dibe, marek wek qamçî hildide destê xwe û ber bi gundê Hecî Bektaş diajo. Li ser vî Hecî Bektaş li zinarek siwar dibe û dertê pêşîya wî. Her wiha nîşan dide ku ji wî bihêztir e.
Di van de “şêr”, “mar” û “zinar” hevkarîyên balkêşin. Mîta duyem li ser afirandina dinyayê ye. Di vegotina Êzîyan de bûyer di navbera Xweda û Melek Tawis de derbas dibe. Di ya Elewîyan de jî dewsa Melek Tawis de Melek Cebraîl heye.
Vegotina Êzdî: Berîya ku Dinya neafirîbû her der behr bû. Xweda, Melek Tawis ji siran afirand. Paşê bona wî di orta behrê de Darê Helhelîyê çikand. Melek Tawis li wê darê danî. Xweda jê pirsî, go “Tu kê yî?” Melek Tawis bersîv da, got “Tu tu yî, ez ezim.” Li ser vî dar xar bû, xwe tewand. Xweda dîsa pirsî, go “Tu kêyî?” Di cara duyemîn de Melek Tawis wiha bersîvand, got “Tu Xwedayî, ez milyaket im.” Paşê dar xwe rast kir. Bo xatirê vê rûdanê Xweda nivî Dinyayê behr hîşt, nivî din erd kir.
Versîyona Elewîtîyê: Xwedayê Heq Cebraîl afirand. Ji bo ku bifire bask pêdakir. Cebraîl firî firî westîya. Taqeta wî nema. Qubekî kesk dît. Danî ser. Dengek hat, got “Tu kêyî, ez kê me?” Cebraîl got “Tu tuyî, ez ezim.” “Wekî wisane tu hinek jî bifire” got, ew deng. Cebraîl dûr û dirêj firî. Taqet lê qedîya. Dîsa li ser quba kesk danî. Ew deng dîsa hat. Heman pirs hat pirsîn, heman bersîv hat dayîn. Cebraîl dîsa firî. Cîhek din ku daynê tune bû. Cara sêyem hate ser qubê. Deng dîsa hat, got “ Tu kêyî, ez kê me?” Vê carê ji qubê deng hat, got “ bêje te afirandîye, ez afirîme, tu Rebbê min î.”
Mîta dawî li ser gengeşî û cedelên di navbera Adem û Havva ye. Di vegotina Êzdî ya vî mîtê de Adem û Havva li ser pirsa “berdewema neslê bi dê yan bi bav dibe” ve gotûbêj dikin. Di versîyona Elewî de pirs “nefsa kê çêtir e” ye. Di herd vegotinan de jî Adem bi ser dikeve.
Versîyona Êzdî: Di navbera Adem û Havva de gengeşîya “nesl ji dê yan ji bav tê” derket. Piştî mûnaqeşayên dûr û dirêj, herda toximên xwe xistin kûpekî û bi morên xwe ve derê wê girtên û heta neh neha li benda encamê man. Piştî neh meha derê kûpan vekirin. Di kûpa Adem de qîz û kurek derket. Ew bûn pêşîyên Êzdîyan, Êzdî ji wan zûhûr bûn. Di kûpa Havva de mêşûmorên rizyayî derketin.
Versîyona Elewî: Adem ji Havva re got, “nefsa te nerind e.” Hava jî ji Adem re got “nefsa te nerind e.” Paşê Adem dîsa ji Havva re got “wekî wisa ne, were em ji xalîyê du kûp çêkin, nefsên xwe berdinê, devê wan bigrin, heta çil rojê venekin. Nefsên xwe xistin kûpa û girêdan. Hê çil roj temam nebibû Havva teyax nekir û bêyî Adem derê kûpa xwe vekir. Lê çi bibîne, tê de dûpişk û mar hebûn. Hêrs dibe, jo bo ku Adem nebîne kûpê dişkêne. Paşê diçe kûpa Adem vedike, tê de topek nûr dibîne.
Dawîng
Pîrê Elewî gazî dike, dibê “heftê du ziman di me de ye.” Pîrê Êzdî dia dike, silametîya heftê du miletî dixwaze. Roj li enîya wan dixe, di cem û ceman de dihewin, gazî heman Xwedayê dikin, di heman rojîyan de diceribin, di heman eydan de şa dibin, li ser rêya xwe dimînin, li pey qewlê dikevin, dicemidin, tune û talan dibin lê her vedijin, efû dikin.
Êzdîtî û Elewîtî hewceyên eleqeyên hevpar in. Divê li ser wan, li ser cimaet û çanda wan, bawerî û qaîlîyên wan, jîyan û lîyanên wan gelek lêkolînên zanîstî, yên sosyolojîk û teolojîk pêkwerin, têkilî û hevaparîyên wan zelal bibin.
———————————————————————–
Çavkanî:
1-Dinsel Inancın Başlangıcına Dair Tezler
https://tr.m.wikipedia.org/wiki/Monoteizm
2-Düşünce Tarihi – O. Hançerlioğlu
3- Birayên Me yên Jîyanê: Êzdî -Seregol Intabê
https://www.seregolaintabe.com/birayen-me-yen-jiyane-ezdi/
4- Aynı Güneşe Selam Duran Aleviler ve Êzdîler- M.Özcan