Hîle

Hîle

Waxtekî li Brîtanyayê, sûçdarên ku bi cezaya mirinê diketin, pêş de qadavrayên xwe difrotin anatomîger û fîzyologa. Perên ku bi vî awayî kar dikirin, yan radizandin vexwarinê yan jî ji malbatên xwe re dihîştin.

Ji van mehkûman yek sucdarê kujarîyek xirab bûye. Rojek, ji bo ku kadavra xwe bifroşê, ji dixtorek re cab dike.   

Dixtor tê. Di nav wan de bazarîyek çetîn dibe. Vir de wê de di axirîyê de li hev rûdinên. Bazara wan li ser du Gîneyan ve pevdikeve.

Dixtor derdixe pere mehkûm dide. Mehkûm pere hildide dixe cêba xwe. Piştî ku perê xwe hildide saxlemîyê, dikene.

Dixtor dibê;

“Tu çima dikeni?”

Mehkûm kena xwe didomîne û wiha lê vedigerîne;

“Te wekî mehkûmekî ku wê were dardakirin min kirî, lê min te xapand, wê min bişewitînin… Ha ha ha!…”

Anton Çehov

———————————

Werger: Seregola Intabê