Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê

Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê

Şukru Erbaş, di helbestek xwe de dibêje, “Divê ez niha di trenek de bûma. Li stasyonê berf bibarîya.” Ez jî lê zêde dikim:Divê dengê fîqa kondûktor, biçûya bigihîşta gura, tev li dengê wan bûya, tê de winda bûya…

Berf, hisîyeta bedewî û bêsînorîya di dil û rihên merivan de ne, hişyar dike. Dilên însana bi erênîyê, pakî û başîyan ve tijî dike û merivan ji tim dijminî û nebaşîyan dûr dixe. Berf, bi me dide hisîn ku li hember her cûdahîyan di alemê de însan dişibe hev, di nav zeman û wargeh de însan bi însanetî û bi başîya di hundurê xwe dihise. Ji ber ku berf paqiş e, paqişî ye, însana bi xwe re rû bi rû dihêle. Rihê baş ya ku destê Yezdan lê ketîye derdixe der.

Heye ku ji ber vê ye, gava berf dibare meriv nêzîkî hev dibe, hev diparêze, hevkar dike. Tu dibê berf wekî ku li ser dijmintahîyan, nakokîyan, nebaşî û xirabîyan dibare, hemû hovîtîyên ku di rihên tarî yên însan de ye vedişêre, belkî diheşibîne.

Zivistan e. Her çiqas berfa berê tunebe jî işqîya berê xwe li ser ehlîyên Serhedê işke işk dide hisandin. Di van demsalan de rêya gunda tê girtên, çil û çîya qerm digre, derûdor, gund û bajêr bi tevahî bi spîtahîya berfê ve dorpêç dibe.

Li gunda sobên sergîna, vê axirîyê komir jî vedikevin, dûyê wan wek şerîdek reş ji kulekên malan de ber bi asûmana hilpas dibe, dirêj dibe diçe. Li ser berfa qerimî yê ku kurşe girtîye dirûngên zer tên raxistin, pez û berxê malan ji tewle û goma dertên, li ser dirûnga alif dixwin.

Ji ber işkîya bêhempa çem, gol û avên qarxûna diqerimin, bi erdên dora xwe ve dizeliqin. Yek ji wan golan jî Gola Çildirê ye. Gol, wek hersal îsal jî qerimîye. Hersal ku diqerime xizakên hespa li ser digerin, zarok li ser dişiqitin, mesîvan tên, bûza li ser bi qasî heleqek dişkênin, weke devê bîrek çevek vedikin, her wiha tê de mesîyan digrin.

Lê îsal, gorî ku me ji çapemenîyê agahî hildaye, xelqên wê derê, yên Qersê çalakîyek teze li ser saz kirine. Wekî ku hûnê li jêrê di dîmena de jî bibînin, îsal ehlîyên deverê tên li ser bi biskilêtan dajon, bi bisiklêtan tûrên hûr lê sar, belê bi kelecan diavêjin, li ser digerin, dileyîzin, waxtê xwe di tema demsalê de dibohirînin.

Nivîs