
Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
Tara Mamedova bi albuma xwe ya bi navê “Giran” bi muzikhezan re ye. Di albuma ku gelek stran tê de hatine tomarkirin, strana bi navê “Xewna Giran” ku strana yekemîn e, di hemû platformên dijital de hatîye weşandin.
Tara Mamedova di derheqê albûma “Giran” de wiha diaxife:
“Ez dikarim bêjim piştî vê xebata salekê, weke ku di jiyana min de dergehek nû vebe. Di vê dema zahmet de, di dema lêgerîna berdewamiya muzîkjeniyê de, hevalê xwe yê produktor, bestekar, mûltîenstrûmanîst, aranjor mamoste Serkan Dûran nas kir. Serkan Dûran bi tecrûbeya xwe ya çil salan hêla ku hest û eşqa min ya muzîkê vejene. Bi xebata xwe ya hestiyar, ew di jiyana min ya hunermendiyê de bû nefesek nû. Di encama vê xebata bi navê ‘Xewna Giran’ de ku paşê emê bi we re par ve bikin, ev berhem me derhênan. Ez ji dil û can spasiya mamoste Serkan Dûran dikim ku di vê rêwîtiya muzîkjeniya min de bû rêber, reng û dengekî nû û hemû behrema xwe tevlê kir û hêla ku ez bi çaveke din li muzîkê binerim.”
Mamedova, di strana bi navê “Xewna Giran” de, behsa berxwedana dayikek beranberî tije şevereşk û tirs û xofê û geryana hêvî, hezkirin û ber bi wê ve çûyinê dike.
Ev stranên ku hatine tomarkirin bi tevayî di nava şeş mehan de, dê bigihêje muzîkhezan. Stran dê weke single û maksî sînglê di platforma dijîtal de û li firoşgehan peyda bibe.
Di vê albumê de, du stran yên hunermendê bi xwe ne û yên din jî bi hestiyarî hilbijartiye ku ew cara pêşîn di vê albumê de distrê. Tara Mamedova dibêje, naveroka stranên ku hilbijartiye, jiyana wê bi xwe ye. Û balê dikşîne ser bandora hunerê ya li ser manewiyata mirovî.
Mamedova, qala albûma xwe kir dixwaze ku ji bo muzîka kurdî berhemên nû yên gerdûnî amade bike: “Ezê di vê albûmê de stranên gerdûnî bibêjim.”
Di heman demê de ev album; çîroka jinan ya ku dibêjin di van rojên ku divê mirov her gavê xwe nû bike, li ber xwe bide, têk neçe û bikaribe bêje ez jî di vê jiyanê de cîh digrim û heme û li ser piya me. Ji bilî du berhemên ku bi xwe nîvîsiye û yên gelerî, cîh daye helbestên Fêrikê Usiv, Ebdulaziz Xeyat, İsmaîl Cûma, Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkan jî.
TARA MAMEDOVA KÊ YE?
Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Kirgizîstanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999’an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000’an ji bo dersên dans, Şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavl.
Malbata Tara Mamedova sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye. Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste, Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê. Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî dibe. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransa. Di sala 2008’an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû .
Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê ‘’Ax’’ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde dike.
Mamedova di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cûda cûda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan