Seregola Intabê

Ji Melayê Batê Çi Ma

Ji Melayê Batê Çi Ma

Di sala 1417an de li Colemêrgê, li gundê Batê hatîye dunê. Ji eşîra Ertoşîya ne. Di medresa Mîr Hesen Welî de perwerde bûye. Bi salan di bin hîmayeya Mîrê Mîksê de jîyaye. Di heman demê de ji medreseyên Duhok, Hewlêr û Mûsûlê jî ders hilda ye. Li Medreseya Meydanê ya Colemêrgê de mamostetî kirîye. Nivîskarê Mewlûda Kurdî ye.

Tê gotin ji giranîya bacê, gelê heremê Mele dişînin cem Mîr. Mîr dibê, “ezê deynê bacê ya li ser gel efû bikim, lê tu yê çi bikî ji bo min?”

Mele dibêje “ Mîrê min, tu bacê efû bikî quweta minê hebe ku ezê bikaribim 150 zarokan perwerde bikim.”

Gorî rîwayeta, di zivistana 1491an de gava bi rê dikeve ku here gundê xwe di zozanên Berçelan de li bagera berfê dikelibe û jîyana xwe ji dest dide.

Gava diqerime helbestek ku bîsta mirina xwe vedibêje dinvîse. Ew helbest, di mehên biharê de gava ku tê dîtin, ji berîka wî de dertê. Navê helbestê “Ji Çirya Paşîyê Pê Da”ye.

Qîmeta vê helbestê ne tenê ji vegotina bîsta mirina Mele tê, di heman demê de bi vajîkirina mazmûnên helbestên dîwanê ve jî balkêş e.

Helbesta Mela ya herî naskirî “Zembîlfroş” e. Ev helbest vegotinek gel bi helbestî tîne ziman e. Lê di nav Kurdan de gelek versîyonên wê hene. Destanek eşqê ya wek Mem û Zîn, Ferhat û Şirîn, Leyla û Mecnûn e. Di destan de eşqa hemjîna mîrê heremê Xatûn ku dilê wê dikeve froşdarê zembîlan tê vegotin. Zembîlfroş jî prensek heremê ye û li hember ewqas dewlemendîyê ve bi keda xwe pey debara xwe digere. Jixwe dev ji zewqên dunyayî berdaye xwe ji alema ûhrevî re hîştîye. Di Zembîlfroş de li ser rewşa civakî û eşqa Xatûnê hûrlêdibin. Bi nîşana alema ûhrevî ya Zembilfroş ve di navbera herd dunyayan de bendek zexm ya felsefî tê girêdan.

Sê berhemên Mela heye ku yek ji wan winda ye. Berhema windayî “Dîwan”e û hê nehatîye dîtin. Berhemên wî yên din “Mewlûda Pêxember” û “Destana Zembîlfroş” e. Ev herd berhemên hêja îro li St.Petersburgê di Pirtûkxaneya Saltîkov – Sçedrîn de ye.

“Mewlûda Pêxember” ji alîyê Albert von Lecoq di sala 1903an de li Berlînê hatîye weşandin.

Sê Berhem:
1-Divanı (Winda ye.)
2- Mewlûda Melayê Batê
3- Destana Zembilfroş


Ji Çirya Paşiyê Pê Da


Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê

Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîşan in li hingorê

Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê

 

Çavkanî:Wattpad Vanexpres