Ji Qedexeyê Ber bi Zanîngehê: Rêwîtiya Kurdî
Perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û ji bo pêşketina takekes û civakê gelek girîng e. Jixwe zimanê ku nebe zimanê zanist û zanîngehê, dimire.
Perwerdeya bi zimanê dayikê ji giringiya pedagojîk û zanistî tê. Bi zimanê dayikê fêrbûn hêsantir e û zarok gava bi zimanê ku li malê pê diaxive fêr dibe, têgihîştin 4-5 qat zûtir dibe. UNESCO dibêje: „Heke zarok 6-8 salên pêşîn bi zimanê dayikê nexwîne, serkeftina wî ya akademîk kêm dibe.“
Bi zimanê dayikê pêşxistina ramanê bihêz dibe. Zimanê dayikê bingeha ramana rexneyî, afirînerî û çareserkirina pirsgirêkan e. Zarok pêşî bi zimanê xwe difikire.
Perwerdahîya bi zimanê dayikê hînbûna zimanên din jî hêsan dike. Kesê ku zimanê xwe yê dayikê baş bizane, zimanên biyanî jî hêsantir hîn dibe. Mesela bi Kurdî Îngilîzî hînbûn, ji bi Tirkî Îngilîzî hînbûnê hêsantir e .
Perwerdahîya bi zimanê dayikê, giringiya psîkolojîk û nasnameyî derdixe pêş. Zarokên ku bi zimanê xwe perwerde dibînin, xwe kêm nabînin.
Ziman hilgirê çand, dîrok û bîra civakê ye jî. Gava zarok bi zimanê xwe nexwîne, ji kokên xwe qut dibe. Civaka ku bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, civakeke xwenas, afirîner û pêşketî ye. Wek mamoste Celadet Alî Bedirxan gotiye: „Zimanê me hebûna me ye. Kesê zimanê xwe winda bike, xwe winda dike.“
Ji bo zarokan hînbûna zanistê bi Kurdî hêsantir e. Ne mecbûr e pêşî Tirkî/Erebî/Farisî hîn bibe, paşê matematîkê…
Jixwe di derbarê girîngîya ziman de mafên zimanê dayîkê bi çend peymanên girîng ve jî hatine qebûlkirin.
Yek ji wan Peymana Mafên Zarokan a NYê ye. Di Xala 30an de dibêje: Zarokê kêmar maf heye ku zimanê xwe bikar bîne. Di heman mêjarê de UNESCO 1953 beyan kirîye: „Perwerdeya herî baş bi zimanê dayikê ye.“ Dîsa danezana UNESCO 1999an de 21ê Sibatê „Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî“ tayîn kirîye.
Di çarçoveya van agahîyan de werin em hinek li ser rewşa perwerdayîya bi zimanê Kurdî bisekinin.
Li cîhanê çend zanîngeh hene ku bi Kurdî perwerde didin an jî beşên Kurdî lê hene. Hin ji wan bi tevahî bi Kurdî perwerde didin, hin jî tenê ders û bernameyên zimanê Kurdî pêşkêş dikin:
Zanîngehên ku Bi Kurdî Perwerde Didin / Zimanê Sereke Kurdî ye
- Zanîngeha Rojava – Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê/Sûriye
Di 2016an de hat damezrandin. Beşên tib, endezyarî, zanist, huner, jineolojî, pedagojî û wêjeya Kurdî hene. Zimanê perwerdeyê yê sereke Kurdî ye, ligel erebî û îngilîzî. - Zanîngeha Kurdistan Hewlêr (UKH) – Hewlêr, Herêma Kurdistanê, Iraq
Zanîngeheke giştî ye ji 2006an ve. Her çend bi tevahî bi Kurdî nebe jî, gelek bername û ders bi Kurdî tên pêşkêşkirin û zimanê Kurdî di jiyana akademîk de cih digire.
- Zanîngeha Duhokê – University of Duhok (UoD)
Beş û Bernameyên Akademîk
Zanîngeh xwedî gelek kolej e û bernameyên lîsans, master û doktorayê pêşkêş dike.
Beşên ku Bi Zimanê Kurdî re Têkildar in:
Koleja Perwerdeyê – Beşa Zimanê Kurdî
Lîsansa Ziman û Wêjeya Kurdî
Master û Doktoraya Wêjeya Kurdî û Zimannasiya Kurdî
Ders bi kurmancî tên dayîn. Hem edebiyata klasîk hem ya nûjen, rêziman, zaravanasî û rexneya edebî tê xwendin.
Koleja Ziman
Beşa Wergerê: Kurdî ↔ Îngilîzî ↔ Erebî
Kursên zimanê Kurdî ji bo biyaniyan
Navenda Zimanê Kurdî
Lêkolînên li ser zaravayên Kurdî
Standardkirina zimanê Kurdî
Çapkirina kovara akademîk
Zimanê Hîndekariyê
Li Zanîngeha Duhokê zimanê fermî yê hîndekariyê îngilîzî ye, lê di beşên Zimanê Kurdî, Dîrok, Civaknasî û Perwerdeyê de gelek ders bi Kurdî tên dayîn.
- Zanîngeha Raparîn – University of Raparin (UoR)
Kolej û Beşên Kurdî
Koleja Perwerdeya Bingehîn / College of Basic Education – Ranya
Beşa Kurdî – Lîsans
Beşên din: Erebî, Matematîk, Computer, Îngilîzî, Kindergarten
Koleja Perwerdeyê / College of Education – Qeladizê
Beşa Kurdî – Lîsans
Beşên din: Îngilîzî, Erebî, Psîkolojî
Koleja Zanistên Mirovî / College of Humanities – Ranya
Beşên Dîrok, Erdnîgarî, Felsefe, Hiqûq, Rêveberiya Kar
Koleja Hemşîretiyê / College of Nursing
Koleja Zanist / College of Sciences
Biyolojî, Medical Laboratory Science, Kîmya, Fizîk
Endezyariya Sivîl
Zimanên Hîndekariyê
Li Zanîngeha Raparîn 3 ziman tên bikaranîn: Îngilîzî, Kurdî, Erebî
- Zanîngeha Kurdî li Almanyayê – Tê plankirin 2026an vebe
Dê bibe yekem zanîngeha Kurdî li derveyî Kurdistanê. Zimanê perwerdeyê yê sereke dê Kurdî be, bi her du zaravayên kurmancî û soranî. Her wiha dê bi almanî û îngilîzî jî ders hebin.
Zanîngehên ku Beşên Ziman û Wêjeya Kurdî Lê Hene – Tirkiye
Ji sala 2009an ve li gelek zanîngehên Tirkiyeyê beşên Kurdî vebûne:
- Zanîngeha Çewlîgê (Bingöl)
Beş: Ziman û Edebiyata Kurdî, di bin „Beşa Ziman û Edebiyata Rojhilat“ de
Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî û Kurmanciya Jêr/Soranî
Agahiyên girîng: Ji 2018an ve lîsans dide. Heta niha 125-130 xwendekar der çûne. Master û doktorayê jî heye. Hin derçû hatine tayînkirin, hin jî di sektora taybet de dixebitin. Serokê beşê Dr. Zafer Açar dibêje: „Kesên ku qet bi Kurdî nizanin jî tên“. Dersên ziman, wêje, çapemenî û lêkolînê tên xwendin.
- Zanîngeha Dîcleyê – Kursa 3 mehî ya kurmancî
Beş: Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, di bin Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç de
Sala vekirinê: 28 Gulan 2024
Kontenjan: 25-26 xwendekar ji bo 2024an
Çalakiyên din: Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET) heye. DUKET qursên 3-mehî yên Kirmanckî û Kurmancî vedike, şanoya Kurdî dilîze. Armanc: „Zimanê Kurdî di nav ciwanan de belav bibe“
- Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê
Enstîtu: Enstîtuya Zimanên Zindî
Bername: Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî + kursên sertîfîkayê
Zarava: Kurmancî û Zazakî
Kursên 2025:
A1 Kurdî – Kurmancî
B1 Kurdî – Kurmancî
A1 Kurdî – Zazakî
Kursa Mamosteyê Kurdî
Ezmûna Sertîfîkaya Kurdî
Kontenjan: 36 xwendekar ji bo Kurmancî
Mîsyon: Avakirina „pirek di navbera ziman, nasname û çandan de“
- Zanîngeha Mûş Alparslan
Beş: Ziman û Wêjeya Kurdî
Destpêk: 2013-2014 bi ÖSYMê re
Kontenjan: 40 xwendekar, di 2024an de 31 kes bi cih bûne
Pûan: 238,33281 – 357,55565
Zanîngehên Derveyî Welat Ku Dersên Kurdî Didin
- University of Central Florida (UCF), DYA– Yek ji du zanîngehan li Amerîkayê ye ku bi berdewamî dersên Kurdî dide. Bernameya lîsansê ya „Kurdish Studies“ jî heye.
- Harvard University, DYA – Ji bo cara yekem di dîroka xwe de dersa zimanê Kurdî vekir. Ders ne tenê ziman, çand û dîroka Kurdî jî digire nav xwe.
- University of Exeter, Brîtanya – Navenda Lêkolînên Kurdî heye û dersên kurmancî dide. Ji bo master û doktorayê jî bûrs dide.
- Inalco, Fransa – Tenê zanîngeha Fransayê ye ku ji lîsansê heta doktorayê bi Kurdî perwerde dide. Ev bername li Ewropayê yekta ye.
- Indiana University Bloomington, DYA – Yekem bernameya Kurdî ya berdewam li Amerîkayê li vir dest pê kir.
- Zanîngeha Uppsala – Uppsala University, Swêd
Zanîngeha Uppsala yek ji zanîngehên herî kevn û navdar ên Ewropayê ye, di 1477an de hatiye damezrandin. Di warê zimanên îranî û Kurdî de xwedî kevneşopiyeke xurt e.
Beş û Kursên Kurdî li Uppsala
Zanîngeh di bin „Department of Linguistics and Philology“ de gelek kurs û bernameyên Kurdî pêşkêş dike:
- Asta Lîsansê (Bachelor)
Introductory Course in Northern Kurdish (Kurmanji) 15 kredî Kursa destpêkê ya kurmancî ye. Ji bo kesên ku dixwazin kurmancî hîn bibin.
Kurdish C – 30 kredî Asta pêşketî ya Kurdî.
Applied Kurdish: Studies in a Kurdish Speaking Country – Kurs bi pratîkê ye. Xwendekar diçin welatekî Kurdîaxêv û li wir dimînin. Armanc, Xwendin û wergerandina metnên edebî yên Kurdî, wergerandina nûçeyên rojnameyan, axaftin bi Kurdîaxêvan re li ser bûyerên rojane, nivîsandina name û raporan bi Kurdî û hînbûna erdnîgarî, çand û jiyana Kurdistanê ye.
- Asta Masterê
Optional Language: Kurdish 1 (Sorani) –15 kredî Kursa soranî ya asta masterê ye. Bi perwerdeya ji dûr ve tê dayîn, 50% dem. 2 civînên mecbûrî li kampusê hene. Zimanê hîndekariyê swêdî ye.
Optional Language: Kurdish 2 (Kurmanji) – Kursa kurmancî ya asta pêşketî ye. Her weha 50% ji dûr ve, 2 civînên kampusê ne.
Kurdish Translation Project: Literary Fiction –7.5 kredî Kursa wergera edebî ye. Xwendekar wergera metnên edebî ji bo Kurdî hîn dibin. Bikaranîna metodên teoriya wergerê ye.
Seregol
