Seregola Intabê

Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”

Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”

Sopranoya bi navûdeng Svetlana Kasyan yekemîn car stranek bi Kurdî xwend. Svetlana Kasyan, strana “Hoy Nergiz” bi dengê xwe yê bêhempa li xezîneya muzîka Kurdî kir.

Sevetlana Kasyan hunermendek Êzdî ye û xeyalê wê yê herî mezin ewe ku rojek konserek bi Kurdî bide.

Svetlana Kasyan li Batûm a Gurcîstanê di sala 1984an de hatîye dunê. Ji malbatek Kurdê Êzdî ye. Ew hê 9 salî bûye malbata wê koçî Qazagîstanê kirîye. Memostayê wê ya yekem ya muzîkê di heman demê de dîya wê Seda Xanim e.

Piştî waxta, di 17 salîya xwe de ji bo perwerdarîya muzîkê diçe li Moskovayê bicîh dibe. Li wê derê di Konserwatuara Çaykovskî bi memostayên Rûs re dixebite û dersên şanê hildide. Xêncî vê li Washingtonê li cem maestroya Amerîkanî Placîdo Domîngo staj dibîne.

Di sala 2011an de ji konserwatûarê mezûn dibe. Ji bo sitrandina stranên solo tecrûbe kar dike. Û di heman salê de li bajarê Nîngho ya Çînê, di Pêşbirka Strana ya Navnetewî de xelata yekemînîyê distîne.

Svetlana Kasyan, yekem car di sala 2010an de di Tîyatroya Bolşoy de dertê sahneyê. Kasyan, di sala 2011an de li Îtalyayê, li bajarê Barî de, bi Senfonîya Beethoven ya Nehemîn de xwe diceribîne. Sala 2011an de gava di Tîyatroya Bolşoy de di şanoya “Tosca” de leyîstîye, rojnameyan wê wekî “dengê herî bihêvî ya dunyayê” binav kirine.

Sopranoya Kurd, di sala 2013an de li paytexta Îtalyayê, li Romayê di bin hîmayeya Serokkomar û Konseya Papa konserek solo dide. Di heman rojê de Papa Francîs, Sevetlana qebûlê hizûra xwe dike. Papa, soza ji bo Xwedê sitran gotin û qencî belavkirinê ji Svetlana distîne.

Dîsa di heman salê de li Torînoyê, di Tîyatroya Regîo’yê, di operoya Don Carlos de rola Qralîçe Elîzabeth hildide. Opera di televîyona Îtalî ya qanala RAI de diweşe.

Svetlana di sala 2017an de ji bo ku bala xelkê bikşîne ser hunera operayê di rakêşîyên erotîk ya kovara Maxsim de cîh digre.

Di sala 2017an de duyemîn car Papa dibîne. Di heman salê de piştî prumîyera xwe ya li Opera ya Romayê bi rola xwe ya Tosca ve xelat digre.

Svetlana Kasyan hê jî li bajarên wek Torîno û Venedîkê û di sahneyên mezin yên Avrûpayê de bi dilêrî konseran dide.

Svetlana Kasyan di heman demê de ji destpêka kariyera xwe ve bi berdewamî li her aliya cîhanê beşdarî konserên xêrxwaziyê jî dibe.

—————————

Çavkanî:

K24

Rûdaw

Wîkîpedîa

Bernamegeh