Seregola Intabê

Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî

Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî

Derhênerê Kurd Mihemed Arslan jîyana Jîna Emînî yê ku ji alîyê polêsên Îranê ve hatibû kuştinê dikşîne ser perdeya spî.

Derhênerê Dîyarbekirî Mihemed Arslan navê fîlma ku wê jîyana Jîna Emînî vebêje “Jîna” danîye. Derhêner Arslan wiha dibêje: “Kuştina Jîna Emînî wek alayek li tim dunyayê belav bû, rûdanek gelek xofdar bû, nedibû ku ez bêdeng bimama. Ji ber vê min biryar da ku ez fîlma wê çêbikim. Hewl didim ku bigihîjim malbata Jînayê. Fîlm wê li Cizîr û  Qoserê were kişandin. Heta salek ezê fîlmê biqedînim û tev li festîvalên navnetewî bibim.”

Wê di fîlmê de lîstikvanê Hollandî Ron Smoorenburg bileyze ku di dunyayê de bi navûdeng e.   Wek tê zanîn Ron Smoorenburg di fîlma Ez Kê Me (Who I) de ku ya aktöre navdar Jackie Chan e de rol hildabû. 

Ron Smoorenburg ragihandîye ku ji bo wê di fîlmê de bileyze serbilind e. Ron Smoorenburg wiha gotîye: “Di fîlmê de ezê polêsek vejînim. Her wiha ez wek karekterek nebaş dertêm ber temaşevanan lê ji bo azadîya xelqekî di projeyek wiha de rol hildan serbilindîye ji bo min. Ji bo ku herkes têbigihîje rûdanên li dunyayê divê em ji bo dadê û azadîyê tevbigerin. Di dawîyê de yên ku ji bo dadê û azadîyê şer dikin wê serbikevin.”

Wek tê zanîn Jîna Emînî di 13ê Îlona 2022an de li Tehrana Îranê ji alîyên devrîyeyên İrşatê ku wek “polêsên exlaqê” tên zanîn hiltê binçav. Jîna Emînî di demajoya binçavîyê de aciz dibe û radikine nexweşxneyê.  Jîna Emînî hê de 22 salîya xwe de, di 16ê Îlona 2022an de li nexweşxanê jîyana xwe ji dest dide.

Piştî mirina Jîna Emînî li Seqizê ku memlekete wê ye, di 17ê Îlonê e xwepêşandinên bertekî destpê dike û di demek kurt de wek protestoyên li hember îdareyê belavê tim Îranê dibe. Rûdan û bûyarên ku bi meha dikşîne dibe sedemên mirina gelek pêşander û ji sedî zêdetir polêsan.

Çavkanî: nûçeyên ajansa

Werger ji Tirkî: Seregola İntabê