Seregola Intabê

Keça Kumsor
Rûpel 1
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran. Hebû tunebû, keçeke piçûk hebû. Herkesî pir ji vê keçikê hez dikir, lê hezkirina dapîra wê ji ya herkesî zêdetir bû. Dapîrê carcaran ji bo ku kêfa keçikê bîne, diyariyek dida wê.
Rojekê jî dapîrê kumikeke sor da keçika piçûk. Kumik wisa xweş li keçikê dihat ku wê êdî nexwest kumikeke din bide serê xwe. Ji ber wê yekê, navê Keça Kumsor lê danîn.
Rojekê diya wê ji Keça Kumsor re got:
–Keça min a delal, binêre min hinek fêkî, kilor û sûseyek şerbet amade kiriye.
Divê tu van bibî ji dapîra xwe re; ew nexweş ketiye û bêhal e. Ku tu van bibî, wê pir
kêfa wê were… Dema tu bikevî rê, pir biaqil be û berê xwe nede aliyên din, ji rîya rast
dernekeve! Û dema tu bigihîjî mala dapîrê, ji bîr neke jê re bibêje “Roj baş” û derdorê
jî tevlîhev neke.
–“Ezê her tişt wekî tu dixwazî bikim, dayê”, got Keça Kumsor.
Piştre wê selik girt, xatir ji diya xwe xwest û ber bi mala pîrika xwe ve meşîya.
Mala pîrika Keça Kumsor di nav daristanê de bû û nîv saet dûrî gund bû. Dema ku
Keça Kumsor gihîşt daristanê, rastî gurekî hat. Lê belê wê nizanibû ku gur heywanekî
xirab e û ew qet jê netirsîya.
–Roj baş Keça Kumsor, got gur.
–Roj baş Gur, got Keça Kumsor.
–Tu bi ku ve diçî wisa ?
–Ez diçim cem dapîra xwe.
–Di selika te de çi hene wisa?
Rûpel 2
–Fêkî, kilor û şerbet hene. Ez ê wan bibim ji dapîra xwe re. Ew ê bi van pir bi
qewet be.
–Dapîra te li ku derê rûdinê, Keça Kumsor ?
–Panzde deqe dûrî vê derê, li nav daristanê ye mala wê. Li binya malê devî
hene û li kêleka wê jî sê darên keleman hene, tu zanî?
Gur devê xwe alast û ji xwe re got: “Mmm ! Îro ji min re ziyafeteke baş û xweş
dixuye. Lê divê pêşî ez herim pîrê hal bikim, piştre jî vê cîwanîkê.”
Û gur ji keçikê re got: –Keça Kumsor, ka li van kulîlkên xweşik binêre. Tu çima
qet li wan nanêrî? Tu qet li dengê çivîkan jî guhdarî nakî. Binêre çiqas xweş distirin.
Wekî ku tu diçî dibistanê wisa zûzûka dimeşî. Li vê daristanê her tişt pir delal in ha!
Piştî wan gotinên gur, Keça Kumsor çavên xwe baştir vekirin û ji ber delaliya
xwezayê devê wê vekirî ma. Piştre wê ji xwe re got: “Ku niha ez ji dapîra xwe re ji
van kulîlkan berhev bikim, wê pir kêfa wê were. Çawa be hê pir zû ye.”
Keça Kumsor dest bi berhevkirina kulîlkan kir. Û, har cara ku kulîlkek jêdikir,
wê ji xwe re digot: “Ha li wî alî yeke delaltir jî heye, ha yeke delaltir jî heye!”. Û ha
wisa, Keça Kumsor her ku diçû zêdetir diket nav daristanê û ji riya mala pîrika xwe
zêdetir bi dûr diket.
Gur jî bi vê fersendê bi bazdan, rasterast çû mala pîrê. Û çaxa ku ew gihîşt ber
derî, li derî da got: “Teq teq!
–Ew kî ye?
–Ez Keça Kumsor im, pîrê. Min ji te re xwarin û şerbet anîne.
–Zimanê derî bikşîne, veke. Qet halê min tune ez rabim ser xwe.
Gur zimanê derî kişand, vekir, û bêyî ku tiştekî bibêje, çû xwe çeng kir avêt ser
pîra belengaz û ew bi carekê de daqurtand. Piştre jî cilên pîrê li xwe kir, serê xwe girê
da, di nav nivîna pîrê de xwe dirêj kir û lihêf kişand ser xwe.
Di vê navberê de, piştî ku Keça Kumsor têra xwe kulîlk berhev kirin, bi carekê
dapîra wê ket bîra wê û wê dîsa berê xwe da riya mala dapîrê. Lê dema ku Keça
Rûpel 3
Kumsor gihîşt malê, dît ku derî vekirî ye û feqîrê pir şaş ma. Dema ku ket hundir jî,
hundir jê re pir xerîb xuya kir. Wê ji xwe re got: “Himm, ez îro çiqas dikevim
gumanê ! Lê dîsa jî, wekî her tim ez pir kêfxweş im, ji ber ku li cem dapîra xwe me.”
Û bi wê kêfxweşîyê Keça Kumsor bi dengekî bilind got:
–Roj baş, pîrê !
Lê tu bersiv nehat. Keçik nêzî nivînê bû û lihêf da alî. Dapîr di nav nivînê de
dirêjkirî bû, ser û çavê xwe hemû girê dabû. Halê wê pir xerîb xuya dikir.
Keça Kumsor şaş û metel jê pirsî:
–Pîrê, guhên te çiqas mezin bûne !
Gur got: –Ji bo ku te baştir bibihîzim.
–Pîrê, çavên te çiqas mezin bûne !
–Ji bo ku te baştir bibînim.
–Pîrê, destên te çiqas mezin bûne !
–Ji bo ku te baştir hembêz bikim.
–Pîrê, pozê te çiqas mezin bûye !
–Ji bo ku te baştir bêhn bikim.
–Lê pîrê, devê te çiqas mezin bûye !
–Ji bo ku te baştir bixwim!
Gur wisa got û ji nişka ve ji nav nivînan hilpekiya û Keça Kumsor bi carekê de
daqurtand.
Piştî ku gur zikê xwe têr kir, xwe di nav cihê pîrê de dirêj kir û di xew re çû. Wî
wisa zêde xwaribû ku êdî pifepif û xurexur pê ket.
Tam wê demê jî nêçîrvanek di ber mala pîrê re derbas dibû. Wî ji xwe re got:
“Hela hela, ev pîrê çiqas xurexur dike îro, ka ez herim binêrim gelo pêdiviya wê bi
tiştekî heye!” Nêçîrvan ket hundir û dît ku gurek di nav nivîna pîrê de raketiye.
— “Hey gurê pîs! Ji kengê ve bû ez li te digeriyam…” got nêçîrvan.
Rûpel 4
Wî tam xwe amade kir ku bi tifinga xwe guleyan berde gur, bi carekê hat bîra wî ku mumkun e gurê dilreş û çavbirçî dapîra belengaz daqurtandibe û belkî mumkun be ew wê xelas bike. Nêçîrvan gule berneda, lê rahîşt meqesekê û zikê gurê razayî qelişand, vekir. Dema ku zikê gur qelişî, nêçîrvan dît ku waye Keça Kumsor û dapîra wê herdu jî tê de ne.
Keça Kumsor ji zikê gur derket û got:
–Ooy! Ez çiqas tirsiyam ! Zikê gur gelek tarî bû !
Piştî Keça Kumsor, dapîra wê jî ji zikê gur derket.
Gur hê jî di xew de bû. Nêçîrvan Keça Kumsor sand derve da ku çend kevirên mezin bîne. Keçik bi lez çû ji derve çend kevirên mezin berhev kirin anîn û hemû xistin zikê gur. Piştre nêçîrvan zikê gur dirût û gur ji nişka ve ji xew şîyar bû û xwest ji wir bireve.
Lê kevir wisa giran wisa giran bûn ku gur nekarî bazde û li erdê ket got tereeeeppp û mir.
Êdî dilê nêçîrvan, yê Keça Kumsor û dapîra wê rehet bû. Nêçîrvan çermê gur hungurand û bir mala xwe. Dapîrê fêkî, kilor û şerbeta ku Keça Kumsor jê re anîbûn xwar, vexwar û bi ser xwe ve hat. Keça Kumsor jî ji xwe re fikirî got: “Ji îro û şûn ve ez ê gotinên dayika xwe ji bîr nekim û ez ê bi ya wê bikim.”
Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya.
Çîrokek ji Jacob & Wilhelm Grimm