Seregola Intabê

Kela Wanê
Nîşana „Qralê Dunyayê“
Kela Wanê ji alîyê Qralê Ûrartûyan, Sardûrê 1. di dora salên BZ 840-830 de ava bûye. Bi qasî sed sala, wekî paytexta Ûrartûyan maye. Di nivîsên kevn yên Asûr û Ûrartûyan de, xûya kirîye ku navê xwe yê berê Tûşba ye.
Kela Wanê îro 2850 salî ye. Ûrartû, berîya zayînê di dora salên 855’an de tên heremê û li başûrê Wanê cîhwar dibin, qralîyeta xwe saz dikin. Heta dawîya qralîyetê, 13 qral derketine ser text. Sardûrê kurê Lûtîprî, (Sardûrê 1.) qralè yekemin ya Ûrartûya ne.

Kel, ji du beşan pêk tê. Yek ji wan, kela hundirîn e. Ya din jî kela derva ye. Di keleya hundirîn de berhemên herî girîng Birca Sardûr, dîwarên sûrê, gorên qralên Ûrartûyan, pêpelûka hezaryekê ya ku digihîje sarinica sûrê, perestgeha li derve û du nîşên perestgehê cih digire. Berhemeke kelê ya girîng jî gora kevirî ya Qral Manû û Argiştî Yekem e. Li ber vê gorê, nivîska bi navê “Nivîskên Horhor” yên ku herî dirêj ên Ûrartûyan e, cih digire.
Kela Wanê, 4 km dûrê bajêr e. 1800 m. ber bi Golê dirêj dibe. Berahî 120 m. ye. Ji erdê bilindahîya xwe jî nêzî 100 m. ye.

Li ser Birca Madir ku li alîyê Golê dikeve û îskeleyek kevn e, nivîsk hene. Beşek ji wan wiha deşîfre bûye:
„Qralê mezin û bi hêz, Sardûrê Yekemin ê kurê Lûtîprî, qralê Dunyayê ye. Ew bêemsal e. Ji şer naweste. Ew dibê, ‚ez Sardûrê kurê Lûtîprî me. Min van keviran ji bajarê Alniûnû anî û van dîwara çêkir.‘ „

Piştî Sardûrê Yekem, di dewrên qralên wek Îşpûînî (BZ 830-?), Menûa (BZ 810-786), Argiştî (BZ786-764) û Sardûrê II. (BZ 764-735) de kel girîngî û pêşveçûna xwe domandî ye. Lê piştî erîşên Asûr, Qral Rûsa II. paytextîyê ji Tûşpayê distîne û paş ve vedikişe, diçe Toprakqalê. Li ser vî kel, girîngîya xwe jî winda dike.
Kela Wan, ji alîyê arkeolog û pîsporê nivîska yê Brîtanî, Austen Henry Layard ve (5 Adar 1817 – 5 Adar^1894) hatîye kolandin. Layard bi zêdeyî bi kolanên xwe yën li ser bajarê Nemrûd ve tê nasîn.
Kela Wanê, ji kelên Ûrartûyan ya herî mirês û biîhtîşam e. Her wiha, gelek bermahiyên Ûrartûyan digihîne roja me.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek