Seregola Intabê

Keledoşa Herî Xweş

Keledoşa Herî Xweş

Li Wanê pêşbaziya „keledoşa herî xweş“ hat lidarxistin.

Di kordînasyona Walîtiya Wanê da Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr li Keleha Wanê li ber Malên Kevin yên Wanê bi beşdariya 30 pêşbazan pêşbaziya „keledoşa herî xweş“ li dar xist.

Pêşbazan keledoşa ku bi nok, pincar, nîsk, genim, kartol, pîvazên di rûnê nivîşk da hatine sorkirin û goşt li malê amade kiribûn ji bo juriya ji pênc kesan pêk dihat pêşkêş kirin.

Piştî ku endamên juriyê keledoşa pêşbazan tehm kirin, sê pêşbazên ku bi ser ketin bi zêr hatin xelatkirin.

Gulîzar Yordema di pêşbaziyê da bû yekem wiha got, „Me di xwarina xwe da tiştên organîk emilandin. Pir hat ecibandin. Ji duh pê va ye ez dixebitim. Cara ewil e ez beşdar dibim û min xwe ceriband. Ji ber ku bûm yekemîn ez kêfxweş im.“

Alîkarê Waliyê Wanê Adem Balkanlioglu kesên di pêşbaziyê da bi ser ketin xelat kir.

Çavkanî: Ajansa Anadolê