Rewşenbîrê bi navûdeng Keremê Seyad di 83 salıya xwe de li paytexta Ermenîstanê, li Êrîvanê koça dawî kir.
Keremê Seyad, 56 salan di beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê de xebitiye. Dema hikûmeta Ermenîstanê ji ber sedemên aborî dixwest dawî li weşana Radyoya Kurdî bîne, Seyad her roj rêya 12 kîlometreyî meşîyaye da ku weşana Radyoya Kurdî bi dawî nekin.
12 xebatkarên Radyoyaya Kurdî ya navdar a li Erîvanê ji ber şertên giran ên aboriyê dev ji kar berdidin, lê Seyad tevî van şertên xerab li ser weşana Kurdî karên xwe didomîne û bi tesîra kar û xebatên wî weşanên wî digihîjin heta îro
Ew 30ê Kanûna 1938an li gundê Hekko yê bi ser bajarê Talîna Ermenîstanê ji dayîk bûye û perwerdehiya xwe jî li wê derê bi dawî dike, piştre di sala 1960an de di Radyoya Dengê Rewanê de dest bi kar dike.
Seyadê ku 40 salan di Radyoya Rewanê de wek bêjer û rêvebir li ser çand û edebiyata Kurdî kar kiriye di salên dawîn de ji ber hin nexweşiyên xwe karê xwe radestî keç û kurên xwe kiribû.
Seyad di 83 salıya xwe deli Erîvanê çû ber dilovaniya Xwedê.