Seregola Intabê

Keskesora Rengê Me: Aslîka Qadir
Wek tê zanîn silematîya zimanê me, bi saya hebûna edebîyata me yê devkî pak û qenc maye. Jixwe herkes dizane ku edebîyata devkî jî, li ser deng û hunera dengbêjên ku rih û can dana kilama gihîştîye me. Her wiha dengbêj, ziman û dilên me qenc kirine, dîrok, çand û folklor gîhandine me.
Bi taybetî li Serhedê gava ku behsa degnbêja dibe, du navend tê aqilê guhdara: Yek sêlinga gola dengbêja ne ku di navbera İntab, Milazgir û Qereyqazî de peyda ye. Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Şakiro, Mistefayê Xelê Heyran û gelekên din dengbêjên vî golî ne.
Navenda duyemîn jî bêguman Radyoya Rewanê ye. Radyoya Rewanê bi serê xwe navendek zexm ya dengbêjîyê ye. Esas meriv dikare bêje ku Radyoya Rewanê ne tenê navend bûye, di heman demê de wek dibistanek rol leyîstî ye. Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Sûsika Simo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Fatma Îsa û gelekê din li ser vê radyoyê gihîştine dilên guhdarên xwe. Yek ji wan jî helbet Aslîka Qadir e.
Guhdarên Radyoyê, Aslîka Qadir tenê wek dengbêj dizanin. Lê ew di heman demê rojhilatnas û pîsporê perwerdahîyê ye. Taybetîya nasîna dengbêjîya wê helbet bi saya dengê wê yê xweş û geş e. Lê esas Aslîka, bi strana herî naskirî “Welatê Me Kurdistan e ” ve, di hişên guhdarên xwe de qeydkirî ye. Jixwe bi xwe jî dibêje; “heta behsa vê sitranê nebe, belkî ez neyim bîra guhdaran. ”
Xêncî wê, du sitranên din jî hene ku hema bêje bi dengê Aslîka Qsdir ve belav bûne. Yek ji wan helbesta Mikaîlê Reşîd “Bihar û Yar” e, yek jî “Bedew û Qeşengê Te Me” ku helbesta şaîrê bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv e.
Lê li ser Aslîka Qadir cûdahîyên din jî hene. Wek me li jor jî got, guhdarên Radyoyê, Aslîka Qadir tenê wek dengbêj dizanin. Lê ew di heman demê de mamoste, perwerdekar û rojhilatzan e. Ronakbîrê cimaeta xwe û zimanzanê pîsporîya xwe ye.
Aslika Qadir di sala 1945an de li gundê Elegezê ji dayîk bûye. Piştî xwendina dibistana seretayîyê malbat koç dike, diçe Yêrîvanê. Aslîka navber nade perwerdayîya xwe û piştî dibistana navîn û lîseyê, di sala 1963an de derbasî zanîngehê dibe. Aslika Qadir, di Zanîngeha Yêrîvanê de beşa ziman û edebîyatê ya Ermenî û Farisan dixwîne. Piştî qedandina zanîngehê li Yêrîvanê dest bi dayîna dersa dike. Nêzî bîst sala memostatîyê dike. Di axirîya memostatîya xwe de 6 sal di Wezareta Perwerdahî ya Ermenîstanê de pîsporîya metodolojîya perwerdahîyê dike.
Di sala 1982an de mêrê xwe Cano, di 36 salîya xwe de winda dike û bi tena serê xwe herd zarên xwe, Armanc û Stella mezin dike.
Di sala 1992an de, piştî hilweşîna Sovyetan, rewşa Kurdên Emenîstanê xirab dibe. Dewleta Ermenîstanê, piştî Sovyetê, destek û piştgirîya li ser Kurdan vedikişîne. Di nav milletê Ermenî de hestên nijadperestî peyda dibe û diwerime. Ew idî nazxwazin Kurd li Ermenîstanê bimînin. Li ser vê nijatperestîya gelê Ermenîyan, Kurd mecbûr dimînin, peyderpey terka Ermenîstanê dikin, gelekê wan diçin welatên cûrbecûr yên Avrûpayê.
Aslîka Qadir, bi serokkomara dewleta Ermenîstan yê berê Levon Ter Petrosyan ve 5 sal di eynî sinifê de xwendî ye. Salix dide ku piştî koça Kurda, Petrosyan gotîye “em ancax piştî 75 sala biserketin û me xelqê din ji hundurê xwe avît.” Ev, ji bo nîşandayîna xurtbûna nîjatperestîya Ermenîyan mînakek zelal e. Aslîka Qadir dide zanîn ku piştî Yekitîya Sovyetan, Ermenî ti car bi çavek dostanî li Kurdên Ermenîstanê nenhirîne.
Li ser van astengî û şertên xirablêhatî, Aslîka Qadir jî wek gelekên ji cimaeta xwe diçe Avrûpayê, li Almanyayê cîwar dibe. Niha bi herd zarên xwe ve li wir dimîne.
Aslîka Qadir, îsal di 1ê Adarê de gihîştîye 75 salîya xwe. Em cenabê wê pîroz dikin û hêvîdarên ku wê hê gelek salan di nav me de bimîne û bi bextewarîya miletê xwe bihise. Em spasdarin ji bo agahîyên daye me û saxî, silametîya wê dixwazin.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext