
Kêzika Tebaxê û Mûristang*
Kêzika tebaxê, di rojên dirêj yên havînê de hema wisa li sazê dixist û kilam digot. Qet nedixebitî, ji bo zivistanê ti tevbîrek nedidît. Lê mûristang zehf biaqil û jîrek bû. Di her rojên dirêj yên havînê de, sibê heta êvarê dixebitî û ji bo zivistanê tevdîrek zexm didît.
Rojên germ yên havînê êdî xilas dibe û demsala sermayan destpê dike. Zivistan tê. Êdî kêzika tebaxê ne dikaribû li sazê bixista ne jî dikaribû kilama bigota. Zehf dicemidî û birçî bibû.
Kêzika tebaxê havîna xwe tim bi kêf û şahî derbas kirîye, ji bo tevdîre zivistanê xem nekirîye. Lê mûristanga piçûk her tim xebitîye û tevdîra xwe dîtîye. Kêzika tebaxê, tîne bîra xwe ku mûristang havînê tim dixebitî û tevdîr ditît, biryar dide ku here jê hinek xwarin û alîkarî bixwaze.
Diçe hêlûna mûristang. Li derî dixe. Mûristang derî vedike û kêzika tebaxê birçî û qefilî, wek halek xirab de dibîne.
Dipirse, dibê;
“Tu çi dixwazî?”
Kêzika tebaxê dibê;
“Ez zehf dicemidim. Zehf jî birçî me, qet xwarina min jî tune, tu dikarî hinek xwarin deyn bidî min. Ez soz didim te, ezê di tebaxê de deynê xwe bê kêmasî bidim te.”
Mûristang;
“Te havînê çi dikir? Çima xwarina te tune ye?”
Kêzika tebaxê serê xwe dixe ber xwe, bi şermezarî lê vedigerîne;
“Min havînê hema li sazê dida û kilaman digot.”
Li ser vî bersîvê hêrsa mûristang tê û dibê;
“Madem te havînê tenê li sazê daye û kilaman gotiye, niha jî hinek bileyze.”
Derî li ser rûyê kêzika tebaxê digre. Kêzika tebaxê, ber xwe de difikire, dibê ez jî havînê bixebitîyama, min jî tevdîra xwe bidîta ez niha wiha birçî û belengaz nedimam.
Li ser vî rewşa xwe soz dide xwe ku carek din şaşîyek wiha neke.
——————
*Ji pirtûka La Fontaine – Çîrok hatîye hildan û ji Tirkî wergerîya ye (Seregol).
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm