Seregola Intabê

Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
Di 1ê Nîsanê de li Stenbolê di Weqfa Kurd-Kavê de, bi sernavê “Di Dengbêjîya Îroyîn de Kilamên Ser Kulava û Vekolîna Deh Kilamên Bijarte” panelek li darket. Bi moderatorîya Serokê Komeleya Evdalê Zeynikê ya Agirîyê Fehmî Atmaca ve panelîst Ayhan Erîncîk, Denhbêj Sebrî Agirî û Nivîskar Zerdûşt Öztürk bûn.
Di panelê d li ser 10 kilamên bijarte hate sekinandin. Bi mînaka deh kilamên bijarte ve vekolîna kilama hate kirin û nêzîkhayîya dengbêjan pêşkeşî beşdarvanan bûn.
Di destpêkê de Fehnî Atmaca li ser girîngîya dengbêj û dengbêjîyê sekinî. Atmaca da zanîn ku dengbêjî xîmê çand û folklora me ye û divê tu kes, bi taybetî dengbêjên demê orjînalîya kilama xirab nekin û ji pêşerojê re kilamên xirabbûyî nehêlin. Fehî Atmaca di dewama xeberdana xwe de li ser şertên ku huner û hunermend di navdanin de sekinî û girîngîya berxwedan û pêşvebirina huner û folklora netewî û kevneşopî anî ziman.
Piştî axaftina Fehmî Atmaca panelîst Ayhan Erîncîk kilamên bijarte wek mînak pêşkeşî guhdarvanan kir. Kilamên wek Kûra Çayê ku Zahiro gotîye, Hekîmo ya Şeroyê Biro, Heylo Riza ya Şakiro, Delalîyê ku Esker Demirbaş gotîye, Çemê Çetelê ya Kawîs Axa, Bavikê ya Şakiro û Rabe ya Reso yek bi yek bi guhdarvanan da nîşandan ku rastîya wan çawa hatîye tahrîf kirin û di kê dera kilaman de şaşî peyda bûye.
Ayhan Erincik di dewama xeberdana xwe de balkişand ku ti mafê kesî tuneye ku kilamên me yên wiha klasîk ji babet û orjînalîya xwe bi dûr bixin.
Paşê Dengbêj Sebrî Agirî li ser teknîk û meqamên kilama sekinî. Sebrî Agirî da zanîn ku kilam, bi qaydê lawje ya muzîka folkê tê xwendinê ye. Lê bi maweyên xwe kin e. Hevokên dîyar ya qaîdeyan û mijaran heye. Lê di kilamên dengbêjan de taybetîya bingeh, serpêhatî ye. Meqam tenê alavek e ku guhdar pê bikeve bin bandora çîrokê. Di heman demê de meqam, xêva dengbêj bihêz dike û zindî digre. Dengbêj bi meqaman ve atmosfera bûyarê ava dike û pê guhdaran rageş dike. Huseyînî, ûşak û hîcaz meqamên sereke yên kilaman e.
Piştî Sebrî Agirî nivîskar Zerdûşt Öztürk dest bi axaftinê kir. Di axaftina xwe de Zerdûşt Öztürk li ser sosyolojîya kilama sekinî. Zerdûşt Öztürk got, di kilaman de aktorên nebaş kor û seqet, yên baş û pak jî tîtal û çelengên xorta û siwarên hespên baş in. Em dikarin bêjin “Metê” ku kilamek Evdalê Zeynikê ye û ji Şeroyê Biro hatiye bihîstin, yek mînakê vê taybetîyê ye. Dengbêjên dîwanan yên mîr, paşa û began bi zêdeyî qehremanî û serpêhatîyên mîrên xwe, dîroka eşîra û pevçûnên di nav wan de xistine mijarên kilaman û qeydan. Jixwe ji bo ku serpêhatîyên wan qeyd bibe mîr, beg û paşa dengbêjan hildane bin bask û dîwanên xwe. Mesela Gula File dengbêja Surmeli Memed Paşa bû ye, Evdalê Zeynikê berê dengbêjê Hesen Begê Sîpkî bûye, paşê ew jî çûye gihîştîye Surmelî Memed Paşa, dîsa Şêx Silê dengbêjê Tarxan Begê Qelenîyê bûye.
Zerdûşt Öztürk bi guhdar û beşdarvanan da zanîn ku dengbêj muzîsyenên profesyonelî nebûne, bi peretî kar nekirine. Lê pêdivîyên wan ji alî cimaeta wan, yan jî ji alî mîr, paşa û begên dîwanê ve hatine tedarîkkirin. Herwiha hewce nedima ku dengbêj bixebitin. Kawîs Axa, Şêx Silê, Gula File û Evdalê Zeynikê wek mînak in.
Piştî axaftinan, panel bi pirsên ji guhdaran dihatin û bersîvên panelîstan ve dewam kir. Di dawîya pirs û bersîvan de panel bi çend kilamên dengbêjên beşdarvan Mihemedê Beyro, Mihemedê Serhedê û panelîst Sebrî Agirî ve xilas bû.