Kincê Jina

Kincê Jina

Her şaristanîyek karekter û şeklê jîyana miletekî afirandîye. Miletên cûda yên ku li ser rûyê Dunê li kêleka hev dijîn xwedîyên cûdahîyên bingehînin. Ev cûdahî bi gelek pergal û taybetîyan ve xwe nîşan dide. Yek ji wan jî cihêrengîya cil û bergan e. Her miletek xwedîyê celebên cihêreng yên lixwekirin, cil û bergan e. Nirxên hêcayîya miletek jî dîsa bi şeklê kinc û bergan ve xwe daye der.

Cil û kinc pêkerek neteweyî ya çandê ye. Mesela kincê netewî ya jinên Japon kîmono ye, yên Hîndûyan sarî, yên Skoça kîlt, yên Spanyolan polerras e. Wek van jinên ji Hawaîî’yê fistanek bi navê MûûMûû, jinên Perûyî jî pêşên qat bi qat li xwe dikin. Her wiha cil û berg taybetî û cûdahîya welatekî radixe ber çevan.

Heman cûdahî û cihêrengî di kincên jinên Kurmanca de jî heye. Bêguman li her heremê û di nav her eşîrên cûda de terzên cihêreng hene. Lê emê bi zêdeyî li taybetîyên neteweyî û şeklê lixwekirina hevpar binhêrin.

 Kiras

Di bin fistan de tê xwekirin. Pêşa wê heta gûzeka dirêj dibe. Fistan li ser de tê xwekirin. Bi giştî rengê xwe spî ye lê ji ber ku tim bi fistan re tê xwekirin gorî rengê fistan rengên din jî bikartên.  

Fistan

Li ser kiras tê xwekirin, jixwe fistan bê kiras nayê xwekirin. Fistan jî dîsa wek kiras heta gûzekê dirêj dibe. Bi giştî bi pirtîyên qedîfeyan ve çêdibe. Xwedîyê rengê cûrbecûr e.

Dêre

Pêşîya wê heta jêrê vekirîye. Li ser kiras de tê xwekirin. Heta gûzekê dirêj dibe. Di mil de zendik lêdibe. Li ser de kember tê gerandin.

 Mêzer

Pirtîkî li ser dêre de tê girêdan e. Ji kiras û dêre cûda ye. Di bejna dêre de ye, heta gûzekê dirêj dibe. Li ser kember tê gefandin.

Kofî

Ji kevneşopîya Êzdîyan tê. Bi qumaş ve dorpêç dibe. Li serî tê rûniştandin. Ji bo zêr û zîvên li ser radikevin bi giştî bi rengên girtî ve çêdibe.

Hêratî

Desmala ku di bin kofî de tê bikaranîne. Heta ser enîyê tê, bi vê awayî enîyê digre.

Laçik

Pirtîkî spî û zirav e. Dora wê de morî lê têne dirûtin yan jî bi nekşên rengdar ve dixemile. Hê niha jî li gelek hereman û ji alîyên jinên bajarî ve tê bikaranîn.  

Zendik

Ji bo ku milê çakêt û îşligan qirêj negre derbasî mila bibe. Bi giştî jinên gundî bikartînin. Bi taybetî gava ku li quba de nan li tendûrê dixin derbasî milê xwe dikin.

Nivîs