Seregola Intabê

Klama Dilê Zara

Klama Dilê Zara

Hunermenda Kurd Zara Paşa Mihoyan yekem albûma xwe ya bi Kurdî derxist.

Albûma nû ya Zara bi navê “Klama Dilê Min” weşîya. Ev albûm ji 10 stranan pêk tê. Stranên ku di albûmdanin evin: Keça Kurd in, Emanê, Dayê, Ez Kevok im, Ez Berf im, Welatê Min (ligel Şivan Perwer), Lê Lê Rihê, Gira Sîra (ligel Tara Mamedova) Keynê û Newroz.

Zara zêdetirî bi 10 zimanan stranan dibêje û li çaraliyê cîhanê xwedî cemawereke mezin e. Ew li ser dikê û di konserên navdewletî de nijada xwe ji bîr nake û bi serbilindî dibêje ez Kurd im.

Zara ji ber karên xwe yên xêrxwazî ​​û mirovîyê di Berçileya 2016an de ji aliyê UNESCOyê ve wek Balyoza Aştiyê hat binavkirin.

Herwiha ji ber karê xwe yê hunerî ve jî di marasîmekê de li Koşka Kremlinê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve nasnav û xelata Hunermenda Dilsoz ya Rûsyaya Federalî pê hat bexşandin.

Zara Paşa Mihoyan di salam 1983an de li Ermenîstanê tê, ji malbatek Êzdî tê dunê. Navê bavê wê Paşa Binbaşîyevîç Mihoyan e. Dîya wê Nadî Jamalovna Mihoyan e. Xwedîyê xwîşk û birayek e. Xwişka wê Lîana, birayê wê jî Roma ye.

Di sala 1998an de li Omsk’ê di pêşbirka Nadejdî Sîbîrî (Hêvîyên Sîbîryayê) û li Sankt Peterburg’ê di pêşbirka Denî Pojdenîya (Rojbûn) biserdikeve. Dîsa di pêşbirka ku li Soçîyê saz dibe ya Nadejdî  Evropî (Hêvîyên Avrûpayê) de qazanç dike.

Di sala 1999an de di festîvala Golosa-99an de (Deng-99) xelata “Bijara Guhdaran” distîne.

Di sala 2023an de yekem albûma bi Kurdî derdixe.