Koçer Îsal Dereng Tên

Koçer Îsal Dereng Tên

Wek te zanîn koçer her sal di meha nîsanê de bi germbûna hewayê ve pezên xwe ji guvan derdixin û ji bo bibin zozanan dest bi rêwîtiyeke dûr û dirêj dikin, lê îsal ji ber Kovîd-19ê nikarin rêbikevin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya tedbîrên vîrusa coronayê ya nû (Covid-19) de giştînameyek weşand. Koçeran li gor rêziknameyê destûra derketina zozanan stand, lê destûra derketina wan ji 1ê Gulanê şûnde tê dayîn.

Koçerên Amed, Sêrtê, Riha, Êlih û Mêrdînê pezên xwe ji govan derxist û berê xwe dan zozanan, lêbelê dê pezê xwe li cihê ku lê ne biçêrînin heta ku ev pêvajo derbas dibe.

Koçer her sal tên zozanên Seregolan, konên xwe bin pêşa çîyê vedigrin, bir û kerîyên xwe li seranserê Qertewînê belav dikin, ji wir berjêrî rastê dibin, heta payîza dereng li ser rasta Seregolê dimînin. Hersal hatina koçera rastî dawîya gîhadirûnê tê.  Lê îsal ji ber qedexeyên nexweşîya coronayê, wê dereng ji heremên xwe bi rê kevin. Ji ber wê,  heye ku hatina wan ê Seregolan heta piştî nandirûne derengî bikeve.

Wêne: AA

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar