Seregola Intabê

Kosegerî

Kosegerî

Xwendevanê hêja, emê di vî nivîsê de rêwîtîyek bikin.  Emê ji sedsala bîst yekan herin ya bîstan. Emê di tûnela zeman de, zêde na, pêncî, şêst sal paş ve herin. Her wiha emê bikaribin pencereyek li ser dîroka nêzîk de vekin. Emê herin li mijulî û leyîstokên civan û cahilan binhêrin, di nav wan de emê li ser leyîstoka kosegerîyê hûr bibin. Lê belê, divê zivistan be, ji ber ku ev leyîstoka mijara me tenê di zivistanan de saz dibe, divê em di demsala zivistan de bin.

Di wan zemanên berê de, zivistana him berf zehf dibarî him jî demsal gelek zor û zehmet derbas dibûn. Rê dihatin girtin, kes nikaribû ji gundan derkeve yan jî here gunda. Nexweş nikaribûn herin ser dixtora, malxweyan nikaribûn herin bazara, meydana dayîn û sitandina. Her wiha hama bêje jîyan disekinî, diqerimî. Gundî tenê bi cînaran re diman û divê di her karî de xwe bigîhîndana hev û alîkarîya hev bikirana.

Di zivistana de berîya ku teknolojîya wek televîzyon û têlefonan bikeve jîyana gundîyan, du merhale hebûn di meşqûlîyeta rojane de: Aborî û çandî. Karên aborîyê melûm e, xwedîkirina tariş e. Çi pez be  çi dewar be, çi hûr be çi gir be, karek giran e li ser pişta gundîyan.

Ya duyemîn û bi kêf jî çalakî û birêçûyînên çandî ye. Di qada çandî de li gunda, sazgerîya herî mezin çîrokbêjî û dengbêjî ye. Dengbêj û çîrokbêj di şevên dûr û dirêj de bi çîrok û kilamên xwe ve gundîyan dîyar bi dîyar, bûyar bi bûyar digerînin,  leheng û qehremana, sêling û çelîka, siwar û peyaya, kelecana dilê evîndara, ketî û rabûyîyên eşîra bi guhdaran didin hisîn û nasîn.  

Bi taybetî di kilamên dengbêjan de guhdar hey dibin siwarê Beraza li pêşa çîyan dikevin, hey dibin komê xamayan li ser qanîyan digerin. Hinek ji wan kumê eşîran “siwarê Eznawir in,” hinek ji wan “bavê Xanimê, gula qaçaxa nin.” Her bi sê denga gazî dikin, hespê têr siwar dibin, çê bi çê dixebitin. Her wiha dengbêj şevbihurkan diborînin, dihebînin, dihelînin.

Xêncî vê sazgerîya mezin û malxweyan, lê cahil û xortên gund, gelo ew çi dikin, çerxa dem û demsalê li ser xwe çawa digerînin? Bêguman bi gelek awayan. Lê belê, wek ku me got, emê di vî nivîsê de behsa kosegerîyê bikin.

Di serê çilan de, sibê zû xort di xanîk de, malek de li hev  top dibin. Di nav xwe de kesê ku bibe kose dijbêrin. Piştî kose îcar jê re jinek jî tespît dikin. Kose û jina wî bi kincan û cilan, bi pirtî û parçeyan dorpêç dikin. Li ser kinc û cilan, gîhayên ku wek werîs hatine pêçandin lêdikin, bi werîsên gîhê ve girêdidin.  Tacek ku bi gîhê çêbûye li serî dikin. Serçevan bi laçikê jinan digrin, rûyê wan vedişêrin ji ber ku neyê naskirin.

Dar, sepet û satil didin destê wan. Kose û jina wî, çend heb jî heval pê re bi rê dikin. Li nav gund digerînin. Kose, bi jina xwe û hevalên xwe re mal bi mal digere, ji her mala rûn, ar û şekir top dike. Di gund de tu malek nahêlin, li teva digerin. Diçin ber mala gazî dikin, dibên:

“De bînin, bînin, bînin

Rûn bînin, ar bînin, şekir bînin

Me bi risqê me bihisînin,

Bereket li mala xwe bireşînin…”

Her wiha gund serûbinê hev dikin, li mala digerin. Piştî ku ger xilas dibe, kose tûrê erzaq hildide pişta xwe. Lê divê kose hay ji jina xwe hebe. Ji ber ku herkes li pey jina kose ye ku birevînin. Eger ku pêkbînin û biqedînin jina kose direvınin. Ewên ku jina kose direvînin ji kose tûrê erzaq dixwazin. Kose mecbûr dimîne tûrê xwe dide wan, jina xwe ji wan distîne.  

Paşê tûrê kose tînin li malek datînin. Herkes li wî malê top dibe. Bi ar, rûn û şekirên ku top kirine ve ji xwe re helaw çêdikin û bol bol dixwin. Piştî xwarina xwe di êvara heman rojê îcar diçin ser kulekan. Bendek dirêj bi goran ve dikin, goran di kulekan de dadiliqînin û gazî dikin, dibên:

“Me anî hûn lê kin

Bi qeynek û mewîj tijî kin

Bendê me bi silametî

Li ser me de bi rê kin…”

Li ser van gazîyan, kebanîyên malan gorên ku di kulekên da daliqîye bi qeynek û mewîjan tijî dikin û paş ve dişînin. Her wiha li her malan digerin, li ser her kulekan xûya dikin, ti malek û kulekek betal bernadin.

Piştî ku ev gera kulekan jî xilas dibe, êdî tên mala ku lê top bûne. Li wî malî de, çi cahil û xortên gund hebe,  heta derengê şevê, car heye heta destê sibê bi hev re mijûl dibin, leyîstokan dileyîzin, gulaş digrin, her wiha bi hev da dikevin, dema xwe dibohirînin, bi hev şa dibin.

Belê, rê heye ji bo rêwîyan, çand heye ji civakan. Me di vî nivîsê de rêwîtîyek kir.  Me pencereyek li ser dîroka nêzîk de vekir. Me bi we da hisîn rîtûalek ji çanda me. Ku wek gelekên din îro di jîyana civakê de hatîye terikandin û tunekirin.



Nivîs