Seregola Intabê

Kurdên Penaber û "Jîyana Bextewar"
Jîyana Bextewar, romana Ereb Şemo ya duyem e. Ya yekem „Şivanê Kurmanca“ ye. Di herd romanên xwe de jî nivîskar behsa hin merhaleyên jîyana xwe û serpêhatîyên xwe dike.
Roman, di sala 1959’an de li Rewanê hatîye nivîsê û 279 rûpel e. Bi bîst beşa lihevhatîye û li ser çîrok û serpèhatîyên dîrokî û rastîn pêkhatîye. Qehremanê sereke Emerîk e. Emerîk kesek ji gundê Dêrikê ye. Dêrik gundek ji gundên Seregola İntabê ye.
Roman, li ser jîyan û serpêhatîyen Emerîk ve bi rê dikeve, her wiha çand û edetên wan, şîn û şahîyên wan, civak û cimaet, xebat û aborîya wan li ser qehremanan, bi nimandina eşîra Sîpka li ber çevan tê raxistin.
Bingeha romanê, bi serpêhatîyên rastîn yên hin Kurdên İntabê, wek Emerîk, malbat û cînarên wî, pêk tê. Çîroka wan bi şerê di navbere Ûris û Osmanîyan de destpê dike, bi reva wanê ji Osmanîya didome, diçe digihîeje şoreşa Bolşevîkan û bi şerê li hember Hîtler diqede.
Her wiha meriv dikare wan serpêhatîyan, wek şerê cîhanê a yekem, şoreşa bolşevîk û şerê cîhanê a duyem bi sê celebî kategorîze bike.
Kurtayîya Romanê
Emerîk û cînarên xwe ve li Dêrikê dijîn. Di nav mêrg û zevîyê xwe yên bi bereket de him cotkarîyê dikin him jî tariş xweyî dikin, her wiha bi têra xwe îdara xwe dikin. Tenê ji hin begén heremê û rêvebirên Osmanîyan gazindar û nexweşin. Ji ber ku hin begên İntabê, bi rêvebirên Osmanî, wek qaymekam û zabitan re dibin yek û bi zor û neheqîyan xerc û merc ji gundîyan distînin.
Di sala 1914’an de gava ku şerê yekem a cîhanê dertê, Ûris diajo ser Osmanîyan. Di demajoya şer de li Ûris şoreşa Bolşevîk pêk tê û hikumeta şoreşê eskerên xwe ji şer dikşîne. Gava ku Ûris vedikişe, Emerîk û gundîyên xwe şevek dizîka top dibin, ji ber ku ji hin began û rêvebirên Osmanîyan nexweşin, biryara xwe dikin yek ku birevin herin welatê Ûristanê. Şevek nîvê şevê jin û zarên xwe, kel û melên xwe top dikin bi rê dikevin diçin Tîflîsè. Li erdên wan deran bicîh dibin, ji xwe re gund ava dikin. Piştî waxta hinek ji wan diçin Rewanê.
Li tevahîya Ûristanê, her wiha li Tîflîsê jî demajo ya şoreşa 1917’an e. Koçberên İntabê xwe di nav şerê Bolşevîk û Daşnakên Ermenîyan de dibînin. Di wî şerî de jî dikevin nav eskerên sor û li hember Daşnakan şer dikin, piştgirîya şoreşê dikin. Wek tê zanîn şer, bi serkeftina şoreşê bi dawî dibe û Ermenîstan jî her wiha tev li Yekitîya Komarên Sosyalîst yên Sovyeta dibe.
Dawîya romanê, bi şerê duyem a cîhanê tê. Di sala 1941′ an da eskerên Hîtler erîşên sînorên Yekitîya Sovyeta dikin, bi vî erîşê şerek bêhempa di navbera Stalîn û Hîtler de dertê. Ev şer bi zêdeyî wek „berxwedana Stalingrand“ tê naskirin.
Weke her hemwelatîyên Sovyetan, Kurdên İntabê jî di enîyên şer de cîhên xwe digrin. Kurê Emerîk Sehîd, bi qehramanî û mêranîyekî zexm ve di nav artêşa Sovyet de deng dide. Li ser mêrxasîya Sehîdê Emerîk, Dewleta Sovyet, Sehîd bi nîşana Mêrxasê Tifaqa Sovyetê bi xelat dike. Roman bi nameya Generalek ku ji Emerîk re şandîye xilas dibe.

Di „Jîyana Bextewar“ de Seregola İntabê
Di roman de beşek bi navê „Welatê Entabê“ heye. Di vî beşî de nivîskar, İntab wiha teswîr dike:
„Entab, di nava çar çîyayan de bû: Sîpanê Xelatê, Eledax, Kosedax û Dumanlî. Te digot tebîyetê ew her çar çîya bi qestan çê kirîye, li dora Entabê mîna şivanine rind î pîspor, wekî miqatî bin, diz û gur zirarê nedin wê deştê. Entab temam ne rast û dûz bû, mîna deştînin din. Li cîyanan rast û dûz bû, li cîyanan gulme ûçîya bû, lê ew deşt, gujme û çîya, kevir lê hindik bûn.
Ji wan her çar çîyayan, ber serê çîyayê Sîpanê Xelatê her gav mînanî kolozekî Kurmancan ji tîftîka spî çêkirî qerqaş dikir. Berfa serê wî tu cara nedihelîya, her sal berfa teze bi ser berfa kevn de diket. Meriv ku rojêd havînan ê sayî li Sîpanê Xelatê dinhêrî, ji bedewîya wê têr nedibû. Carînan jî serê Sîpanê Xelatê qet ji mijê û dûmanê xalî nedibû. Merivên ahil, wekî sebeyên radibûn, li çîyayê Sîpanê Xelatê dinhêrîn, zanibûn ew roj wê çawa derbas bibe, baran ê bê, an na.
Li binetara wê berfa serê wî çîyayê Sîpanê Xelatê mêşeyeke six hebû. Ew mêşe, ji dûr ve xûya dikir. Di nava wê mêşeyê de êmîşên beyanî şîn dibûn: Sêv , hurmê, karçîn, hilû, gûz û findeq. Di nava wê mêşeyî de bêhesab heywanetên beyanî hebûn: Pezkûvî, bizinên kûvî , gur , hirç, gakûvî, xirnik, rovî û kêwrûşk.
Lê carinan havînê, wexta di mêşeyê de êdî daran ber digirt, te digot qey bîna hewayê jî ji wan daran xweş dihat. Lê wê çaxê, gava ku bayek germ dihat, tu ku sibetirî radibûyî, berê daran mîna giravîyekî gezo girtîye, çiqlêd bin darên piçûk hemankî tewîyane, gezo dilop dike dikeve erdê. Wê çaxê, jin, zarok, xort û pîrêd hurmet beroş, qasik û elb hildidan bilez diçûn mêşeyê gezo top dikirin, dilezandin, wekî zû top bikin hela xirab nebûye, nehelîyaye. Gezo mîna hinguv şirîn e. Bi wê gezoyê kade, kiloç dipetin, mirtoxe û helwe çêdikirin. Gelek meriv bi wan dermanan silamet dibûn.
Di nav Entabê re Çemê Feratê dikişe, ew çem tijî mesî bû. Ji gujme û çîyayêd hûr ê Entabê avêd kanîyan sar dikişîyan, ber bi Feratê ve diçûn, tevî wî çemî dibûn. Dora Çemê Feratê û dora wan çavkanîyan mêrg û çîmen bûn. Her sal bi qulîlkan dixemilîn, te digot xalîçeyeke rind e, qîzêd Kurmanca neqişandine, xemilandine.
Li serê wan çîya û gujmeyêd Entabê de pez û dewarên wan diçirîyan. Lê li deştê, li cîhê rast û dûz, genim, ceh û garis diçandin. Ekînê wê welatî bêhesab dihat. Kurmancêd Entabê du payê wê rîeyat bûn, koçer kêm bûn. Li wê derê eşîra Zîlîyan dima. Panzdeh bîst gundên êla Sîpkan jî hebûn, ew jî ji eşîra Zîlîyan bûn.“ (weşana Lis, rûpel 9-10)
Nivîskar bi vî awayî dûr û dirêj behsa İntabê dike, heta Dêrikê tê, bi destpêka çîroka Emerîk ve girê dide. Lê çend niqut hene ku divê em serrast bikin. Heye ku bala we kişandibe, ew çemê ku di nava İntabê re derbas dibe, çawa ku nivîskar nivîsîye çemê Firat nîne, Murad e. Mûrad milê mezintir ya çemê Firatê ye, ji İntabê dikişe, diçe ji deşta Mûşê derbas dibe xwe digihîne Elezîzê, li wir li tev çemê Firatê dibe. Heye ku nivîskar van nava şaş kiribe.
Xeletîk din jî ku di pirtûk de berçav dikeve, çîyayê Dûmanli ye. Dumanli ne çîyayekî ji çîyayên İntabê ye. Ew çîya, di nav sînorên Qersê de, li rojhilata bajêr, li hêla bakûrê navçeya Dîgor de ye. Wek tê zanîn sînorên İntabê nagihîje wan deran.
Dîsa divê meriv bal bikşîne ku nivîskar xêncî Eledax, Kosedax û Sîpanê Xelatê divê behsa çîyayê Qertewîn jî bikira. Ev jî wek kêmasîk di teswîra nivîskar de cîh digre.

Di „Jîyana Bextewar“ de Elmecîd Beg
Di destpêkê de, di beşa Bindarûk de niviskar bal dikşîne ser edet û çalakîyek çandî yê eşîra û bi kurtasi behsa Elmecîd Beg dike. Wiha dinvîse:
„Di nava êla Sîpkan de, çawa ku di nava hemû Kurmancan de bibû adet, havîna wexra mêr û çîmenan kulîlk didan, pincar zêde şîn dibûn, qîz û xort diçûn bindarûkê. Qîzan ji malê rûn, ar, hêk, gezo û tiştêd mayîn dianîn. Li bindarûkê, li çolê du sê qîza xwerin çêdikirin, çend xortan jî pesarî top dikirin, ên mayîn jî govend digirtin, dilîstin, laqirdî dikirin heta êvarê.“ (r 12)
Gava ku govend û kilam destpêdike, Elmecîd Beg bi çend siwaran ve rastî wan tê.
„Gava ku cahêlêd Sîpkan wisa ji xwe re ketibûn kêf û henek û laqirdîyan, Ebdilmecîd jî hê xortek tûnsiz bû, berê simbêlên teze xwê dabû. Bi siwarî, di cem wan re gerek ê derbas bibûya, biçûya. Lê dengê tilûmè û strana qîz û xortan bihîst, berê hespê xwe da bindarûkê. “ (r 12)
Elmecîd Beg diçe slav dide wan, ew jî Elmecîd Beg nas dikin, hurmet dikin, gazî nav xwe dikin. Nivîs wiha didomîne:
„Xortan destê xwe dan, Ebdilmecîd nas kirin, silava wî vegirtin, gazî kirinê, wekî peya bibe û bi wan re hevaltî eşqê derbas bike. Xortekî banzda, bi serê hespê wî girt. Ebdilmecîd peya bû. Xortêd Sîpkan ji mezinan bihîstibûn wekî bavê Ebdilmecîd Êzdî ye, lê ji zû de çûne bûne Misilman. Xortekî bi destê Ebdilmecîd girt, got;
– Kerem bike, tu jî têkeve govendê, lehzeyek bireqise.
Ebdilmecîd ket destê wan lîst.“ (r 13)
Niviskar di govendê de pevdixe ku Elmecîd çav qîzek ku navê xwe Xezal e dikeve. Dilê wî dikeve Xezalê. Lê ji ber hurmet û şerma edet û ûsûlên eşîratîyê nade der.
Di heman beşê de nivîskar li ser Êzdîtîya malbata Elmecîd Beg jî disene û bi çîroktî wiha lihevtîne:
„Ebdilmecît hê di zaroktîya xwe de kurekî zaf î biaqil bû. Li ser wan gilîyên bavê kûr difikirî, digot;
– Bavo, lê em çima ji Êzdîyan qetyan? Ne tu dibêjî, ew jî eşîra me ne û Kurmancên mîna me ne.
Lawo, -bavê digot Ebdilmecît- ji xwe em tenê ji wan neqetîyane. Payê Kurmancan pir ji Êzdîya qetîyane, hatine ser dînê Mihemed.“ (r 14)
Heye ku di rastîya jîyanê de dîyalogek wiha di navbera Elmecîd û bavê de tune ye. Lê normal e ku nivîskar xwestîye hin mesaj û agahîyan bi metot û pevxistinên romankî eşkere bike. Ev jî bêguman ji hezkirin û qedirgirtina Elmecîd Beg tê.
Lê divê em agahîya di derheqa dîya Elmecîd Beg de rast bikin. Nivîskar navê dîya Elmecîd Beg wek „Gewrê“ bi nav dike. (r 15) Lê ne rast e. Navê dîya Elmecîd Beg Gewrê nîne, Helîme ye. Ji ber ku ev roman di sala 1959’an de li Rewanê hatîye nivîsê, normal e ku nivîskar ji bo ku teyîd bike xwedîyê îmkanek nebûye.
Mijarek din ku divê em li ser bisekinin mesela Êzdîtîyè ye. Wek tê zanîn Êzdîtî ola Kurda ya qedîm û kevnare ye. Meriv dikare bibêje ku Êzdîtî ola Kurda a netewî ye. Lê piştî ku Îslam xwe digihîne Kurda, bi giranî Kurd dibin Misliman. Îro her çiqas hema bêje temamê Kurda Misilman be jî, Êzdîtî jî di nav gel de hebûna xwe diparêze.
Malbata Elmecîd Beg jî wekî her malbatên Kurmanca bi pêşîyên xwe ve Êzdî bûne. Lê Êzdîtî, wekî ku di roman de derbas dibe heta bavê Elmecîd dirêj nabû ye. Bavê Elmecîd Beg Hesen e, Hesen Misliman e. Di dewra Hesen de di nav malbat û apanên wî de kesên wek hecî û oldar hebûne.
Nivîskar bi zanetî bal dikşîne ser vê mijarê. Ji ber ku ew jî, wek gelek Kurdên ku ji İntabê û Serhedê çûne Ûristan, Ermenîstan û Gurcîstanê, Sîpkî ye. Wek her Kurdên heremê, ne tenê ji İntab û Seregolê, ne tenê di nav Sîpkan de, li temamê welatê Serhedê, di nav her eşîrê heremê de, dilê wan de jî hezkirin, qedir û qîmeta Elmecîd Beg heye.
Nirxandin
Nivîskar di pêşgotinê de wiha dibêje:
„Ez çar salan xebitîm ku ve romanê binivîsim. Di ve nivîsara xwe de ez xebitîm ku bidim kifşe, qebîleke Kurmancan, çawa di bin bandora padşayan, began û axeleran de li welatê Romê dijî. Çawa belengazî û zelûlîyê wê dere dibine û çawa ew xwe li welatê Ûris digire direve tê. Wan hê di sala 1877’an de, wexta ku eskeren Ûris hatibûn wê derê bi çavên xwe dîtibûn, mexlûqetên Ûris mexluqetekî pak e; xêrxwaz e û qencîya miletê Kurmancan dixweze.“ (r 7)
Wek di pêşgotina nivîskar de jî tè xûyan, di bigeha roman de perspektîfek çînî, sinifî heye. Ji ber ku nivîskar sosyalîst e, bi zêdeyî li ser nakokîya cûdahîya civakê disene. Qîma xwe bi vî jî nayne, bandorî, zext û zora padîşahên Osmanî jî lê zède dike. Ji ber ku kesên çûne Ûristanê ji halê xwe xweş mane, razîbûna xwe nîşan dide.
Ziman, gorî şertên wexta xwe fireh û dewlemend e, lê bi gorî Kurdîya ku em îro bikartînin xwedîyê hin cûdahîyên xwe ye.
Pevxistin kronolojîk e, wekî rast e rast vegotina serpêhatîya ne. Di gelek cîhan de teswîr hene, ev jî dewlemendîya vegotinê ye.
Ji ber ku di edebîyata Kurdî de mînakek ji yên yekem e, gelek bi qîmet û girîng e.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext