Seregola Intabê
Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re

Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
Ez ji te dipirsim Xweda,
Rastîyê bêje ji min re,
Kê ye kalkê heyîna pîroz,
Bavê yekem kê ye?
Kê rê dide stêrka, royê?
Hîv bi hêza kê
Mezin û piçûk dibe?
Vana ji min re bêje,
Her tiştî, her tiştî bêje, Xweda.
Ez ji te diprsim, Xweda,
Rastîyê bêje min,
Kê saz kir dinyayê,
Kê girt tevahîya ezmana?
Di cîh de, saxlem,
Kê çêkir van dara, çema?
Kê hêz dide bayê, ewra?
Kê bû hey Ahûra Mazda,
Çêkirê remana baş?
Ez ji te dipirsim, Xweda,
Rastîyê bêje min,
Kê bi hêz çêkirîye,
Tarîyê, ronahîyê?
Kê bi hîsên baştir
Razanê, rabûnê heyî kir?
Kê çêkir sibehan,
Nîvroyan, êvaran,
Ji bo gazî wezîfeyan bike,
Merivên biaqil, yên zaneyan?
Ji pirtûka “Zerdûşt Avesta” ya Eshat Ayata