
Lêgerîn
Veneşêre tu xwe ji min
Ez li te digerim,
li pey te me ez!
Xwe veneşêre qet,
Ez ê te bigrim elbet.
Bes nîne ma?
Bê te ez bûm belengaz,
Bê te ez bûm evîndar.
Bes nîne ma?
Bê te ez bûm birîndar,
bê te ketim bindestan.
Xwe veneşêre qet!
Ez ê te bigrim elbet!
Li pey te me,
li te digerim ez,
bi hebûna xwe.
Binhêr!
Min konê xwe vegirt
li ser heft rêyan,
bi şev û bi roj
Guhdarbûm ez li rêwîyan.
Pêxas û tazî, ez ketim rêyan,
bo te ez bûm hevalên gerokan.
Binhêr!
Turik û heban
min avît milên xwe,
derketim serên çîyan.
Kewir û zinar,
me nasîya xwe da hev
Caran bi ken,
caran jî bi tirs
Guhdarbûm li gwir û rovîyan.
Caran darên bilind,
caran jî kwilîlkên geş
Ji bo min cîh û nivîn,
stêrken geş
dibûn findên ber serîyan,
Bo te ez bûm hevalên şevgeran.
Gerîyam ez,
gerîyam li te,
li devê avan,
li merg û zevîyan.
Caran bi hêsir,
caran jî bi jan
guhdarbûm li mar û masîyan.
Li ber sîya kendalan
min westa xwe hildida,
qurîna zikê birçî
nêçîra nêçîrvanan direvand.
Ji bo te ez bûm hevalên teyr û tuyan.
Li te digerim bi hawar û bi bang
bayê jîrek, bayê gur,
bang anî bang bir bi lez,
guhdarbûm li bangên zanyaran.
Geh ketin, geh rabûn,
gund û bajar bo min yekbûn,
heps û zîndan
li ser rêya min bûn,
bo te ez bûm hevalên girtîyan.
Li te digerim ez,
bi qelem û bi defter,
geh xwendin, geh nivîs
di kuranîya dîrokan da.
Gelên bindest, gelên azadîxwez
li ser rêça te bûn,
ji bo rêça te,
ji bo girtina te
tekoşîn darxistin, serketin bi tev,
bo te ez bûm hevalên pirtukan.
Li te digerim
ji Qertewîn ta Everest,
li şikeftên tarî, li dîyarên ronahî,
bi dengê bilind min dikir qîrîn,
welat, welat bi bawerî
guhdarbûm li xerîban.
Rêya min ronîkirin
dîroknasan, zagonzanan,
bê tirs
û
bi dil
bo te ez bûm hevalên ejnebîyan.
Li te digerim li te
ev car
bi zanistî,
tu ji min hatî standin,
bi zorê!
Guhdarbe ev car tu
li min,
tu Azadî
bo girtina te ez bûm hevalên top û tivingan.
Girtina te,
ditîna te
ez ê li serê çîyan
bi agirekî gur wek agirê Newrozê,
bi topeke gir wek topa Aşîtîyê,
bi dilekî geş wek dilekî Evînîyê
Pî-roz-bi-kim…
Saydo 1988 ji „eva jana han bese!“
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek
- Berf Dibare Ser Bavekî
- Birayên Me yên Jîyanê: Êzdî
- Bibe Dengé Kemanek
- Şivanê Kurmanca
- Ey Hemrazé
- Zimané Çavan
- Xalis Beg Di Kovara Kürt Tarihi De
- Girava Tamara, Dêra Ermenîya
- Kurdên Penaber û „Jîyana Bextewar“
- Kela Wanê
- Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis
- Li Hember Bayê
- Qehremané te bûma
- Hikmeta Jîyané, Agir û Evîna Heyînî yé
- Gola Mêra
- Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk
- Wêneyek
- Serhonazê Kal
- YİBO
- Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun
- Şakiro û Têkilîya Bi Reso re
- Di Hucrek de
- Mem û Zîn
- Sîyabend û Xecê
- Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya
- Kendal, Însan û Ziman
- Gîhadirûn
- Cigerxwîn: Kêye Ew
- Sal Hatin Mîna Gava
- Hêvî û Heval: Yilmaz Guney