Seregola Intabê

Li Hember Bayê
“Hilpasî milé xwe be, wekî din té çawa bilind bî?” *
Bayek nerm ya berbangé ji pacerek vekirî dikeve oda malekî. Li odé jinek di nav nivîné xwe de raza ye. Salnamek li dîwar dardakirî ye. Li ser sehpaya ber seré jinké, romanek ku hatîye xwendin, li ser wé jî wéneyek piçûk ya mérek heye. Şopa rûja jinek li ser wéné dixuyé. Dibe ku ji vî be, di rûyé mérik de xézek zirav ya bextewarîyé kişf dike. Ba, xwe li salname ku li dîwar dardakirî ye dixe. Salname li erdé dikeve. Bi dengé ketina salnamé jinik hişyar nabe. Gelo ba ji bo ku jinik hişyar be, an ji bo ku zeman jé veşére salnamé xist, nadihate zanîn. Darek bî, ku li ber pacere vekirî ya odé ye, ji ber bayé diheje. Ba, pelén wé ji şaxan diqetîne, ji wan çend heba diavije nav odé. Wé sibé nizam, gelo dilé royé tuneye ku deré, an di taldé sîha dara bî de xuya nake, kifş nabe. Lé bayé berbangé xwe ji dara bî rizgar dike, dikeve nav odé, li ser poré jinké û li ser her tişté li odé, meydan dide xwe.
Ew réwîyé sibehek nû ye. Di xew da ye. Di xewé de xewn dibîne. Di pacera vekirî de bayek. Di nav de pelek, di raçîng de mérek. Di lévan de daxwazek, di daxwaz de xwezîyek… Paşé kenek û lekeya rûjek.
Wé sibé, ji bo ku ji jinek re bibe roja réwîtîyé, derdiket tav. Ew sibe, dé bibe jîyanek nû ji réwî re. Ev jîyana nû, wé tim réya, di baholek de kom bike. Lé ew bahol, wé carek din tijî nebe. Wé di bagaja otobusén navbera bajéran de, édî nebe qebarek, cîh negre. Wé edî kes li pey desté xwe nehejîne. Wé kes ji xwedî re nebéjé “bi xatiré te”. Xwdîyé, wé ji kesî re nebe “merhabak”, di dengé bajérén teze de.
Pişté salan wé miheqeq ji pirs kin, “gelo tu poşmanî?” Pişté salan, wé béje “déme hé pirsén ku ez bersîva wan nizanim jî hene di jîyana min de.” Lé carek din wé vekirî nemîne édî pacera oda wé. Bayek nerm ya berbangé, wé pelek ku di raçîng de mérek hebe neyîne oda wé. Her çiqas ku roman bixwîne jî, édî wé li ser, wéneya mérek ku li ser lévan de kenek zirav xuya dike, tune be.
Li rojhilaté sibehek payîzé. Bayek sar té, bi pelén daran re şer dike. Pel berxwe didin li hember demsalé. Demsal diguhure. Dar berxwe dikevin, ji ber wé pelén wan biweşin. Hinek paşé dilketîk derbas dibe ji bin darén xemgîn. Hewaya dilé wé jî diguhure, tengasîk xerîb li ser dilé wé rûdiné. Hîsa tenébûné, ezîtî ya wé dadigre. Daxwazek bitundî ya hebûna hevalek hévî dike. Desté wé diréjî telefona berîka wé dibe. Lé nizane, yé ku telefoné veke jî nesîbé xwe hilda ye ji demsalé. Nizane, çareserîya xemgînîya ku ji payîzé té, tune ye.
Axirî ték diçin pel, li hember bayé. Dibin kevane, giran giran dikevin ser peyaréya ber mala min. Paşé otomobîlek bilez ji ber wan derbas dibe. Vé caré pel, ber bayé otomobîlé dikevin. Bilind dibin ji erdé, ber bi cîhek din difirin.
Gava ba kém dibe, pelek, xwe li ber laşé darek ditelîne. Her wiha rizgar dike xwe ji bayé. Dara pîr yé ku xwe sipartîye ber, “ berxwe nede li hember bayé” dibé, “binér, şaxé min, her yekî wan payîzek e.”
Li ber xwe dikeve gelo ew pel, ji ber xeberdana ev dara pîr, nizam. Lé şerm dike. Ji ber ku xwe sipartîye ber darek ku wiha difikire. Her wiha, ji kûrahîya dilé xwe, erîşek nû ya bayé hévî dike. Dixwaze, tamara xwe yé berxwedar nîşané ev dara pîr û westîyayî bike.
“Çîrokek nû ye kuré min her demsal, ji dinya me yé bésitar re. Û payîz, her payîz alîyé trajîk ya çîrokén me ye her sal. Nikarî biguhurînî. Ji ber ku tu jî di trajedîya vé çîroké de, pelek li ber hişkbûné yî.”
Bi dara pîr bawer nake pel. Ji ber ku ne dadyane ye jîyanek wiha. Dixwaze bi hebûna xwe ve birizîne van paradigmayén kevneşop. Naxér, divé tune bûn rast nebûya. An na, wé çawa bibihîstîya wiha daxwazîya şer û tekoşîné, di hunudré xwe de? Wé çawa bikaribûya xeyalan çéke û li pey wan bikeve? Divé wateya jîyané tékçûyîn nebûya. Li hember bayé ji şaxén daran ketin û di payîzan de hişk bûn nebûya.
Ké bizanibe, belkî hinek paşé jinek tené derbas be ji vir. Li ser çavan de xemginîya pirtûkek ku édî nayé xwendin hebe. Bi wé bihise. Bi daxwaza jîyana ku li ser rengén wé yén hé neçilmisî ye, bihise. Xwar be, ewé ji erdé hilde. Heta dawîya meşa xwe yé li ser peyaré, di desté xwe de bigire. Paşé bi nazîkane bixe ber rûpelén pirtûkek, ber helbestek mesela, ku gellek tesîr li ser kiribe. Her wiha wé bigihîşta wateyek nû û bidomanda jîyana xwe, di nav rûpelén pirtîkek de. Ma qey her wateyek nû, jîyanek nû nîne?
Jîyan nû be jî, kevne be jî dikişe diçe ji emré me. Bayek nerm ya berbangé ji pacerek vekirî dikeve oda malekî. Diçe xwe li poré jinek dide. Di wének de mérek dikene. Lekeya rûjek li ser lévan e. Salnamek ji dîwarek dikeve, deman vedişére. Bayén péyîzé, pelan ji şaxan diqetîne. Berxwedana pelan destpé dike.Dilketîk tékçûyî derbas dibe ji bin darek xengîn. Hewaya dilé wé diguhure, tengasîk xerîb li ser dilé wé rûdiné. Hîsa tenébûné, ezîtî ya wé dadigre. Daxwazek bitundî ya hebûna hevalek hévî dike. Desté wé diréjî telefona berîka wé dibe. Lé nizane, yé ku telefoné veke jî nesîbé xwe hilda ye ji demsalé. Nizane, çareserîya xengînîya û serpéhatîyén nedadyane, tune ye.
Her wiha derbas bû payîzek, li ser peyaréyén ber mala min. Divé ez îro qet negerim li ser wé peyaréyé. Qet nebe ez tékneçim. Nebime pelek, nekevim ser peyaréyan.
Hûn jî nebin ba, nekevim ser peyaréyan. Ji bo bla bijîn pel, bi xeyalén xwe ve…
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext