Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn

Di sazîya Parîs Fashion Week 2023an de dîzaynkar Lara Dîzeyî eleqeyek mezin wergirt. Dîzeyî da zanîn ku ji bo koleksîyonaê amade bike û modela hilbijêre  mehek ranezaye.

Modelîsta navdar ya Kurd Lara Dîzeyî, di sazîya defîleya Paris Fashion Week 2023an de heyela xwe pêkanîye û cilên jinên Kurd pêşkeş kirîye. Lara Dîzeyî, cilên neteweyî yên jinên Kurd modernîze kirîye û bi kofî, bandên pora, bazin, gustîl û aksesûarên din yên ku jin bikartînin ve koleksîyonek dewlemend çêkirîye.

Lara Dîzeyî, ev cara yekem e  firseta pêşkeşkirina koleksîyona xwe bidestxistîye û di vê yekemcara defîleya wê de muzîka defîleyê ji alîyê bavê wê yê muzîkjen amade bûye.

Defîle, bi koleksîyon bi navê “Dream” (Xewn), “Fire” ( Agir) û “Sea” ( Okyanûs) ve bi sê beşa pêkhatîye û pêşkeş bûye. Di defîleyê de cilên netewî ya jinên Kurda modelîstên Avrûpayî li xse kirine û nîşan dane.

Lara Dîzetyî gotîye “xewna min gihîşt raztîyê, ji ber ku min çanda me Kurda gîhande qada Dunê û li Hefteya Modayê ya Parîsê de pêşkeş kirîye ez gelek bextewar im.”

 


Seregol

Nach oben scrollen