Mamed Axa û Bekir Beg

Mamed Axa û Bekir Beg

Sibe ye. Bekir Beg radibe, ji xwe re dike dilezîne, kaxizekî dinvîse, li ser Mamed Axa de dişîne. Dibê;

“Lawo, min bihîstîye bavê te mirî ye, xwûşka te Gewrê êtîm maye, bixemilîne ji min re bişîne. Eger dişînî bişîne, eger neşînî sibê li Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla, li ser Kanîya Qîzan û Bûka, sêr bike vê sibengê, destebiratîya min û te va dibe qetilxwûnê yadê… ”

De sibe ye, peya dike dilezîne, kaxizê li ser çoka Mamed Axa de datîne. Mamed Axa radibe, kaxiza peyayê dixwîne, kaxizekî din dinivîse, dide destê peyayê bi ser de dişîne. Dibê;

“Lawo, herçî gotinê te nivîsîne li cahilîya te say dikim. Çavê xwe li êla xwe bigerîne, qîzekî minasibê xwe bibîne, Gewrê piçûk e, wexta wê mêra nîne. Tevî hezar û pênsed çaqmaqê1 xwe ve, îro ji êvara Xwedê de li ber te sekinîme…”

Dema peya dike dilezîne, kaxiz tîne li ser çoka Bekir Begê datîne, Bekir Beg kaxiza peya bilind dike, dixwîne, nava cimaeta xwe dike qîrînî û dibêje;

“Lo lawo, xeber haya we ji gotinê wer tunîne, va marusa pir ji min ditirse, pir û pir dikişîne. ”

Qelem û deftera xwe jor de tîne, kaxizekî dinivîse, peya bi ser de dişîne, dibê;

“Lawo eger dilê te ji ber xwenga te dsrnayê, min bihîstîye jinên te dudune, jina mezin tiştek nîne, jina piçûk e pir nazik û pir xweşik û pir şirîn e, gidî bixemilîne ji min re bişîne, eger dişinî bişîne, gava tu naşînî, sibê li Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla, li ser Kanîya Qîzan û Bûka, tu sêr bike îro ji êvar de, destebiratîya min û te va dibe qetilxwûnê yadê… ”

Sibe bû, dema kaxiz digihîje Mamded Axa, tevî cimaeta giran meclîsa xwe ve, li dîwanê runiştine, peya selamekî li civata dorê dikîne, Mamed Axa bi devê xwe selama peya hiltîne, cî nîşan dide, dibê “berxê ji xwe re rûnê”.

Go “ axao wexta min rûniştandinê tunîne”, kaxizê ji cêba xwe dertîne, li ser çoka Mamed Axa datîne. Kaxiza peyayê bilind dike dide katibê xwe, dibê “katibo, bi dengekî êlî vî kaxizî ji axayê xwe re bixwîne.”

Katib dema ku gotinê vê marûsê bi çavê serê xwe dibîne, dibe “êvar e, herf hûr in, çavê katibê te nabîne”.

Dibê, “tu bide, axayê te bi xwe ji xwe re bixwîne, bawer bike gotinê vî marûsê nivîsîne, temam gotinên bênamûsîn e. ”

Katibo dema kaxiz dide destê Axê, Axa ji xwe re bi dengekî êlî ve dixwîne, bala xwe didê tê de nivîsîye “lawo eger dilê te ji ber xwenga te dernayê, min bihîstîye jinên te dudune, jina mezin tiştek nine, jina piçûk e pir nazik û pir xweşik û pir şirîn e, gidî bixemilîne ji min re bişîne, eger dişinî bişîne, gava tu naşînî, sibê li Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla, li ser Kanîya Qîzan û Bûka, tu sêr bike îro ji êvar de, destebiratîya min û te va dibe qetilxwûnê yadê…”

Sibê bû, dema vê gotinê dibê didikrîne, Mamded Axa qelem û deftera xwe ji jor de tîne, kaxizekî dinvîse dide destê pega bi ser de dişîne, dibê;

“Lawo, va şerê ser namûsê ye, tiştekî bi pera nîne, berxê kuştina min heye ji vê deqê şûnda, zivirindina min tunîne, ez ji te re sond bixwim bi Quranê, dîrega dîn e, tu rabe eskerê te çiqa heye, berhev bike bicivîne, ez ji te re sond bixwim, bi sura sibê, bîna bayê kur û bayê şerq û bayê xerb û çsp û rast li me tê gimîne, tevî hezar û pênsid çaqmakî jina xwe yê piçûk ji te re tînim, emê li arasa meydanê destebiratîya me dibe qetilxwûn e, ez ji te re sond bixwim îro li meydanê vê sibengê, jina yekî ji me yekî re, ji xwe re bî dimîne. “

De dema peya dike dilezîne, kaxizê li ser çoka Bekir Begê datîne, Bekir Beg rabîye ranebîge mêrkî bêesl e, esil û esas û soga wî tunîne, sêr bike li cimaeta dorê kir qêrîn e, li def û hawara dixîn e, donzdeh eşîra xwe berhev dike, hezar û pênsid çaqmaqî xwe bi ser de tîne, ji êvar de çadir dikute, hewar datîne.

Mamed Axa radibe hezar û pênsid çaqmakê xwe hiltîne, tu sêr bike, jina xwe ya piçûk bi xwe re tîne, saet şeşê şevê de li dora êla Bekir Begê dikute çadir û xeybetê2 di spîne.

Sibe ye, Bekir Beg radibe misîna desmêjê hiltîne, serê xwe ji çadira xwe dertîne, nihêrî vê sibengê li dora êla wî kutane çadir û xeybetê di spîne, vedigere misîna xwe cî da datîne, bi sê denga bi jina xwe ya piçûk û mezin kir qêrîn, go “ de rabe xanimê, de rabe eskûkê, de rabe xatûnê, here vê sibengê vana kirinê Mamed Axa ne, selamê min jê re bibê,  bêje Bekir Begê gotîye ‘eger ji telaqa bawer dike, şeş telaqê xwe biavêjin, eger bawer nake jê re sond bixwim bi Quranê, dîrega dîn e, xeber haya min ji gotinên wer tunîne, kaxiz û beratê bi ser de şandine, temamî di orta min û wî de kirine fesadî, şeytanîne, bira rabe eskerê xwe ji ser êla min hilîne, ez ji te re sond bixwim, xeber haya min ji van gotinên wer tunîne.’”

Sibe ye, jina Mamed Axa rabîye tevdîra çay û qehwa sibê ji axê re dibîne, nihêrî hurmetek ji derê çadirê kiribû fîgan û zarîne, go “de rabe kotîyo de rabe,  miskîno de rabe, nemerdo de rabe, vê hurmetê ser me de çi fîgan û zarîne?”

Serê xwe rakir ji xewa şirîn e, go “de were wanikê, de were lêlikê, de were êmê, de were bacîyê, de were dayîkê de were, te ser birayê xwe de çi fîgan û zarîn e?”

Go “axao ez heme jina Bekir Begê ya mezin im, selamê xwe ji te re şandine, gotîye ‘ji teleqa bawer dike şeş telaqê xwe bavêjim, eger bawer nake jê re sond bixwim bi Qurznê, dîrega dîn e, xeber haya min ji gotinên wer tunîne, kaxiz û beratê bi ser da şandine, di orta min û wî de kirine fesadî û şeytanîne, bira rabe eskerê xwe ji ser êla min hilîne.’”

Go “lêlê xweyê, lêlê dayê, min mi te re gotîye tu dayîk û xweya min î, tu were li kêleka birayê xwe rûnê, min gelek mektûbê vê marûsî bi sestê xwe hildane, bi çavê xwe dîne, bi devê xwe xwendine, min îmzaya vê marûsê li binê van mektûba dîne. “

Destê xwe li xêba paltoyê xwe dixîne, mektûba vê marûsê jê dertîne, ji vê esyetekê3 re dixwîne. Dibê;

”Seb xatirê xwenga xwe eskerê xwe hiltînim, derdikevim ser Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla, li ser Kanîya Qîzan û Bûka, datînim bargiranî ne, bira jina xwe ya piçûk bi xwe re bîne, yek ji me li meydanê dimire, jina yekî ji me, ji yekî re bî dimîne, eva şerê ser namûsê ye, tu car kuştina min heye, zivirindina min tunîne.”

Dema vê gotinê dibê didikrîne4, sibe ye, vê sibengê malxirabo, va eskûka dike dilezîne, xwe bi Bekir Begê re digihîne, vê gotinê dibê didikrîne, sêr bike Mamed Axa eskerê xwe hiltîne, derdikeve Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla, li ser Kanîya Qîzan û Bûka, bargiranî datîne, sêr bike vê sibengê malxirabo, Bekir Beg rabîye ranebîye, şixul û karê wî bênamûsî ne, eskerê xwe hiltîne tê li binîya çadira Mamed Axa, çadir dikute, hewar datîne, hezar û pênsid palîwanê xwe hiltîne, derdikeve meydanê dike qêrîn e;

“Bê lo lawo, lo Mamedo, lo lawo, te di emrê navê xwe de palîwanê wiha li pişt xwe dîne? ”

Go “lo lawo, eger tu mêrkî çê yî, tu were em bikevine ber almecê tivinga, yek ji me yekî bikuje, bira jina me yekî, ji yekî de bî bimîne, bira lawê bava kesek ji rûyê min û te de zirarê nebîne, çavê çolix û çocixê kesî vê sibengê li rê û dirba nemîne, heya dunya xweş ava be, bira kesek li mşn tû te lanetê neyne, vê sibengê hêsîr û dîl nemîne.”

Dema vê gotinê dibê, didikrîne, herdu dikevine ber almecê tivinga, Bekir Beg rabîye ranebîye şixulê wî karê bêbextîne, nahêle Mamed Beg almeca tivinga xwe hilîne, çer davêje lêdixd milê Mamed Axa yê çepê dişkênîne, Mamed Axa fenanî hirçê bi şengêlî, dev geliyanî dil birîn e, dikeve ber almeca tivingê, almeca tivinga xwe hiltîne, sêr bike qapaxa serê Bekir Begê fenanî quriş û deh pere ji der dibîne, çer davêje lêdixd qapaxa serê Bekir Begê bi destê xwe hiltîne, bi destê zorê dişîne jina Bekir Begê piçûk ji xwe re tîne, ez ji te re sond bixwim bi sê denge digo “lo lo ,lo lawo, Xweda li ser heqîyê ye, Pêxember li ser şifaetê ye, herçî kesê çelê ji hevalê xwe re bikole, yeqinîya we hebe ji Rebê li jorîn e, bi bendê nefsa xwe tê de dimîne…”

Ax lê lê, bê sebebê Gewrê… 

  • Hêzên lêxistinê
  • Kon
  • Ji Tirkî “eksik etek”
Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar