Seregola Intabê

Marlon Brando, Oscar û Çermesorik

Marlon Brando, Oscar û Çermesorik

Marlon Brando, di sala 1973an de ji bo ku bal bikşîne ser qirqirina Çermesorikan, xelata Oscarê, ku ji fîlma Godfather kar kirîye, red dike. Di 30ê Adara 1973an de di seremonîya xelatê de, ji bo ku li ser navê wî xeberdan bike bi navê Sacheen Littlefeather keçek Çermesorik dişîne ser mîkrofonê. Lê wezîfedar nahêlin ku Sacheen peyama Brando bi temamî bixwîne. Sacheen, ancax bi çend hevokan ve peyam bi guhdaran radigîhîne û li ser navê Çermesorikan spas ji Marlon Brando re dike. Xeberdana kin ya Sacheen Littlefeather wiha ye:

“Marlon Brando, peyamek dirêj da min ku ez niha firsenda xwendinê nabînim, lê ezê bi dilşahî bi çapemenîyê re parve bikim. Ew xemgîn e ku vî xelatê qebûl nekirıye. Û sedema vê jî, endustrîya îro ya fîlima ye, min bibaxşînin, û di fîlimên televîzyona de kirinên ku li Çermesorikan dikin û bûyerên dawî yên li Wounded Kneeyê ye. Ew dibê, ‘min bibaxşînin ku îşev ez bi we re nînim lê emê di pêşerojan de, bi comerdî û hezîyên li dilên xwe ve û bi ferasetan ve werin cem hev.’  Spas pêş navê Marlon Brando…”

Marlon Brando paşê di otobîyografa xwe de ji bo wê şevê û li ser xelatê wiha dibêje:

“Lê dîsa jî, li hember tim astengîya Sacheen qedand, li ser navê Çermesorikan  çend gotin got. Ji bo vê tevgera wê ez pê serbilind im. Çi bi wê Oscarê hat ez nizanim. Akademîya Sînemayê belkî ji min re şandi be, lê wisa be jî niha li kû ye nizanim. ”

Teksta temamî ya peyamê ku paşê dane çapemenîyê bi kurtasî wiha ye:

“Me ji xelqê Ehlîyan yên ku ev 200 sal e ji bo erdê xwe, jîyana xwe, malbat û azadîya xwe şer dikin re wiha got: ‘çekê xwe dayne birayê min, were em bi hev re bijîn, ger tu çekê xwe daynî emê bikaribin bi te re li ser aşîtîyê xeberdin, emê li hev rûnên.’ ”

Lê gava çekên xwe danîn me wan qetilkir. Me ji wan re derewan kir. Ji bo ku wan ji erdê wan biavêjin me wan xapand. (…)

Belkî hûn niha bêjin ‘çi eleqa wê bi vî Xelata Akedemîyê re heye, ev jinika çi digere li vir, him tema êvara me revand him mijara ku eleqa me pê tune ye anî xiste jîyana me, serbarî ser xema me jî nîne. Him perê me û zemanê me xerc kir, him jî hat ket malên me.’

Ez dibêm bersîva van pirsên ku nehatine pirsîn di bigeha sînemaya ku Ehlîyan piçûk xistîye, karekterên wan bi dijminahî, xirab û wek hovan nîşan daye de radizê. Di vê dunyayê de gîhîştîbûna zarokan jixwe zor e. Zarokên Ehlî gava televîzyon sêrdikin, fîlim jî sêrdikin û îmkana ku em bizanibin tune ye ka gelo  zêhnên wan çawa zede hildide ku pêşîyên xwe weke ku fîliman de behs dibe dibînin. (…)

Hevîdarim ku yên niha guhdarin, van gotina wek tundî nenirxînin ji ber ku min tenê ji bawerîya xwe ya ku divê herkes li ser erdê xwe serbixwe û azad bimîne dibêjim û balkêşîyek ji dil û can bû ku gelo emê bikaribin li ser mijarek wiha girîng xeberdin yan na.

Spas ji bo tenikayî û nezaketa Littlefeather Xanim ku nîşan daye. Ji we teva re spas dikim û şevek baş dazwaz dikim.”

Wek tê zanîn ku Marlon Brando di 2 Tîrmeha 2004a, di 80 salîya xwe de li Kalîfornîyayê dunya xwe guhartîye.

10 fîlimên sereke yên Marlon Brando:

  1. Bav / The Godfather (1972)
  2. Qîyamet / Apocalypse Now (1979)
  3. Li Ser Keştîgehan / On the Waterfront (1954)
  4. Tramvaya Azwerîyê / A Streetcar Named Desire (1951)
  5. Bijî Zapata / Viva Zapata (1952)
  6. Serhildan / Queimada (1969)
  7. Jul Sezar / Julius Caesar (1953)
  8. Qaçax / The Chase (1966)
  9. Şêrên Xort / The Young Lions (1958)
  10. Xatirxwezî / Sayonara (1957)
Nivîs