Seregola Intabê

Mersîyeya Teyrekî

Mersîyeya Teyrekî

Mersîyeya Teyrekî

Wek tê zanîn berhemên folklora Kurmanca bi piranî bi destê çîrokbêj û dengbêja ve afirîye û gihîştîye xelqê. Agahîyên li ser civakê, serpêhatî û dîroka milet bi çîrok û kilaman ve pêşberî   guhdaran bûye. Îro serpêhatîyên ji dîroka cumaeta Kurmanca yên ku nehatine bîrkirin, bi piranî berhemên van çîrok û kilaman e. Çîrok û kilam jî bêguman merîfeta hunersazên wek dengbêj û çîrokbêjan e.

Jixwe, wekî bi herkesî eyan e,  kirdeyên vê hunera qedîm ya cumaeta me jî gelek in. Guhdar û meraklîyan, pirî ku ji wan hez kirine, xêncî nav û dengê wan navlêkên xweş û şirîn jî li wan kirine. Wek mînak Evdalê Zeynikê “Şahê Dengbêja” ne. Reso “Tacê Kilama”, Şakiro “Kewê Ribat” e. Yek ji wan jî Ferzê ye ku Kurmanca layîqê navlêkek xweş dîtine. Ew, “teyrê ser milên qîz û bûka”ne.

Ferzê, piştî Evdal, mesîyê mezin yê folklora me ye. Delalîyê dilê mêrê zemanê berê ye. Ew di dora salên 50an de hostayên kilama, çirayê şevbihurkên cumaetên mêra bûye. Ne tenê teyrê ser milê qîz û bûka lê di heman demê dengbêjê dengbêjan bûye. Bi taybetî di sêlinga gola dengbêjan de, li Milazgirê dîwarbirê dîwanên giran, axa û began, mîr û pîran, êl û eşîran bûye. Ji ber ku ew jî wek Bedîhê Çavşûşe dûajoya awa û rêbaza Evdal bûye, jixwe yekcar yekta û sereke bûye. Nav û dengê wî ne tenê li Milazgirê, li hemû gund û bajarên gola dengbêja, li Intabê, Qereyazîyê û li her derê Serhed û binxetê de belav bûye.

Lê mixabin emrê Ferzê zêde dirêj nekirîye. Salek li gundê Kevir ku  gundek Milazgirê ye, di dewatek de gulek li bedena wî dikeve û jîyana wî ji dest diçe. Cumaeta Kurmancîyê derbek mezin hildide, kilam nefesek zexm û bireng winda dike. Qîz û bûkên Kurmanca ji teyrê ser milên xwe dibin. Tê gotin ku gule ji demança yekî ku navê wî  Zekîyê Miralî ye dertê, diçe li Ferzê dikeve.

Bûyar li dawatek diqewime. Dewat bûye, gava ku wê bûk derê, xwedîyê dewatê gazî Ferzê dike, dibê “bira were kilama bêje.” Dibên Ferzê tê, kilama dibêje, çerxa dewatê saz dike. Bûk ji mal derdixin, siwar li hespan siwar dibin. De melûm e, siwarên Kurmanca bê çek û rext naçine dewata.  Gava bûk siwar dikin, her siwar ji berîka xwe çardexwur û şeşagirên xwe derdixin gule berî hewayê didin. Yek ji wan siwaran jî Zekîyê Mêralî bûye. Li kêleka Ferzê, li ser hespê xwe bûye. Ew jî wek siwarê din, anîye ku gule berê hewayê bide, xwe şaş kirîye, agirê qulê li mala xwe de ye. Li ser vê bûyarê dengbêj wiha gotine;

Bûkê derxin, me dereng e,

Kul bikeve mala Zekîyê lawê Miralî,

Demança ser çokê dide deng e,

Ez li milê rastê zivirîm,

Min dît Ferzê, gula siwaran, nemaye sîma û reng e…

Her wiha, Ferzêyê rengê kilama, teyrê ser mila, bêhna ber dengbêja, gula siwara, hê di  çil salîya xwe de, dibe qurbana qezîyakî, zûtirî, guhdarên xwe êtîm dihêle, bêwaxt diçe ber emrê Xwedê.

Gorî salixê salixdaran, dibên piştî rûdanê Zekîyê Mêralî firar dike, dibe qaçax. Şevek bi dizî tê mala bavê Ferzê, li ser Quran û namûsê sondê giran dixwe ku bûyar bêhemdê wî bûye û ti qesta wî tunebûye.

De melûm e, Ferzê ye, navek zexm, mêrek qenc e. Bêmiraz û bêsiûd e, bûyar giran e, xema ser milan ne. Dengbêj li ser gotine, lorandine. Hela em binhêrin, ka gelo çi gotine, ça lorandine..

Bavê Miheme Salih1

Xasê digo Nazê

Nazê digo Bilnazê

Bilnazê digo lê lê Gulnazê korê de rabe

Ezê bi Melazgirê, bi gundê Kevir biketama

Wê bi zevîy e wey wey…

Sibe ye min dina xwe dayê

Du heb siwar derketin der e

Ferzende Şahê Dengbêjan

Teyrê ser mile qîzan û bûkan e wî…

De bavê Mihemed Salih namekî didane destan e

Digo li gunde Kevir dawet e

Kerem ke were kambaxa vê dawetê weyy weyy…

Min dît Ferzende, bavê Mihemed Salih, şahê dengbejan

Li malê, li Boha siwar bû

Dakete binya mala

Xasê diçû peşîyê digo bavo tu neçe kambaxa dawetê

Digo lê lawo tu nizani gotinê bapîre min e

Cot sefer ji bavê berê de ji mala bave te ye wey wey…

Birîn de deng nayê

Birînxedaro lo de deng nayê

Birîna bavê Mihemed Salih giran e

Dinale dinale dinale dinale

Çima bixew nayê wey wey…

Xasê digo Nazê

Nazê digo Bilnazê

Bilnazê digo lê lê Gulnazê xweyê

Sibe ye bi Milazgirê, bi gundê Kevir biketama

Soran û son derbas kir

Min dît bûk ji derê malê de hatî

Bavê Mihemed Salih, teyrê ser milê qîza û bûkan

Kilam digot, çerxa dawetê saz kir wey wey…

Kula Xwedê bikeve mala Zekîyê lawê Mêralî

Min dît debançekî şeşagira malnihêrî daye

Li bedena bavê Mihemed Salih şahê dengbêjan

Mirata gula malniherî weyy weyy…

Dibê wezê bi gundê Kevir

Bi Milazgira şewitî biketama bi dar e

Bavê Mihemed Salih ji ser pişta hespê da kete erd e

Gazî dike gelî siwaran mala we xerab be

Birîna min kûr e pir xedar e

Hey Melazgirîyan mala we xirab be

Bidin şahê dengbejan

Teyrê ser milên qîzan û bûkan

Tase ava sar e weyy weyyy …

Birîndaro de deng nayê

Birînxedaro lo de deng nayê

Birîna bave Mihemed Salih giran e

Dinale dinale dinale dinale

Çima bixew nayê weyy weyy…

Xasê digo Nazê

Nazê digo Bilnazê

Bilnazê digo lê lê Gulnazê korê de rabe

Sibe ye bi Milazgirê, bi gundê Kevir biketama

Bi hêlûna kewa weyy weyy…

Birîna bavê Mihemed Salih şahê dengbêjan giran e

Dikim nakim nare fitîle milê kew e

Di kêleka min de dinale

Nizanim çima serê min nagire weyy weyyy…

Xasê digo Nazê

Nazê digo Bilnazê

Bilnazê digo lê lê Gulnazê korê de rabe

Sibe ye bi Milazgirê, bi gundê Kevir biketama bi kereng e

Li bejna bavê Mihemed Salih

Şahê dengbêjan mize dikim

Ji şal ji şapika ezê bala xwe bidim

Telik e tutik e silfvanî reng e

Li bejna bavê Mihemed Salih mize dikim

Kul bikeve mala Zekîyê lawê Miralî

Derbeke malniherî li bedena vî xweşmêrî daye

Îro sê roj e ketîye ax e

Ez li der û dorê xwe dinêrim gundê dar heft reng e weyy weyy…

Birîndaro de deng naye

Birînxedaro lo de deng naye

Birîndaro de deng nayê

Birînxedaro lo de deng nayê

Birîna bave Mihemed Salih giran e

Dinale dinale dinale dinale

Çima bixew nayê weyy weyy…

—————————————————-

Ev kilam ji Dengbêj Zilkûf hatîye bihîstin ku yek ji dengbêjê heremê ye. Bi gotina xwe, ew jî ji dîya xwe Senemê hilda ye ku ew jî dengbêj bûye1.

—————————————————-

Çavkanî: Bimebün nr 15, zivistan 2002

Nivîs