Mesela Mûsa Kazim

Mala Sêrxûn torina eşîra Sîpkan e.Ev malbat li İntabê (Dutaxa navçeya Agirîyê) bi cîh e. Beşeke torinê zurîyeta Eletorinê ye. Evan li herêma Seregolê bi cîhin. Beşa din zurîyeta Hecî Ûsiv Paşa ye. Ev jî li herêma Devçema (Çemê Mûradê) bi cîhin.

5 kurê Eletorinê hebûne. Kurê mezin Husên Beg e,  xwedî yê Gundê Hasûna ye. Hesen Beg (Bavê Ebdulmecîd Beg) xwedî yê Gundê Kêsa, Mellehesen, Qereqû, Cemalverdî, Mîrze û Bedo ye.

Ûsiv Beg xwedî yê Gundê Koşkê û Erabalî, Hecî Mistefa Beg xwedî yê gundê Şemê û Ehmed Beg jî xwedî yê Gundê Xirbesorkê û Dêrikê bûye.

Nevîyê Ehmed Begê, Keremê Mûsa Begê Beg, ji bavê kurek bi tenê bûye. Kerem Beg xwedîyê gundê Xirbesorkê bûye. Mirovekî dewlemend, bi rêz, maqûl û bawermend bûye. Serdemekî mebûsîya Agirîyê jî kiribûye.

Çar zarên wî hebûne; Mûsa Kazim (navê bavê xwe lê kiriye), Ehmed, Mihemed û Îbrahîm.

Mûsa Kazim birayê mezin bûye. Gelek bi qedir û bi qîmet û birayê delalî ya malê bûye. Tîtalekî xortan û çelengsiwarek bûye. Wê demê li Enqerê Fakulta Îqtisadê dixwendîye. Nû zewicî bûye û bi navê Nalan keçek wî hebûye.

Di dawîya salên şêstan de mixabin birîna reşe kûr a Kurdan hatîye serê wan,  li şerê navxweyî qelibîne.

Di navbera lawên Kerem Beg û nevîyê Husên Begê (gundê Hasûna) kû ji wan ra dibêjin zarê Werdekê da şer çêdibe. Di vî şerî de lawê Kerem Beg, Ehmed ji wan yek birîndar dike. Ew jî dixine dilê xwe ku heyfa xwe hildin. Dibên em li kîjanî xin li kîjanî nexin? Li ser qaîdê û kevneşopîya Kurda yê malxirabîyê tevdigerin û dibên di nav zarên Kerem Beg de kîjan sereke û bi qedir qîmet be emê li wî xin ku bira dilê wan zehf biêşe.

Kîjan sal bû ez nizanim lê bi texmîna min salên destpêkan 1970an bûn. Demsal zivistan bû, min dibistana sereke dixwend. Êvarê gundî ji bajar hatin, wek her carî cimaet li dora wan civîyan, de ka bêjin çika çi hewadîs hene? Gotin wele Mûsa Kazimê kurê Keremê Mûsa Begê îro hate kuştin.

Gorî gotina gundîya Kerem Beg bi tevî kurê xwe Mûsa Kazim li Agirîyê li mala Apo Ferzende (kurmamê kalikê min e) mêvan bûye. Mûsa Kazim bi tevê Ehmedê kurê Apo Ferzende, li nav bajêr digerîyabûne. Dema ku her du tên pêşîya Otêla Yêşîlyurdê, zarê Werdekê rikêf dikin û Mûsa Kazim dikujin.

Wê demê ku cab tê mala Apo Ferzende, Kerem Beg li ser nimêjê bûye. Kerem Beg gelek bi metanet tevdigere. Qet nimêja xwe betal nake. Apo Ferzende jî ji Ehmedê lawê xwe re dixeyîde, bi hêrs dibe dibê, “Te nikaribû xwe bida ber Mûsa Kazim û bi biparêsta. Tu qe ji vî gewdê xwe jî şerm nakî. Ez te di axa sar da bikim!”

Mixabin ev dilsotina şerê navxweyî bi kilamekî ket nav rûpelê dîrokê.

Em kilama li ser Mûsa Kazim ji devê Nûroyê Meter guhdarî bikin. Nûroyê Meter, ji Gundê Meter e. Ji ber ku Meter jî gundekî İntabê ye (Dutaxa navçeya Agirîyê) em dikarin bêjin ku gotina Nûroyê Meter rast e.

Kilam wek li jêrê ye:

 

Lo lo lo lo he wî lo lo lo lo…

Qediryayê rebenê sibe bû lawo şerekî giran  li me çê bû şerê xwe bixwetî yê,

Xwedê tê qebûl nekî danê vê biharê li me qewimîye li şewitîya Qerekosê li pêşberî Yeşîlyurdê,

li rêzê dikana ez bala xwe didimê berî mexrebê li fêza daîrê abukatê van girtîya,

lê lê dayê rebenê li fêza daîra abukatê van girtîya…

Minê xewnekî ji bavê Nalanê, mihendizê Turkîyayê, abukatê hukumatê Mûsa Kazim birayê malê re dîtibû,

Xwedê xêrke şeva ewilî gele cara dilê min ji bo xewna min tirsîya.

Midî vê sibengê şera serê min qetîya, xizêma pozê min qetîya yadê,

Serê cote boxeberana hêşîya konê mala bavê min di hundirê sîtila sar û çemilda dikelîya,

Xwedê xirab bike derdê biratîyê, derdekî kotîbûnê, derdekî bê dermane,

hersê lawê werdekê Xayîn ketine şewr û mişêwra, kuştine bavê Nalanê iro sê roje li şewitya Qerekosê gerandine bi sê cîya.

 

De lo lo lo lo lo he wî lolo lo….

Waxta ku dor li bavê Nalanê girtibûn, emyeta xwe bi lawê xelqê neynin emyeta xulama tune, lawo rojê mirinê bira li pişt birê disekine,

bi teqîna gulê re xulam kurê xelkê bûn, temam ji kêleka bavê Nalanê direvîyan.

Min dî cinazê bavê Nalanê li pêşberî Yeşîlyurdê weyla li min korê ji xwe ra welgerîya,

Xwîn ji cinyazê wî dikişîya mislê çeman û kanîya,

De tu bala xwe bidê cinyazê bavê Nalanê kirine makîna, cîpa û texsîya wanîne derê dewlet xestexana Qerekosê,

Çiqas doxtor û baş tabîbê dewletê hene temem li ser cinyazê bavê Nalanê li hev du dicivîyan,

Baştebîbê kavila Qerekosê ma li çongê xwe dixist digo sed yazix û sed korayîya vî zilamî ji xwe ra digirîya,

Kesek tine cabekî bibe mala Apo Ferzende bê Kerem agirê kulê di mala te keto,

agah û xebera te jê tine bejin bala bavê Nalanê tiragune siyar be mihendizê Turkîyayê abukakê hukumatê,

Zavayê tezeye, ev du meh e ji Enqerê zivirîye,

Mala te şewitîyo yeqîna te ji Xwedê be koka egîta, fêriza, xweşmêra niştevana tim cara li te qelîya,

Waxta dor li bavê Nalanê digirtin lê dibû pêsîrtengîya mêra,

Bira pê re derketa cotê bira, Ehmed lawê malê, birayê dilşewitî destê xwe bavêta qevda debançê,

derdê biratîyê zehmet e, bira gurê serê çîya nebîne li kêleka birayê xwe bisekinîya.

Notanî gurek ji gurê sibatê destê xwe bavêta qevda bê xweyîya debançê

notanî gurek ji gurê yekane meriv ji kêfê re berde nav birê van kerîya…

 


Nivîs: Ayhan Erincik

Kilam: Ji Nûroyê Meter


Seregola Intabê

Çavkani: wikipedia – biliminyolu.com

Nach oben scrollen