Mîha Kulek

Mîha Kulek

Hebû tunebû, kes ji Xwedê mezintir nebû.

Di zemanên  berê de gava ku serma dihat, koçeran konên xwe radikirin, malên xwe top dikirin, diçûn deştê. Dîsa di demek wisa de koçer tev tevdîra xwe dikin û bi rê dikevin. Şênî dinhêrin, malek ji wan, ji ber ku mîhek wanê kulek nikare bimeşe heye, li paş dimînin.

Mezinên malê dibêjin;

”Bira mîha me li vir bimîne, em herin konên xwe daynin, paşê vegerin werin mîha xwe bibin ”

Du kûçikên xwe yên heyî jî li ber dihêlin û diçin.

Rovîyek betal, newal bi newal digere, tê li mîhê diqelibe. Ji tirsa kûçikan newêre nêzik bibe, hema ji dûr ve bang dike, dibê;

“Mîhê, ev mêrga gur e, heke ku gur te li vir bibîne wê were te bixwe.”

Mîh dibêje;

“Wê çaxê, bira gur were, sond bixwe ku vira mêrga wî ye, bira min bixwe.”

Kûçik diewitin, rovî direve, diçe.

Piştî ku rovî diçe, herd kûçik erdê dikolin, dikevine çelê. Mîh jî hinek qirşan diavêje ser wan, wan tê de vedişêre.

Rovî digere, gurek dibîne û dibêje;

“Birayê gur, mizgîna min li te, mîhek li pey şênîyek maye, were em herin bixwin.”

Gur li pêşîyê, rovî li dû dimeşin diçin hinda mîhê. Gur dibêje;

”Mîhê! Tu çima ketîyê mêrga min? Ezê te bixwim!”

Mîh dibêje;

“Wê çaxê were sond bixwe ku ev mêrga te ye, paşê min bixwe.”

Gur dibêje;

“Ka ezê bi çi sond bixwim?”

Mîh dibêje;

“Ev koma qirşa zîyaret e. Were bêje, bi vî zîyaretê ev mêrg ya min e.”

Gur dibêje;

“Ez sond naxwim!”

Rovî dibêje;

“Çima tu sond naxwî law?”

Gur dibêje;

“Ez newêrim sond bixwim, ez ne bi destmêjim, sondê li min bixe.”

Rovî dibêje;

“Law, sond li meriv naxe, dereng diqewime. Yan li zaren me yan jî li zarê zarên meriv dixe.”

Gotina rovî dikeve serê gur. Gur ber bi zîyaretê dimeşe. Gavek, du gav, sê gavan diavêje û sê cara dibêje;

“A bi vî zîyaretê mêrga min e. A bi vî zîyaretê mêrga min e. A bi vî zîyaretê mêrga min e.”

Gava gur sond dixwe û nêzî wan dibe, herd kûçik ji binê qirşan dertên, dirêjî gur dikin. Li sitûyê wê siwar dibin, gelek şer dikin, gur pir diheriqînin, nakujin lê ji kuştinê xirabtir dikin, gur fesalek dibîne ji destê wan difilite, direve, xilas dibe.

Tê digîhîje rovî. Dibêje;

“Law lê te got zîyaret li meriv naxe, te dît, min ça sond xwar, zîyaretê li min xist, xenimî min bû.”

Rovî;

“Na law, ev ne ji ber sonda te bû, ev ji sondên bav û kalên te bûne hat pêşîya te.  Min çi dizanêbû ku bav û kalên te bi derewan sond xwarine. ”

Gur paşîya sitûyê xwe dixurîne û dimeşe diçe, winda dibe. Mîh xilas dibe. Xwedîyên wê tên, mîha xwe li hespek dikin û dibin.

Mesela min li dîyaran, rihmet li dê û bavê guhdaran, xêncî şeytanên ber dîwaran…

———————

*Ji pirtûka Çîrokên Gelêrî ya Haşim Aslan (Seregol).

Nivîs