Seregola Intabê

Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
Li mezopotamyayê 6 hezar 500 sal berê şaristanîya Sumeran xwe daye der. Gorî dîrokzanan ev şaristanî bingeha yekane ya dûmahîkên xwe ne. Benîadem astronomî û astrolojîyê ji wan hildaye. Ewan sazîya royê zanibûne, di derheqê sazîya royê de agahîyên gelek girîng danene. Di destana wan ya afirandinê de ku bi “enûma elîş” ango “waxtek li ezman de” destpêdike behsa gerstêrkan dibe û salix dide ku gerstêrk ji lihevketina gerstêrkek gir ku ketîye sazîya me ya royê ve çêbûneye. Sumeran bawer kirine ku bi ro û hîvê ve di sazîya royê de 12 gerstêrk hene. Her wiha vê agahîyê di tablet û nivîsên xwe de mor kirine.
Sumeran navê gerstêrka 12an “Nîbûrû” lêkirine. Ev nav tê meneya “yê ji navê diçe” ye. Lê wek tê zanîn zanîsta modern heta niha bi teleskop û radarên geşbûyî ve li fezayê gerîyaye û bawer kirîye ku xêncî ro û hîvê 9 gerstêrk hene.
Lê çend sal berê gotarek ku di kovara “Astronomical Journal” de weşîyaye kelecanek vejandîye nav cimaeta zanîstîyê. Zanîstên ezmanî yên Enstitûya Teknolojîyê ya California, di gotarê de dane zanîn ku di encamên lêgerîn û lêkolînan de rastî keşfên gerstêrkek teze hatine ku 10 qat ji Dunyayê mezintir e. Encamên keşfa van zanîstan ku rast be, ev gerstêrka teze ku behs dibe, wê bi ro û hîvê ve bibe gerstêrkan 12mîn.
Eger ev nûvedan ji alîyê NASA ve were piştrastkirin ew nivîsên Sumeran ku 6500 sal berê neqşê ser tableta bûye wê rast derê. Wek tê zanîn gerstêrk wek li jêrê ne:
- Ro
- Hîv
- Merkûr
- Venûs
- Mars
- Dunya
- Jûpîter
- Satûrn
- Ûranûs
- Neptûn
- Platûn
- Nîbûrû (ya teze ku Sumeran behs kirine)
Hûn dikarin bibêjên ku wek gotina Sumeran gerstêrka 12mîn hebe wê çi biguhure? Ez dibêm gelek tişt. Sumeran 12 gerstêrka wek 12 yezdan qebûl kirine. Her wiha reqema 12 pîroz kirine. Sumeran ezman wek 12 bircan kerî kirine û her wiha zodyaqa(zodiak) îroyîn çêkirine. Bi vî awayê desteya 12an ya stêrka derketîye holê.
Şaristanîyên ku piştî Sumeran ava bûne bawer kirine ku reqema 12 pîroz e. Her wiha salek wek 12 meha par kirine. Ji serdemên antîk vir de seet 12 kerî ye. Di mîtolojîya Grekan de li Çîyayê Olympos de 12 Yezdan hebûne:
- Zeûs
- Hera
- Athena
- Apollon
- Artemîs
- Hermes
- Hephaîstos
- Hestîa
- Ares
- Aphrodîte
- Demeter
- Poseîdon
Hebûn û pîrozîyan 12yan bi van xilas nabe. Gava ku pêxemberê Mûsevîyan Mûsa cihûyan ji Misirê direvîne, di çolê de 12 kanî zayîne. Xêncî vê 12 zarên Yakûp hebûne û Îsaraîlî jî bi 12 qewman ve bûne.
Ji ber ku 12 hewarîyên Îsa hebûne reqema 12 di ola Xaçperestan de jî balkêş e. 12 Hewarîyên Îsa yên li jêrê ne:
- Petros
- Yakûpê Zebedîn
- Yakûpê Alfeûs
- Yûhanna
- Bartolomeûs
- Andreas
- Fîlîpûs
- Tomas
- Yehûda (Taday)
- Yehûda (Îskarîyot)
- Matta
- Sîmûn
Di heman demê de di Încîlê de behs dibe ku di tacê serê Meryem de 12 stêrk hebûye.
Di ola Îslamê de jî balkêşî û pîrozîya reqema 12 cîhê xwe parastîye. Mesela 12 îmamê Mihemed Pêxember hebûye:
- Elî
- Hesen
- Huseyîn
- Zeynel Abîdîn
- Mihemedê Bakirê Elî Zeynelabîdîn
- Cafer
- Mûsa
- Elîyê Rizayê Mûsa
- Mihemedê Takîyê Elî
- Elîyê Nakîyê Mihemed
- Hesenê Eskerê Elî Nakî
- Mihemedê Mehdîyê Hesenê Esker
Xêncî vê tê zanîn ku kelîmeyê tevhîd “La Îlahe Îllallah” di Erebî de 12 tîpe.
Di salnameya Çînîyan de jî em dîsa rastî reqema 12 tên. Gorî Salnameya Çînî 12 sewal ango heywanên pîroz hene:
- Salên Mişkan: 1936 1948 1960 1972 1984 1996 2008
- Salên Boxeyan: 1937 1949 1961 1973 1985 1997 2009
- Salên Pilingan: 1938 1950 1962 1974 1986 1998 2010
- Salên Kêvroşkan: 1939 1951 1963 1975 1987 1999 2011
- Salên Ejderhayan: 1940 1952 1964 1976 1988 2000 2012
- Salên Meran: 1941 1953 1965 1977 1989 2001 2013
- Salên Hespan: 1942 1954 1966 1978 1990 2002 2014
- Salên Beranan: 1943 1955 1967 1979 1991 2003 2015
- Salên Meymûnan: 1944 1956 1968 1980 1992 2004 2016
- Salên Dîkan: 1945 1957 1969 1981 1993 2005 2017
- Salên Kûçikan: 1946 1958 1970 1982 1994 2006 2018
- Salên Xinzîran: 1947 1959 1971 1983 1995 2007 2019
Ji bo temamkirina vê nivîsê ez di lêgerînên xwe yên li ser googlê de rastî ola Hîndûîzmê jî hatim. Bi saya vê lêgerînê ez hînbûm ku 12 xwendevanên Bûda hebûne.
Xêncî van Şovalyeyên Perestgehê 12 kesin. 12 derîyên Qûdûsê hene. Îmamê Şîîyan 12 hebin. Di zagona Romayê de 12 lewhe hene. Greka Antîk bi 12 dewletên bajaran ve ava bûye. Dîsa di mîtolojîya Grekan de 12 wezîfeyên Herakles hene ku divê pêk bîne. Yezdanê Misirê Horos wek Îsa di 12 salîya xwe de bûye mamoste. Di xirabeyên Girê Mirazan de ku di sala 2018an de li Rihayê hatîye dîtin de 12 kevirin tîkbûyî hene. Û di alaya Yekitîya Avrûpayê de 12 stêrk hene ku wek agahîyek dawî yê bala min kişandîye pêşkeşî we dikim.
Wekî ku zanyarê fezayê ya NASAyê Carl Sagan gotîye: “Ez naxwazim bawer bikim, dixwazim bizanibim.”
Ez dibêm nehênîya hejmera 12 tesadûf nebe lihevanîn e.
Çavkanî:
penceretv.com
graphistik.com
astrotap.net
onedio.com