Îro Cejna Newrozê ya 2638emîn e. Cejna Newroz li geli Kurdistanê û li hemû gelên bindest piroz be.

Cejna Newroz her sal di 21 ê Adarê li Kurdistan û li hemu Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Ev Cejn ji bo Kurdan cejna Azadbûne ye, ji bo gelek gelên aryanî cejneke destpêka salek nû, Cejneke bo dilgeşîya hatina Baharê ye.

Di sala 2010 da Komcivîna komên hevgirtî ya 64emîn (Beschluss der 64. Generalversammlung der Vereinten Nationen als Internationaler Nouruz-Tag) da „Roja – Newrozê – navnetewayîhate naskirin. Di vê Nasnamê da çiqas bibêjin Newroz Cejna Baharê be jî, miletê Kurd wê bi çavekî „Cejna Azadîya “ dibînin.

Newrozê tu Newroza me

Tu nîşana azadîye

Pîroz bibî her sersalan

Li şoreşa Kurdistanê

Mitolojîya Newrozê:

Renjberek hebûye navê wî Dehak (Dehok) buye, jê ra gotine Dehakê Tazî, ji ber ku li deyşt û zozanan jîya ye û xencî pez û Hespan tiştekî wî tunebûye. Rojekî Ehreman wî dixapîne, û nerindîyê, fesadîyê, xayînti û caştîyê dike nava dilê wî. Dema kû Ehreman wî hemêz dike û sermilên wi radimûse, dawîya vê Ramûsandinê li sermilên Dehak du heb Mar (birîn) dertên, Dehak çiqas wana jêdike, dîsa ewan nûva dertên. Ew dem Ehreman bi şiklekî Pizijkî (Doktor) tê cem Dehak û dibêje: „ev birînên te tenê bi mêjûyên zarokan pak dibe. Giringeye ku tu her roj du zarokan bikujî û mêjîyên wan wek derman bi kar bînî“. Dehak li ser vê gotinê emir dide, her roj du zarok tên kuştin û mêjîyên wan dibe dermanê milên dehak.

Dema Deqak hate ser text

Kurdistan kir gola xwînê

Mêjîyên serê Keç û xortan

Dibû derman bo Marên ser milan

Van zordaran bindest kirin

Hemû gelên Kurdistanê

Du heb xulêmen wî, Navê wan Ermayîl û Kermayîl in, Gunê wan bi van zarokan tên. her roj dewsa zarokekî mihekî serjê dikin, û zarokekî dişînin serê cîyan. Ewana li wir dijîn û li hev zêde dibin. Vê demê da Hesinkarek bi navê Kawa hebûye, ji 18 Zarokên wî 17 zarok dibin dermanê Dehak, Kawa zoroka xwe ya 18an nade û li dijî vê sîstema Dehak radibe, pêştemala xwe li serê darê xwe va girêdide, û Banga Serhildanê dike. Gel li pey Kava dibe yek û dirêjî saraya Dehak dikin. Bi vê serhildana 21ê Adarê Dehak tê Kuştin. Gel Agirê Gur dadidin, peyamê didin herderî, li sêrê Çîyan bi rojan Agir tê dadan, agirê Azadîye. Azadî li nav Gelan tê pîrozkirin… (Bir Kurd Destani ŞAHNAME / Kamil Kadir).

Kawa derket wek ronahî

Gazîkir bo tekoşînê

Gelên bindest gîhandin hev

Şoreş darxist dijî dehak

Azadî anî nav Kurdistan

Şadî çêbû nava Gelan

Nach oben scrollen