Nobedarê Nûjen: Celîlê Celîl
Pro. Celîlê Celîl

Nobedarê Nûjen: Celîlê Celîl

Nobedarê Nûjen: Celîlê Celîl

Wek tê zanîn Wien paytaxta mûzîka klasîk e. Bayê mûzíka klasîk li vê derê rihê meriv sivik dike. Guhdarên xwe hildide li ser ewran tele tel digerîne, di nav dewlemedîya hisîyan de ditevizîne.  Dilê însan geş, serê meriva gêj dike, kêfa mezin û cahila, jin û mêra, xort û xamayan şên û şa dike. Bi taybetî Mozart yek ji wan e û hêjayê pesna ye. Lê Haydn, Schubert, Mahler jî bestekarê herî bi serketî ya vê bajarî ne. Û bêguman Freud, ku behsa Wîen dibe navek serketî ye ku tê hişa ne.

Em di zivistanek sar de ji sûkên vê bajara bedew dertên, berê xwe didin bajaroka Eichgraben ku Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl li wir in. Em hengî ji Wien dertên, ji nav gund û bajarokan derbas dibin, rastî berfê tên ku barîye û erd girtîye.

Em li ber derê baxçe disenin û li zîlê dixin. Bistek şûnda Celîlê Celîl xûya dibe, derî vedike û bi xwûşka xwe  Zîna Celîl ve me bi rûyek ken û bigermahî pêşwaz dike. Mamoste Celîl, piştî ku  Zîna bi me dide nasîn, paşê dizvire ser dikene, dibê; “ ev jî Êzdîne ha, lê qulibîne…”  Em tev bi hev re dikenin, ez bi xwe dibêm “mixabin rast e…”

Celîlê Celîl, serokê Pirtûkxaneya Casimê Celîl e. Casimê Celîl bav e. Di sala 1908an de hatîye dunyayê. Ronakbîrek baş, nivîskar û helbestvan e. Gelek xebatên xwe yên biqîmet hene. “Elegez” û “Roja Min” pirtûkên xwe yên sereke ne ku behsa jîyana Kurdên Ermenîstanê û rola wan yên di şoreşa Ûris de dike. Casimê Celîl, di destpêka zivistana sala 1998an çûye ber emrê Xwedê.

Celîlê Celîl ku behsa bavê xwe dike, her bi pirtûka bibîr tîne, dibê; “bavê min her carî ji pirtûkên nû çapbûyî pênc heb distand, dianî, lê îro Kurd kirîna pirtûka wek bar ji xwe re dihesibînin, ew perê ku didin pirtûka wek pûç bûye dihesibînin” her wiha heyfa xwe tîne.  

Mamoste Celîl, ku bi destûra wî me jê re got Apê Celîl, di sala 1936an de li Erîvanê ji dayîk bûye. Dîrokzan, nivîskar û Kurdolog e. Di Zanîngeha Erîvanê û dîsa di Zanîngeha Oryantel ya Lenîn xwendî ye. Pisporê  serhildanên Kurda yên sedsala 19. ne.  Di sala 1963an de dixtorîya xwe hilda ye. Di navbera salên 1963 û 1993 de di Akademîya Zanîstî ya Ermenîstanê de xebitî ye. Di sala 1992an de ji Erîvanê derketîye, hatîye li Wienê cîhwar bûye. Di sala 2008an de li Eichgrabenê milk sitandîye û li ser, avahîya îro ku bûye pirtûkxane ava  kirîye. Avakirina pirtûkxanê du sal kişandîye û Apê Celîl di her qada avakirinê de hazir bûye. Jixwe projeya avahîyê jî ya wî bixwe ye. Di pirtûkxanê de bîst hezar kitêb û arşîva 235 kovar hene. Dibê “ev pirtûkxane, welat e.”

Apê Celîl niha li ser zargotina Kurda dixebite.  Bi birayê xwe yê fîlolog Ordixanê Celîl ve dest bi vî xebatê kirine. Piştî ku Ordixanê Celîl di sala 2007an de diçe ser dilovanîya xwe, Apê Celîl xebata zargotina Kurda bi tenê didomîne. Bi heman navî heta niha 13 cîlt wek çîrok, çîvanok, dilok, sêxiştî û heyranok çap bûne.

Apê Celîl me li pşrtûkxanê digerîne.  Pirtûkan nîşanê me dide, ji me re behsa nivîskaran dike, me di nav kovar û arşîvan digerîne. Di salona mezin ya pirtûkxanê de refên bilind û dirêj hene. Dîrok û edebîyata Kurda, meselok û çîrok,  bûyar û serpêhatî di wan refan de li ser hev civîyane. Kilamên dengbêjan ku Cemile Celîl berhev kiriye, bi noteyên xwe ve dîsa di refan de cîh girtine. Tev jî ji bo pêşeroja gel û ji lêkolîner û wêjehezin Kurdan re ye. Wekî ku bi xwe jî dibêje “tev milkê Kurda ye” ku li wir tên parastin.

Paşê me dibe oda xwe ya xebatê. Di dîwar de wêneyên şexsîyetên qedirbilind ku di warê hunerî, edebî û civakî de hizmetên giranbiha kirine, hene. Sûretên kesên wek Ebdulrizaq û Celadet Bedirxan, Ahmedê Xanî, Cigerxwîn, Şerefxan Bitlîsî, Husên Hûznî Mûkrîyanî, İsmaîl Beşîkçî, Şivan, Mele Mistefa, Yilmaz Güney û gelekên din li dîwar li me dinhêrin. Xêncî wan Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl û dîya wî yê rihmetî Xanim jî bi fotografên bedew dîwarê odeya xebatê dixemilînin.

Paşê em berjêrî qata jêr dibin. Li jêr salonek mezin heye. Ew jî dîsa bi arşîv, pirtûk, kovar û bi rojnameyan ve tijî ye. Ev salon wek salonek qonferansê ye. Em lê digerin. Li wir cîhê pêncî kesî heye ku bikaribin rûniştî lê bicivin. Li hember salonê quncikek xweş heye. Em diçin lê rûdinên. Zîna Celîl, mala wê ava be, ji me re çay û hin îkramên pê re amade kirîye. Em, çawa ku piçûkên mala li dora mezinên xwe kom dibin, wisa li cem  Apê Celîl cîh hildidin, çaya xwe vedixwin, bi baldarî guhê xwe didin Apê xwe.

Apê Celîl ji me re behsa malbata xwe dike, salixan dide. Çawa ku dibêje, malbata wan ji İntabê koç kirine çûne gundê Tendûrekê ku girêdayî Bazîdê ye.  Malbat ji ber hin sedeman ji wir jî koç dike diçe Qersê. Gava malbat li wir e şerê Osmanî û Ûrisan dertê. Di demajoya şer de malbat di salên 1877, 78an de ji wir jî bar dike diçe Erîvanê.

Her wiha em têdigîhîjin ku malbata Celîlîyan jî ji Sîpkîyên Êzdî ne û ji ber zext û zorê  li ser wan, wek malbatên din yên Êzdîyan mecbûr mane terka welat kirine.

Sohbeta me yê germ gelek didome. Em gelek agahîyên birûmet jê hildidin. Em jê têr nabin, destê me jê nabe. Lê idî dereng e, dema xatirxwazê ye. Gava em xatirê xwe jê dixwazin mîna ku em mezinek ji malbatê pey xwe bihêlin dilgerm dibin.

Pirtûkxaneya Casimê Celîl wek dibistanek e. Wekî ku Apê Celîl dibêje milk e, milkê me her kesî ye, welat e. Sazîyek netewî, berhem û nîmetek bixêr e ji me re. Derîyê wê ji her Kurdî re, ji herkesên ku hezkirîyê dîrok, wêje û çandê ye vekirî ye. Bi taybetî ji lêkolîneran re xêra Xwedê ye.

Divê em tim herin, ji destê kê çi tê bi her awayî dewlementir bikin. Documentan bibin; yên wejeyî, çandî û hunerî,  zargotin û meselokan, çîrok û kilaman ku tev jî berhemên me yên devkî ne, çi dikeve destê kê divê bibe li wir qeyd bike.

Ji ber ku li wir milkek çê bûye ji me re. Milk, meriv ku biparêze rizq e, ji pêşerojê re miraz e. Celîlê Celîl jî nobedare, nobedarek nûjen ya miraz û mîrata entelîjansîya Kurda ye.

Celîlê Celîl xwedîyê dora çil berhem û pirûken çapkirî ye. Di nav wan de bîst pirtûka bi Kurdî nivîsî ye. Pirtûkên wî wek Tirkî, Ûriskî, Erebî, Ermenkî û Soranî hatine wergerandin.

Berhemên xwe yên sereke wek li jêrê ne:

  • Serhildana Kurda di Sala 1880 – Weşanên Nauka Moscow 1966
  • Zargotina Kurda, Digel Ordîxanê Celîl – I, II, Weşana Nauka, Moscow, 1978
  • Jiyana Rewşenbirî û Siyasi ya Kurdan – Weşana Jîna Nû, 1985 
  • Çîrokên Kurdî – Weşana Nauka, Moscow, 1989.
  • Zargotina Kurdên Sûriyeyê, Digel Ahmet Omer û Ordîxanê Celîl – Weşana Jîna Nû, Uppsala, Sweden, 1989
  • Dastanên Kurdî, Digel Ordîxanê Celîl – Weşana Zêl, Stenbol, 1994 
  • Autobîografiya Ebdurrizaq Bedirxan – Weşana Havîbûn, 1999 
  • Dîwaro Te re Dibêjim Bûkê Tu Guhdar Be – Weşana Pêrî, Stenbol, 2000
  • Sîyapûş Seyfulmuluk – Weşana Avesta, Stenbol, 2000 
  • Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd – Înstîtuya Kurdzanîyê, Wîen, 2002 
  • Keşkûla Kurmancî (Sedsaliyên X – XX) Vienna, 2004



Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Dieser Beitrag hat einen Kommentar

Schreibe einen Kommentar