Seregola Intabê

Nûbihar û Antolojîya Dengbêjan
Weşanên Nûbihar, di sala 1992an de saz bûye, li ser çand, huner û edebîyata Kurdî, bi taybetî li ser bikaranîna ziman kar û barên baş û hizmetên giranbiha kirîye, hê niha jî dike. Ez dibêm salek piştî sazbûna weşanxanê, bi heman navî kovar derxistîye.
Di salên 90an de gava em li Zanîngeha Stenbolê xwendevan bûn kovara Nûbinar ber çevê me diket. Ji ber ku em çepger bûn, weşanên muhafazakar û edetparêz bala me nedikişand. Lê me didît ku Nûbiharê de tiştek din, tiştek nû heye û herwiha dilkêşîyek wê çidibû li ser me. Ez dikarim bêjim ku min di emrê xwe de, cara yekem bû ku kovarek oldar dişopand û dixwend.
Him ji alîyê ziman û bikaranîna Kurmancîyek paqiş, min kêf ji xwendinê hildida him jî ji alîyê naverok ve mijarê ku bala min dikişandin gelek bûn. Li ser çand, edebîyat û jîyana Kurdewarî gelek pencereyan vedikir û me digîhande taybetmendîyên kevneşop yên civak û miletê me.
Ez dibêm ev 27 sal e hê diweşe û bi vî awayî Nûbihar, li Tirkiyeyê kovara herî emirdirêj ya bi Kurdî ye. Ev jî, xêncî her tiştî, qezenç û biserketinek biqîmet e ji Kurmancîyê re.
Xêncî kovarê, weşanxane jî gelek jîrek e û berhemên ku bi rastî jî pêdivîyê me pê hene digihîne me. Yek ji wan bêguman Antolojîya Dengbêjan e.
Antolojîya Dengbêjan, di sala 2018an de wek du cild çap bûye. Cilda yekem li ser Reso, ya duyem jî li ser Şakiro ye. Herd cild jî bi lêkolîn û xebatên berhevkirina kilaman, yên Ömer Güneş û İbrahim Şahin ve pêk hatine. Ev nivîs wê li ser cilda li ser Şakiro bisene.
Di cilda duyem ya li ser Şakiro de bi giştî, 266 heb kilam hatine berhevkirin. Ji wan 35 kilam li ser serhildanê, 183 heb li ser evînîyê, 27 heb li ser şerê navxweyî, 18 heb li ser xwezayê û 3 heb jî destan hene. Çawa ku weşanxane dibêje, gelek ji wan kilaman cara yekemîn e ku derketîye holê.
Xebata berhevkirina kilaman û amadekarîya pirtûkê 10 sal kişandîye. Tê de him kurtejîyana Şakiro him jî kilamên ku gotîye yek bi yek hatîye nivîsandin. Di beşa kurtejîyan û dengbêjîya Şakiro de, herd nivîskar jî didin zanîn ku Şakiro dûajoyê ekola Evdalê Zeynikê, ya Ferzê û Mistefayê Xelê Heyran e. Lê şakiro di heman demê de terza xwe ya xweser jî ava kirîye.
Pirtûk bi pênc beşa serpêhatî ye: Di beşa yekem de kilamên serhildanê, ya duyem de kilamên evînîyê, ya sêyem de kilamên li ser şer û pevçûnên navxweyî, eşîrî, ya çarem kilamên xwezayê, raman û jîyanê û ya pêncem de jî jixwe sê heb destan hene.
Di nav kilamên serhildanê de, kilamên wek Ferzende û Xalis Beg, Kekê Xiyasedîn, Silêmanê Ahmed, Bavê Xalis Kekê Mexsê û Asyayê bal dikşînin.
Jixwe di nav yên evînîyê de kilamên li ser Esmer û Kewê, Emro, Qazê, Wey Dil yên sereke ne. Kilamên li ser şerê navxweyî de kilama Ferzê, Şerê Li Horîşanê, Metê, Şerê Mala Nêsir û Dêran yên herî naskirîne. Di beşa dawî de destana Dewrêşê Evdî, Keja Mîrê Palo û Salihê Kurê Mîrê Berêz û Hemê Mûsê hene.
Nivîskaran tenê gotinê kilaman nenivîsîne, di heman demê de, di derheqê kesên ku kilam li serin û cîhên ku lêbûne de, bi jêrenotan agahîyan dane, behsa kesayetan, gundan û bûyaran kirine. Rûpelên dawî ji wêneyan re hiştine. Bi piranî wêneyên Şakiro yên cûr be cûr hene. Lê kesên ku kilam li ser wan hatine gotin jî di nav wêneyan de cîn girtine. Evdilmecîd Beg, Ferzende Beg, Fesîhê Mihê, Keremê Qolaxasî, Seyîdxan, Tarxan Beg, Xalis Beg, Xalit Begê Cibirî, İhsan Nûrî û Yaşar Xanim, Şêx Seîd û wêneyên çend kesên din hene.
Wek me li jor jî got, berhemek bi qîmet e, li ser gelek ked heye û bi xebatek bêhnfireh e ku bi salan kişandîye, hatîye afirandin. Yek ji girîngîya wê yê din jî nivîsa gotinê kilama ye. Herwiha kilam idî ne winda dibin, ne tên jibîrkirin ne jî xirab dibin.
Berhemek bi serkerketî û balkêşe ku divê di kitêbxaneya herkesî de cîh hilda be.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext