Dengbêj û Tobedar: Nûroyê Meter

Dengbêj û Tobedar: Nûroyê Meter

Wek tê zanîn Serhed welatê dengbêja ne. Ji alîyê çand û hunerê de gelek dewlemend e. Her çiqas piranîya dewlemendîya xwe ji kevneşopîya dengbêjiyê hildide jî bi xwe re çîrokbêjî, rîtuelên şîn û şahîya jî xwedî kirîye, anîye gîhandîye nifşên nû. Lê dengbêjî çalakîya sereke ya çand û hunera Serhedê ye.

Gava ku behsa dengbêjîya Serhedê dibe bêguman “Sêlinga Gola Dengbêja” tê bîra her guhdarên kilama. Sêlinga Gola Dengbêja di navbera İntab(Dutax), Milazgir û Qereyazî de ye. Evdalê Zeynikê, Bedîhê Çavşûşe, Ferzê, Reso, Şakiro, Evselamê Koşkê, Mistefayê Xelê Heyran û gelekên din dengbêjên vî golî ne. Yek ji wan jî Nûroyê Meter e.

Nûroyê Meter, wek navê li ser ve kifşe ye, xelqê Meter e. Meter gundek ji gundên İntabê ye. Di waxtê xwe de gundek gelek mezin û giran bûye. Lê piştî koça van axirîyan ya ber bi bajar û heremên rojavaya Tirkîyeyê, ew jî ji terikandina gundîyan para xwe hildaye û hinek piçûk bûye, jar ketîye. Lê dîsa jî gorî gundên derûdoran, cînar û heremîyan em dikarên bêjin ku hê li ser xwe ye.

Meter, wek her gundên heremê debarîya xwe ya sereke bi cotkarîyê ve bi dest dixe. Lê xêncî cotkarîyê bi makîneyên mezin ve barkêşî jî tê kirin. Di nav gundên İntabê de barkêşî bi piranî bi Milan ve tê nasîn. Lê her çiqas qasî Milanê nebe jî, Meter û Koşk jî di vê karî de xûya dibin.

Nûro hetanî nîvsalîya emrê  xwe li gund dimîne. Gava hê li gund bûye digihîje hunera xwe û di xortanîya xwe de dest bi dengbêjîyê dike. Ew jî wek dengbêjên din yên heremê diçe dewat û dîlana, diçe nav cimaeta, dibe dengbêjê şevbihurka, dikeve lec û govendên dengbêja.

Wek tê zanîn dengbêjî bigiştî di şevbihurkan de icra bûye. Şevbihurk, bi taybetî di şevên dirêj yên zivistanan de,  him di dîwanên axa, beg û paşayan, him jî di cimaetên gundan de saz bûne û di wan şevbihurkan de carna dengbêj ketine lecê. Leca dengbêjan car hebûye sê çar rojan, car hebûye şeş heft rojan domandî ye. Di dîroka dengbêjîyê de du lecên ku en zehf tên zanîn û îro jî hê behs dibe, ya Evdalê Zeynikê û Gula File û dîsa ya Evdalê Zeynikê û Şêx Silê ye. Kilamên cûr be cûr yên li ser van herd leca hê jî tê gotin.

Bi gorî çavdêrîyên lêkolîneran, sê cureyên dengbêjan heye: Yek ji wan dengbêjên xelqê ne, ji nav xelqê derketine û bi xelqê re mane. Efsane, mîtolojî û serpêhatîyên xelqê gotine. Yê duyem, dengbêjên dîwanan bûne, dîwanên axa û began, mîr û paşayan de gotine. Cureya sêyem jî dengbêjên gerok in ku gund bi gund gerîyane.  

Nûroyê Meter yek ji dengbêjê xelqê ye, di cimaetên xelqê de cîh girtîye û serpêhatîyên lehengên xelqê di nav kilaman de gerandîye. Kilamên wek “Hewlo Siwar,” “Şerê İntabê,” “27 Mayis,” “Filîtê Kuto,” “Adil Beg,” “Sanîye Xanım,” “Şerek Çêbû Li Xanzirê” çend mînakên ji wanin.  

Nûroyê Meter bi huner û dengbêjîya xwe ve nav û denge xwe mezin dike û her wiha digihîje her guhdarê kilama. Bi vê awayî nav û dengê Nûroyê Meter ji sînorê İntabê dertê, li Agirîyê, Serhedê û temamî welat û heremên Kurmanca de belav dibe. Ew jî êdî wek Reso, Şakiro, Evselamê Koşkê, Elkerîmê Panosê, Mihemedê Panîyê, Nesoyê Zado, Mistefayê Xelê Heyran û wek gelek dengbêjên din, di dilê guhdarên kilaman de cîhê xwe dibine.

Bi piranî di salên 60, 70 û 80’an de dibe gula cimaetên Kurmanca û dîsa di wan salan da gelek kasetên teyîba li ber dengê wî tên dagirtin. Ew êdî ne tenê di cimaet û şevbihurkan de, di heman deme de bi kaset û şerîdan ve jî digihîje teyîbên ber serê guhdarên xwe.

Piştî salên 90’dan Nûro bi malbata xwe ve ji welat bar dike, wek gelek hemwelatî û hembajarîyan diçe li Stenbolê cîwar dibe. Piştî ku diçe Stenbolê mixabin dengbêjîyê diterikîne, dest bi xwendina îlahîyên olî dike.

Di destpêka demajoya jîyana Nûro ya li Stenbolê de, di jîyan, rih û remanên xwe de guhertinên bingeh peyda dibin. Bi guhertina wek kinc û beran, berdana rûyan û bi gotinên îlahîyan ve bi jîyanek û kesayetîyek nû ve bal dikşîne. Serbarî ser navê xwe yê ku li welatan pê tê naskirin jî diguhurîne. Bi xwe, bi dest û xwestina xwe “Nûroyê Meter” diterikîne, dibe “Mele Nûreddîn.”

Her wiha tenê nav naguhure, demajoya kalbûna xwe jî pê re diguhure û Mele Nûreddîn xwe wek “tobedar” peşkeş dike, di kasedên îlahîyan ve dertê pêşîya guhdaran.

Li ser kalbûn û guhertinên ku bi kalbûnê re tên gelek maqale, nivîs û xebatên zanîstî hene. Ev mijar di gelek berhemên wêjeyî de jî xwe daye der. Temaya hevpar ya van berhaman de kalbûn bi giranîya hestîyan, pêdivîya hezîya û jarbûna însana ye. Însan bi jarbûna kalbûnê ve gelek cara israr û biryarîyên xwe yên ku di xortanîyê de nişan daye diterikîne jî.  

Kalbûn di rojeva Shakespeare de jî hebûye. Shakespeare li ser jîyana Qral Lear ê ku bi kalbûne ve desthilatîyê xwe winda kirîye ve behsa kêmbûna însana ku di kalbûnê diqewime dike. Qral Lear çîrokek gelêrîye ku Shakespeare lihevanîye. Di çîrokê de Shakespeare, dide zanîn ku însan di kalbûnê de zanebûna xwe winda dike û ji feraseta xwe dibe. Qral Lear hingî kal dibe dikeve bin bandora hestîyan û her wiha bi du qîzên xwe yên mezin ve dixape. Qîzên wî bi mêrên xwe ve Qral ji text dixin û îqtîdarê jê distînin.

Em dikarin bibêjin ku Nûroyê Meter di demajoya xwe ya axirîya emrê xwe de desthilatîya huner û dengbêjîya xwe winda kirîye û ji textê xwe vekişîyaye. Em li vir bi zanîstî kelîma “vekişîyaye” bikartînin ji ber ku bi xwesteka xwe ve deste xwe ji dengbêjîyê kirîye. Jixwe ku ji sedemên dervayê xwe bûya, me yê bigota “ji text ketîye.” Lê naxêr neketîye, textê xwe terikandîye. Ku ne wisa bûya me îro dikaribû behsa dengbêjek herî mezin û nemir bikira.

Nûroyê Meter her çiqas li demajoya dengbêjîya xwe xwedî dernediket jî, guhdarên kilama û cimaetên dengbêja wê wî wek dengbêjek baş, biqîmet û serketî bi bîrbînin.

Nûroyê Meter di 9’ê Îlona 2020’an de ji ber pandemîya Covid 19 li Stenbolê jîyana xwe ji dest daye.  

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar