Seregola Intabê

Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis

Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis

Yûnanîyên qedîm, gava ku wê di cîhek nû de bicîh bûna, ji bo ku bikaribin xwe bi hêsanî biparêzin, bajar, pîrozgeh û mabedên xwe li ser tepeyên bilind ava dikirin. Her wiha ji wan bajaran re digotên „acropolis“ ku wateya xwe „bajarê jorê“ ye.

Piştî ku ew bajar mezin û bihêz dibin, di nav wan de pîrozgeh çêkirin dibe edet. Îro  ev kevneşehrê  bi navê Acropolîs tê nasîn, Acropolîsa Atîna’yê ye. Li ser tepeyek ku bilindahîya wê 270 metre ye ava bûye. Dirêjahîya serê tepeyê 310, bereya wê 140 metre ye û li ser erdek rast e.

Ehlîyên yekem, dora bajêr bi sûra dorpêç kirine û di nav de qela çêkirine.  Piştî wexta Acropolîsa Atîna’yê, ji hunera mîmarîya Yûnanîyan re bûye mînaka sereke. Gava meriv ji wir, ji Acropolis li Atîna’ya îro dinhêre, dikare him bînayên nû him jî yên kevn û antîk ku ketine nav hev bibîne.

Li Acropolîs xirabeyên mabet, pîrozgeh û bînayên antîk yên sereke Parthenon, Erekhtheion, Pîrozgeha Nike û derîyê Propyleia ye.

Parthenon:

Serdema baştirîn ya Acropolîs bi sîyasetmedar Perîkles ve destpê dike. Perîkles di sala BZ 447’an de, emrê çêkirina mabedek dide. Ji bo vî karî Pheidias wezifedar dike ku hostayek heykeltiraş bû ye. Di heman salî de Pheidias, bi İktinus, Mneksikles û Kallikrates ve, ku her yek wan cîgirê mîmaran bûne, dest bi kar dike. Ev her çar hosta, xwestine eserek wisa çêkin ku bi sedsalan bibe mînak ji dûajoyên wan re.

Parthenon, BZ 438’an avabûye û vebûye. Bi rastî jî bûye mabedek wisa ku bi sedsalan wek mînak maye û îlham daye her hostayan. Parhenon, bi dirêjaya xwe ve 75, bereya xwe 33 û bilindaya xwe ve 21.5 metre ye.

Erekhtheion:

Di navbera salên BZ 420-393’an de ava bûye û navê Qralê Atîna Erekhtheion hildaye. Edekhtheion, odeyek pîrozgehê ji xwe re xistîye ibadetxane.

Di nav pîrozgeh de ji bo qehreman û yezdanên din jî cîhên bi taybet hebûne. Erekhtheion, mînaka herî baş û serketî ya awaya Îyonî ye.

Awaya Îyonî navê xwe ji kolonîyên Îyonya’yê hildide ku medenîyetek Yûnanîyan e. Îyonya, BZ di sedsala 4’an de li başûrê Enedolê bûye. Taybetîya awaya Îyonî,  li ser sitûnên kevir, çêkirin û kolana dekoratîf û motîfa ne. Ew dekorên ku li sitûnan tên kolan, dişibên şeklê qoçên berana.

Pîrozgeha Nike:

Pîrozgeha en piçûk ya Acropolîs e. BZ 426’an de ava bûye. Bi hêykelên qabartma ve tê nasîn. Di waxtên berê de, di odeyek wê de hêykela Athena hebûye ku yezdanê zeka û hunerê ye.

Propyleia:

Derîyek mezin û şahane ya Acropolîs e. Li rojavayê bajêr e. Di navbera salên BZ 437-432’an de ji ali mîmar Mnesikles ve çêbûye. Tê gotin ku 2200 sal piştî çêkirina xwe, ji derîyê Brandenburg a li Berlînê re, bûye mînak.

Li ser derê Brandenburg, heykelek erebeyek şer heye. Çar hesp bi erebê ve girêdayîne. Li ser erebê jî yezdana şer Quadriga heye. Di destê Quadrînga de çelengek bi belgên zeytûnê ve çêbûye, ku nîşana aşîtîyê ye, heye.

Derîyê Brandenburg, di sala 1791’an de çêbûye. Nazî, ji xwe re wek sembol bikaranîne. Waxtê dûwarê Berlînê çêbûye, derî jî hatîye girtin. Piştî ku duwar hilşîyaye, derî jî vebûye.

Wek tê dîtin, mîmarè vê derîyê bi îhtîşam, di huner û hostatîya xwe de di bin bandora Propylela maye.

Din binpêşa Acropolîs de du tîyatro hene: Dionysos û Odeion. Odeion, Herodes Atticus daye çêkirinê. Jixwe li ber derî de heykela wî çikandine.

Tîyatroya Dionysos:

Navê Dionysos lêkirine ku yezdanê şerabê ye. BZ di sedsala 7’an de, hersal wexta bêdera şeraban de li ser navê Dionysos festîval û seremonî çêbûne, ayîn saz bûne, qurban pêşkeş kirine.

Piştî wexta, ev çalakî ji van ayîn û seremonîyên olî dûr ketine, bûne lîstikên ku bi pîvanên estetîk nirxîyane.

Di civaka Yûnanîyan de, sitranên Dithyrambos ku ji alî korokî ji bo pîrozkirina yezdanê bereket, şerap û hêşînahîyê, di şênahîyên Bacchanolia de dihate gotin, bû pêşenga tîyatroyê. Piştî salan xêncî koroyê, gava ku hin aktorên din jî dertên sahneyê, binhega tîyatroyê tê avîtin.

Tiyatroya Odeion:

Ji alî Romayîk dewlemend Herodes Atticus ve di sala BZ 161’an de tê çêkirin. Li başûrê Acopolîs e û têra hezar kesî ye. Îro hê tê bikaranîn, gelek çalakîyên hunerî li wir saz dibin.

Her wiha di dervayê Acropolîs de jî gelek cîh û warên dîrokî hene. Derîyê Hadrîan û Pîrozgeha Mûhteşem ya Zeûs du heb ji wan in.

Derîyê Hadrian:

Li ser navê Împaratorê Romayê Hadrian, di sala PZ 131’î de ava bûye. Niha di nav qelebalix û trafiqa metropal de, wek halê xwe yê ku ji zemanên qedîm tê, kê dizane wê hê çend esir wiha bimîne.

Nivîs