Seregola Intabê

Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda

Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda

Derhênerê Kurd Pêşeng Elî ku li Almanyayê wek koçber dimîne di Festîvala Fîlmên Kurt ya One Shot de xelata zêrîn hildaye.

Pêşeng Elî, çîroka xwe û hevalên xwe ya ku ji Kobanîyê koçî Almanyayê kirine kişandîye ser fîlmê û heta niha tev li Festîvala Max Ophuls Preîs Filmfestîval, Festîvala Fîlm ya Amsterdam Koerdisch û One Shot Kurzfilmfestival bûye.

Pêşeng Elî bi fîlma xwe yê “3 Roj” ku derhênerî kirîye di festîvala 2023 One Shot Kurzfilmfestival de ku li bajarê Saarbrucken ya Almanyayê de sazbûye, Xelata Lyonerê Zêr û 500 Euro qazanç kir.

Serguzeştîya koçberîya ber bi Almanyayê ya Pêşeng Elî wek gelek koçberan din 2015an de li Tirkîyeyê destpê kirîye.  Berê çûye Cezayîrê, ji wir çûye Fasê, ji Fasê çûye Malîyê, li wir qederek li qampek de maye paşê çûye Spanyayê, Parîsê û axirîyê de xwe gîhandîye Almanyayê.