Seregola Intabê

Pînokyo

Pînokyo

Rûpel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran. Dibêjin li welatekî dûr, bi navê Gepeto, hosteyekî pêlîstokan hebû. Rojekê cînarek Gepeto gazî wî dike û êzingekî ku dipeyive nîşanê wî dide. Gepeto jî wî êzingî ji cînarê xwe digire û diçe mala xwe…


Îja ji ber ku zarokên Gepeto tunebûne, ew dixwaze ji xwe re kûklayekî çêke û sebra
xwe pê bîne. Gepeto rûdinê, bi hunereke mezin, ji wî êzingî kurikekî kûkla çêdike û dibêje
ku navê wî bila bibe Pînokyo…


Pistî ku Pînokyo temam dibe, pozê wî bi carekê dirêj dibe. Gepeto pêşî şaş dimîne,
paşê jî li ser gelek dixebite heta ku dirêjbûna pozê Pînokyo disekinîne. Lê dîsa jî poz ji
pozê kesên din piçek dirêjtir dimîne.


piştî ku poz temam dibe, Pînokyo bi carekê xwe ji destê Gepeto difilitîne, diçe derî
vedike û banz dide diçe derva. Gepeto şaş û metel dimîne, dike hawar û bi dû Pînokyo  banz dide. Axirî wî digire û jê re dibêje:
–Heqê te ye ez guhên te bikşînim, sûmiyo!
Pînokyo jî jê re dibêje:
–Bi ser min de neqîre, aciz nebe, bavo!
Dema ku Gepeto gotina “bavo” dibihîze, pir kêfa wî tê,  dibêje:
–De haydê em herin malê, cilên te li te bikin, kurê min!
Pînokyo piştî ku cilên xwe li xwe dike, gazî dike dibêje:
–Bavo, ka li min binêre, ez bûm mîna zarokekî zindî !

Rûpel 2

Gepeto dibêje:

–Belkî rojekê, tu ê bi rastî jî bibî zarokekî zindî, kurê min. Lê belê zarokên zindî, divê
bi aqil bin, bi gotinên bavê xwe bikin û herin dibistanê.
–Ez ê ji sibe û şûn de herim dibistanê, bavo. Ez ê bixwînim, bi aqil bim, paşê jî aliyê
te bikim.
–Ev wê pir baş bûya helbet, lê ez ê çawa ji te re pirtûkan bikirim, nizanim.
Gepeto wiha dibêje, lê paşê fikrek tê bîra wî û radihije çakêta xwe, ji malê derdikeve
diçe.


Li derve hewa pir sar e û berf dibare. Gepeto pişgî seetekî bi pirtûkekî vedigere malê, lê çakêta wî tune li ser wî.
Pînokyo dipirse:
–Ka çakêta te bavo?
–Min ew firot kurê min. Ha ji te re, min ev pirtûk ji bo te kirî, dibêje Gepeto.


Îja Pînokyo bavê xwe maçî dike û jê re spas dike. Sibetirî Pînokyo bi kêfxweşî radibe diçe dibistanê. Lê belê dengê muzîka bandoyê ya li nêzî mala wan bala Pînokyo dikşîne û dibistan ji bîra wî diçe. Li derve konek hatiye danîn û tê de pêşaneke kûklayan heye. Pînokyo berê xwe dide konê û dixwaze li pêşanê temaşe bike. Lê belê bêletfiroş wî disekinîne dibêje:
–Ji bo bikevî hundir, divê tu bilêtekê bistînî, piçûko!
Pînokyo zûzûka diçe pirtûka xwe ya dibistanê difroşe û tê bi wî pereyî bilêteke
pêşanê distîne.

 

Li hundir, kûklayên piçûk û mezin li ser sehneyê tev bi hev re dileyzin. Dema ku Pînokyo dikeve hundir, yek ji wan kûklayan, ku navê wî Arloken e, gazî Pînokyo dike:
–Rojbaş hevalê delal! Were, tu jî tevlî me bibe, bileyze!
Pînokyo derdikeve ser sehneyê û tevî kûklayan hewl dide bireqise, lê hinek tevlîhevî
çêdibe. Ji ber vê yekê, şefê pêşanê, ku zilamekî qerase ye, bi dengê xwe yê qalind bi ser
Pînokyo de diqîre dibêje:
–Te pêşana me xirab kir. Ez ê te bişewitînim!
Arloken digirî dibêje:
–Na, na! Wî neşewitînin!

 

Rûpel 3

Pînokyo jî heta jê tê, diqîre dibêje:
–Bavo, hawar, hawar! Ez naxwazim bimirim.
Şef bi ecêbmayî ji Pînokyo dipirse dibêje:
–Bavê te heye ha?
Pînokyo dibêje:
–Erê. Navê wî Gepeto ye, ez pir jê hez dikim.
Şef dibêje:
–Madem malbata te heye, ez ê li te biborim. Lê di şûna te de ez ê Arloken bişewitînim, çimkî tu kesê wî tuneye. Pînokyo dîsa bi qîrîn dibêje:
–Na! Arloken neşewitînin. Temam, ez amade me, min bişewitînin.
Îja ji ber vê cesaret û dilrehmiya Pînokyo, şef biryarê dide ku ji wan herduyan jî bibore. Lê berî ku ew Pînokyo azad bike, jê re dibêje:
–De haydê vegere cem bavê xwe û êdî bibe kurekî biaqil. Ha ev pênc zêr jî, bila ji te re
bin. Pînokyo jê re spas dike, ji Arloken xatir dixwaze û rêya mala xwe digire.


Piştî demekê Pînokyo di rêya gund de rastî pişîkek çavxirab û roviyekî qop tê. Herdu silavê didin wî û dibêjin:
–Rojbaş, Pînokyo.
Pînokyo bi şaş û metel ji wan dipirse:
–Hûn navê min ji ku dizanin?
–Bavê te Gepeto, hevalê me ye. Me berî niha ew dît. Feqîro ji sermayê diricifî, lê qet
gazin nedikirin.
–Ew ji rûyê min cemidiye. Wî çakêta xwe ji bo min firotibû. Ez niha lez dikim herim malê ji bo ku van pênc zêrên xwe bidim wî, da ku ew jî ji xwe re çakêteke din bikire.
Rovî dibêje:
–Te got pênc zêr?
–Erê, pênc zêr!
–Ma tu naxwazî sed zêran bibî malê?

Rûpel 4

–Ma ev mumkun e?
Îcar pişîk ji Pînokyo re dibêje:
–Em ê te bibin zeviyekî bisihir. Eger tu li wir, piştî nîvê şevê, zêrên xwe biçînî, dareke
zêran wê li wir hêşîn bibe. Pînokyo bawerî bi wan tîne û ew her sê dikevin rê. Ew dimeşin dimeşin, heta ku digihîjin xanekî. Ew li wê xanê xwarina xwe dixwin û bêhna xwe vedidin. Paşê rovî ji Pînokyo re dibêje:
–Divê em niha herin heta cihekî, lê em ê dîsa vegerin. Tam nîvê şevê divê tu werî
derve û me bibînî. Dema dibe nîvê şevê, Pînokyo derdikeve derve ji bo wan bibîne, lê belê ne pişîk ne jî rovî li holê ne. Xwediyê xanê ji Pînokyo re dibêje ku rovî û pişîk ji xanê bi temamî veqetiyane çûne, ji ber wê yekê Pînokyo mecbûr e heqê xwarin û mayînê bide. Pînokyo zêrek derdixe dide xankar, zêrên xwe yên din jî di bin zimanê xwe de vedişêre û dikeve rê. Piştî çend deqeyên din, du rêbirên bi maske riya Pînokyo dibirin û yek jê dibêje:
–An jiyana te, an zêrên te!
Lê balkêş e, dengê vî rêbirî pir ecêb dişibe dengê wî roviyê qop. Pînokyo tevî ku pir
ditirse, lê cihê zêrên xwe ji wan re nabêje. Dawiyê, herdu rêbir bendekî dixin stuyê Pînokyo û wî bi darekê ve dadileqînin. Berî ji wir dûr bikevin jî, dibêjin:
–Heta ku tu cihê zêran ji me re nebêjî, tu ê wisa daleqandî bimînî. Heke na, tu ê bimirî. Êdî biryar a te ye. Em niha diçin, lê em ê di nêz de vegerin.
Piştî çûyîna wan, Pînokyo diqîre dibêje:
–Hawar hawar, werin min xilas bikin!
Îcar periyeke qenc ku li qesreke nêzî wir rûdine, bi dengê Pînokyo dibihîze û dilê wê
pê dişewite. Perî radibe kûçikek û hiloyekî bi hawara wî de dişîne. Kûçik û hilo digihîjin
cem Pînokyo, benê di stuyê wî de vedikin û wî dibin qesrê.


Perî ji Pînokyo dipirse ka çi hatiye serê wî. Îca Pînokyo hemû serpêhatiyên xwe ji
periyê re vedibêje, lê li ser cihê zêran derewan dike û dibêje ku zêr winda bûne.

Rûpel 5

Perî dibêje:
–Tu baş dizanî ku te ew winda kirine, Pînokyo?
Pînokyo dibêje “erê”! Îca ji niska ve pozê Pînokyo dirêj dibe. Ew li ser cihê zêran
derewên xwe çiqas didomîne, pozê wî hê dirêjtir dibe. Perî baş dizane ku Pînokyo derewan
dike.
–Dema tu derewan dikî pozê te dirêj dibe Pînokyo, tu dibînî, dibêje perî ji Pînokyo
re.
Îca Pînokyoyê feqîr ji ber serma xwe dest bi giriyê dike. Dilê periyê dîsa pê dişewite,
radibe du caran destên xwe li hev dixe û bi carekê gelek çivîk ji paceyê dikevin hundir. Dû
re perî ji Pînokyo re dibêje:
–Hêstirên xwe paqij bike, piçûko. Ev çivîk wê bi nikulên xwe pozê te wekî berê piçûk bikin. Lê divê êdî tu derewan nekî û soz bidî min ku tu ê bibî kurekî biaqil. Pînokyo pir li ber xwe dikeve, lêborîna xwe ji periyê dixwaze û dibêje:
–Ez soz didim te ku careke din ez ê derewan nekim. Û ez ê tu caran te ji bîr nekim. Dû re, perî çend zêran jî dide Pînokyo, ji bo ku ew wan ji Gepeto re bibe. Pînokyo xwe diavêje stuyê periyê, wê maçî dike û ji bo vegere mala xwe, ji qesrê derdikeve. Lê pir balkês e ku rovî û pişîk careke din derdikevin pêşîya wî. Pînokyo dibêje:
–Hûn çûn ku derê? Ez wê şevê mecbûr mam heqê xwarina we bidim xwediyê xanê.
Pişîk dibêje:
–Hela hela, çi ecêb e! Wî ji me re got ku tu nexwes ketiyî û tu ji xanê çûyî.
Pînokyo bêyî ku ji tiştekî gumanê bike, jê re dibêje:
–Wî xankarî rast negotiye. Bi şev, ji bo ku we bibînim, ez ê tam derketama derve ku xankar ji min heqê xwarinê xwest û min jî dayê. Dû re du rêbir hindik ma ji ber wan zêran min bikujin. Lê baş bû ku min ew xistibûn cihekî biewle û min ew nedan wan.
Îca roviyê qurnaz jê re dibêje:
–De wê çaxê em zû herin wî zeviyê bisihir.
Pînokyo dîsa ji wan bawer dike û bi wan re dikeve rê. Dema ku her sê digihîjin wî zeviyî, rovî û pişîk ji Pînokyo re vedibêjin ka ew ê zêrên xwe çawa bixe bin erdê û piştre
çawa avê bide wan. Berî ku herin jî rovî dibêje:

–Piştî çandina wan zêran, di nav saetekê de dar wê çêbe. Lê belê divê tu ne li cem darê
bî, divê tu dûrî vê derê bî. Piştî çêbûna darê, êdî tu dikarî vegerî vir.
Pînokyo ji wan re spas dike û wan çi gotibe her tişt pêk tîne, dû re jî ji wir dûr dikeve.

Rûpel 6

Pişrî demekê ew vedigere tê cihê ku diviyabû dar şîn hatibûya, lê feqîro ne darê dibîne, ne jî zêrên xwe. Îca Pînokyo fam dike ku rovî û pişîk lîstikek kirine û zêrên wî jê dizîne. Li ser vê yekê, Pînokyoyê belengaz bi herdu çavan rondikan dibarîne û pir xemgîn vedigere cem bavê xwe Gepeto. Dema ku ew li malê, her tiştên di serê wî re derbas bûne ji Gepeto re vedibêje, Gepeto wî digire hembêza xwe, maçî dike û pir kêfxweş dibe ku Pînokyo bi sax û selametî vegeriyaye cem wî.

Rûpel 7

Pistî ku Pînokyo vedigere malê, dora rojê dest bi dibistanê dike û bi hefteyan dibe şagirtekî pir jîr û jêhatî li dibistanê. Lê rojekê, hevalekî wî yê dibistanê, yê bi navê Karlo, ji Pînokyo re dibêje:
–Êvarê, ez ê tevî hevalên xwe herim Welatê Pêlîstokan. Li wê derê em dikarin li gorî dilê xwe bilîzin, paste û şekiran bixwin û li wir dibistan jî tune!
Pînokyo dibêje:
–Ez ji te bawer nakim!
Karlo dibêje:
–Wê çaxê nîvê şevê, were li koşeya kolanê bisekine û li min temase bike!
Tam nîvê şevê, Pînokyo bi dizîka ji malê derdikeve û diçe dîtina Karlo. Zêde derbas nabe, faytonek tijî zarok derdikeve tê û zarok bi qêrîn gazî Pînokyo û Karlo dikin:
–Haydê hûn jî bi me re werin Welatê Pêlîstokan.
Karlo li faytonê siwar dibe û destê xwe dirêjî Pînokyo dike, ji bo ku ew jî siwar bibe. Pînokyo pêşî dudilî dike, lê piştre sozên ku dabûn bavê xwe û periyê, dîsa ji bîra wî diçin û ew li faytonê siwar dibe.

Rûpel 8

Lê çi ecêbî ye ku heyşt kerên ku botên spî di piyên wan de ne, faytona zarokan dikişînin. Pînokyo meraq dike, serê xwe ji paceyê derdixe ji bo ku li wan baştir binêre û dibîne ku yek ji wan keran bi herdu çavan rondikan dibarîne.
Pînokyo ji ajokarê faytonê dipirse:
–Ev ker çima digirî?
Ajokar dibêje:
–Ew heywanekî ehmeq e, kurê min, tu lê nenêre. Ji ber ku tu li vir kêfê dikî û ew jî
dixebite, îca ew ji ber hesûdiya xwe digirî.
Dema ku fayton digihîje Welatê Pêlîstokan, Pînokyo û Karlo dinêrin ku hey lo lo, ew der cihekî wisa delal e ku meriv nikare di xeyala xwe de jî tiştekî wisa bibîne. Li wê derê cure cure lîstik û pêlîstok hene: Hespik û çember, top û balon, hêlekan û geredolab û gelek tiştên din… Bi sedan zarok li wê derê virda wêda baz didin û dilê wan çawa bixwaze dileyîzin.
Karlo ji Pînokyo re dibêje:
–Divê em li vê dere peyva dibistanê qet neynin ziman, heke na, ew ê me ji vir biqewirînin ha!
Pînokyo bi kêf dibêje:
–Temam baş e! De haydê em ji xwe re bilîzin !
Pînokyo û Karlo, bi qasî du hefteyan li gorî dilê xwe dilîzin û hetta Karlo êdî serê xwe
jî qet naso û qirêj dibe. Lê belê rojekê Pînokyo ji xew siyar dibe û ferq dike ku rûyê wî tev bi pirç bûye. Ew diçe li ber neynikê disekine, îca çi bibîne baş e! Dibîne ku du guhên keran di serê wî de derketine. Ew bi lezûbez baz dide cem Karlo, dibîne ku Karlo jî di eynî halî de ye. Demekê herdu zîq li rûyê hev dinêrin, paşê jî bi halê xwe dikenin û dikenin.
Karlo bi carekê disekine û gazî dike dibêje:
–Halê me pir komîk e Pînokyo, lê, lê, ez nikarim pista xwe rast bikim ! Hawar!
Lê belê halê Pînokyo ji yê wî ne baştir e. Îca herdu heval di demeke pir kurt de, bi
temamî vediguherin û dibin ker. Pînokyo û Karlo ji ber xemgîniyê dest bi giriyê dikin, lê belê girîna wan jî mîna zirîna keran e.

 

Rûpel 9

Îca ajovanê faytona zarokan pir bi kêf tê cem wan û ew Karlo difiroşe cotkarekî, Pînokyo jî dide hevalekî xwe yê rêvebirê sîrkê. Pînokyo ji aliyê antrenorê sîrkê ve heta ku hal pê re namîne, her roj tê perwerdekirin, ji bo ku Pînokyoyê ker karibe xwe di çembera agir re derbas bike. Lê dema ku Pînokyo pir diweste û nikare rabe ser xwe, antrenor dikeve ser wî, têra xwe li wî dide.


Rojekê, dema Pînokyo dîsa xwe di çember re derbas dike, dikeve erdê û piyekî wî dişkê. Îca ji ber ku ew êdî nikare di çember re derbas bibe, rêvebirê sîrkê wî difiroşe mirovekî din. Xwediyê nû yê Pînokyo benekî bi stûyê wî girê dide û wî dibe keviya deryayê. Pînokyoyê feqîr heta ber deryayê digirî, lê mêrik wî bernade û dema ku digihîjin keviyê jî, ew wî daf dide nava avê ji bo ku Pînokyoyê ker bixeniqe û ji çermê wî daholekê çêke. Pînokyo di nav avê de bi hemû hêza xwe hewl dide xwe, sobanî dike û tevî ku dizane jî ne layiqî alîkariya periya delal e, lê careke din gazî periyê dike. Dema ku perî hawara wî dibihîze, zûzûka sihirekê çêdike û Pînokyo di cih de dîsa dibe kûklayekî ji texte. Îca dema mêrik ben dikişîne, dibîne ku li şûna ker, kûklayek bi bendê wî ve girêdayî ye. Îca ew pir aciz dibe û ji Pînokyo re dibêje:
–Min ji bo çermê te bîst zêr xerc kirin. Lê madem tu bûyî texte, ez ê te wek êzingekî
bifiroşim!

Pînokyo fam dike ku nikare xwe zûbizû ji destê wî xilas bike, îca ew xwe dîsa diavêje deryayê û heta ku karibe, sobanî dike û pir dûr dikeve. Piştî demekê, pêlên deryayê wisa bilind dibin ku Pînokyo nabîne ku balînayeke pir mezin ber bi wî ve tê. Pînokyo bi carekê ferq dike ku ew ber bi devê wê masiya mezin ve diçe û dikeve devê wê. Ha wê çaxê masiya qerase, yanî balîna, devê xwe digire û Pînokyo dikeve zikê wê. Zikê balînayê jî wisa mezin e ku Pînokyo dibêje qey ew di nav şikefteke mezin de ye. Îca di zikê balînayê de text û hesin û bend jî hene. Tu nebê ew hemû bermahiyên kestiyekê ne ku balînayê hê nû ew daqurtandiye. Bi carekê Pînokyo ferq dike ku li aliyê dûvê balînayê ronahiyeke biçûk dibiriqe. Ew xwe nêzî wir dike û dibîne ku bavê wî Gepeto li maseyekê rûniştiye, tiştekî dinivîse. Kêfa Pînokyo gelek tê û bi qîrîn dibêje:

 

Rûpel 10

–Bavo! Tu li vê derê çi dikî?
Gepeto ji çavên xwe bawer nake û bi qîrîn dibêje:
–Kurê min! Bi rastî jî tu yî?
Pînokyo bi girîn xwe diavêje hembêza Gepeto û dibêje:
–Ez ê hew ji te veqetim bavo!… Lê belê çi bû, çi qewimî ku tu hatiyî vê derê?
Îcar Gepeto meseleya xwe vedibêje:
–piştî ku tu ji malê çûyî, ez li her derê, li te geriyam. Keştiya ku ez lê siwar bûbûm, ji ber bagerekê qelibî û min xwe di zikê vê balînayê de dît. Şansê min hebû ku wê ji keştiyê jî hin tist daqurtandibûn, bi saya wan min karî zikê xwe têr bikim û binivîsim.
Pînokyo dibêje:
–Divê em ji vir derkevin, bavo! Haydê em herin heta ber devê masiyê, pistî ku wê devê xwe vekir, em ê xwe biavêjin derve.
Lê belê Gepeto dibêje:
— Tu here xwe xilas bike, kurê min, min li vir bihêle! Ez nizanim sobanî bikim!
Pînokyo qebûl nake û dibêje:
–Ez ê te bigirim pista xwe bavo! Meraq neke, haydê were!
Îca ew herdu diçin ber devê balînayê û li ber diranên wê disekinin. Dema balîna devê xwe vedike, Pînokyo bavê xwe digire pişta xwe û xwe wisa diavêje derve, nava avê. Tevî ku Pînokyo pir diweste, lê heta keviya deryayê ew bavê xwe ji pista xwe danaxe. Gepeto jî wisa westiyaye, cemidiye û birçî bûye ku feqîro nikare rabe ser xwe. Pînokyo wî bi zorê dibe malê û wî dixe nav cihan. Lê mixabin li malê tu tist tuneye ku ew bixwin. Pînokyo radibe diçe cem cotkarekî û jê karekî dixwaze. Cotkar wî digire kar, lê belê ew ê di şûna kerê xwe de wî bixebitîne. Çimkî piyekî kerê cotkar şikestiye û ew dikule, êdî nikare bixebite. Pînokyo ji serê sibê heta nîvro, çerxa as digerîne da ku geniman bihêrîne. Her roj piştî kar, cotkar sîrê teze dide wî û ew jî qedehek sîr germ dike, dide bavê xwe Gepeto. Piştî nîvro jî, Pînokyo li cem Gepeto rûdinê, selikan çêdike, dibe bazaran difiroşe. Bi wî pereyî jî diçe ji bo bavê xwe xwarinê distîne.

Rûpel 11

Pînokyo her carê ji Gepeto dipirse:

–Tu xwe baştir hîs dikî bavo?
Gepeto bi dilxweşî bersivê didê:
–Erê kurê min, spas dikim. Ez xwe pir baş hîs dikim.
Rojekê, bazê qesra periyê tê, bi xemgînî ji Pînokyo re dibêje ku perî gelek nexweş ketiye û pereyê wê tuneye ku ji xwe re dermanan bikire.
Pînokyo ji baz re dibêje:
–Meraq neke, bazê delal! Ezê aliyê wê bikim. Min hinek pere ji bo rojên teng danîbûn aliyekî. Ha ji te re van pereyan jê re bibe û heta ku ew tam rehet bibe, rabe ser xwe, ezê her roj ji bo wê pereyan bidim te.

Baz wan pereyan digire û difire diçe cem periyê. Pînokyo êdî ji berê zûtir ji xew radibe diçe cem cotkar, karê xwe dike, heta nîvê şevê jî selikan çêdike. Tevî ku ew gelek diweste, lê dîsa jî ew pir kêfxweş e, ji ber ku bi vî rengî dikare alîkariyê bide wan kesên ku berê aliyê wî kiribûn. Pînokyo ha wisa her roj ji periyê re pere dişîne û hay ji bavê xwe dimîne. Şevekî, dema ku Pînokyo raketiye, di xewna xwe de periya qenc dibîne. Perî bi hêdîka ji Pînokyo re dibêje:
–Kurê min ê delal, ez niha gelek baş im. Ez hatim qenciya te bi xelat bikim. Pistî wan gotinan perî winda dibe. Dema ku Pînokyo ji xew radibe, di xwe de ecêbiyek ferq dike. Ew diçe di neynikê de li xwe dinêre û dibîne ku ew bûye zarokekî zindî, zarokekî rastîn. Û pozê wî jî piçûçik û delal bûye. Îca Pînokyo bi dilxweşî dibeze cem bavê xwe, dibêje:
–Bavo, ka li min binêre! Ez bûme kurekî rastîn.
Tiştê ecêb ew e ku Gepeto jî wê şevê guheriye. Ew bîst sal ciwantir bûye û bûye mêrekî xurt. Gepeto Pînokyo digire hembêza xwe û dibêje:
–Kurê min ê delal! Tu dibînî hewldanên te hatine bixelatkirin.
Pînokyoyê rastîn dibêje:
–Lê ka ew Pînokyoyê ji text çû ku derê bavo?
Pînokyo û Gepeto dinêrin ku Pînokyoyê ji text li koşeyekê, li ser kursiyekê rûnistiye.

 

Rûpel 12

Pînokyoyê rastîn ji xwe re dibêje:
–Ez çiqas bêaqil bûm berê! Lê ez niha pir kêfxweş im, ji ber ku ez kurê mirovekî ewqas qenc im.
Û Gepeto û Pînokyo jiyaneke dirêj û xwes bi hev re derbas dikin.

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran barîya…

 

Çîrok: Carlo Collodî