Poşmanîya Çivîkek

Poşmanîya Çivîkek

Hebû tunebû, çivîkek hebû. Çivîkekî bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt.

Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çivîk westiya li ser kelemek danî. Çima kelem di lingê wî re neçû!! Kelem gelekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firriya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çivîk çû li ser tendûrê danî, ji pîrê re got:

– Pîrê, kelemek ketiye lingê min, heke tu wî kelemê derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.

Pîrê got:

– Baş e!

Kelem derxist, avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê here malê, çivîk ji ser darê firriya hat got:

– Pîrê ez kelemê xwe dixwazim.

Pîrê got:

– Min kelemê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.

Çivîk got:

J imin re çi, ya divê tu kelemê min bidî yan jî ez ji dêwsa wî ve heft nanan ji te dixwazim.

Pîrê got:

– Eman, yeman çivîko wiha neke. Ma ne te kelem da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.

Kir nekir, çivîk ji ya xwe nehat xwarê, got:

– Yan kelemê min yan jî heft nan!

Pîrê mecbûr heft nan dan çivîkê.

Çivîk heft nanên xwe hilda firriya çû çû, dît ku şivanek li per pez e. Şivan şîr dotîye tasa şivan, ji bişkulan paqiş dike, dike ku vebixwe. Çivîk çû li ser berekî ber şivan danît got:

– Şivano, a ji te re heft nan. Hûrke şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike!

Kêfa şivan hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivan got Oxx! Elhamdulîllah!, çivîk firriya hat li ber şivan dani û got:

– Ka nanê min?
Şivan şaş ma, got:

– Min nanên te hûrê şîr kir û xwar!

Çivîk got:

– Na, ez nanê xwe dixwazim. Yan tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan…

Şivan got:

– Eman, yeman çivîko wiha neke.

Kir nekir, çivîk ji ya xwe nehat xwarê, got:

– Yan heft nan, yan jî heft beran!
Şivan mecbûr heft beran girt da çivîkê.
Çivîk heft beranên xwe hilda firriya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin û têxin xwarina dawetê. Çivîk çû li ser dara ber mala dawetê danî, got:

– Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe!

Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn çivîk firriya hat got:

– Kanê heft beranên min bidin min!

Xwediyê dawetê got:

– Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.

Çivîk got:

– Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûnê heft beranên min bidin min, yan jî ez bûkê dixwazim.

Gotin:

– Eman, yeman çivîko wiha meke!

Kirin nekirin, çivîk ji ya xwe nehat xwarê:

– Yan heft beranên min yan jî bûk…

Mecbûr bûk dan çivîkê. Çivîk bûka xwe girt, firriya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê çivîk bijiya tûtûkê, çû got:

– Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin!

Kêfa berxvanî hat got:

– Lê çawa?

Çivîk bûkê da berxvan û rakir tûtûka wî firriya çû çû li ser zinarekî danî. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:

– Tû, tûûû,

min kelemek xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!

Gava çivîk wiha got, dina xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu feyde nedida wî. Careke din tûtûka xwe xist devê xwe, got:

– Tû, tûûû,
min kelemê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!

Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li kevir da, perçe perçe kir, avît. Dest vala firîya çû çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi kû de çû…

Çîroka min li dîyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

Nivîs