Seregola Intabê

Prometheûsa Rojhilatê: Kawa

Prometheûsa Rojhilatê: Kawa

Wek tê zanîn mîtolojî çirok û destanên gelan e. Leheng bi pranî yezdan, kesên esilzade, mêrxas û rûdanên metafîzîkî ne. Mîtolojî di derheqê serpêhatî, bawerî, çand û kevneşopên gelen de fikir dide dîroknasan. Dîroknas mîtan analîz dikin û di derbarê serdemên dîrokî de agahîyan berhev dikin. Mît (Mythen) bi devkî û nivîskî ne. Yên Kurdan bigiştî jixwe devkî ne. Şaristanîya Grek a antîk bi dewlemedîya mîtên nivîskî tijî ne.

Têkiliya olan û mîtan jî gelek in. Mît behs û şîroveya kesayetî û bûyerên metafîzîkî dikin. Di dîroka şaristanîyan de xûyaye ku gel xwestek, hêvî, tirs û bawerîyên xwe bi mîtan anîne ziman. Helbet ji hev hildane jî lê her civak û şaristanî mîtan gorî bawerî û nêrînên xwe guhertine. Pirraniya kesayetî û bûyerên olî mît in. Peyva efsane jî di heman wateyê de ye. Kurd jî xwedî gelek mîtan e. Efsaneya Gilgamêş, Şahmeran û Kawa yên herî navdar in.  

Kawa Kê ye

Di mîtolojîya gelên Rohilatê  de Kawa, hesinker e û li hember Dehaq ê Qralê Asûrîyan de pêşengtîya serhildana gel kirîye, Dehaq kuştîye û gel rizgar kirîye.

Ev mîtolojî di Şehname ya Fîrdevsî yê şaîrê Farisan de jî derbas bûye. Gelên Rojhilatê roja kuştina Dehaq wek cejna Newrozê qebûl dikin. Di çavkanîyan de xûya ye ku koka Newrozê heta Gutîyan diçe. Di waxtê Gutîyan de cejnek wek Newrozê, bi navê Zagmûk hebûye. Ji ber ku Zagmûk di bawerîya Zerdûştî de cîh girtîye, dibe kevnoşapek û tê digihîje Hûrrîyan, Kasîdan, Mîtanîyan, Ûrartû û Medan. Loma dikare bê gotin ku Kawa lehengê mîtolojîya gelên tevahîya Rojhilatê ye.

Mîtolojîya Kawa

Di zemanê berê de yezdanek bi navê Zervan hebûye. Du kurê wî çêdibin, navê yekî Ahûra Mazda, yê din jî Ahrîman bûye. Ahûra Mazda wateya bereket û ronahîyê, Ahrîman jî yê xirabî û xelayê bûye. Li ser erdê pîroz  yê ku di navbera çemê Firat û Dîcleyê de ye, Ahûra Mazda û Ahreman tim li dijê hev bûne.

Ahûra Mazda, ji bo ku xwe temsîl bike Zerdeşt dişîne û dilê wî bi hezîyan dadigre. Zerdeşt jî kur û qîzên xwe dîyarîyê Ahûra Mazda dike. Ahrîman dexesîyê dike û her wiha bi başan re dest bi şerê ku wê bi sedsalan bidome dike. Welatê Medyayê ji yên baş û  dûajoyên Zerdeştîyan re dixe cehenem. Carna ji asîmanan agir dibarîne, carna bager û bahozan radike û zulm li başa dike. Di axirîyê de jehra rikberî û xirabîyê derbasî mêjîyê Dehaqê dike û ewî dixe belayê serê Asûrî û Medîyan.  Dehaq xêncî xirabîyê tiştek nizane. Hingî xûna xelqê dimêje, jehra di mêjîyê wî de dibe ûr, ewî dixe nav pençê nexweşîyek giran. Dehaq bi êş û kulincên zexm ve dikeve nav ciha û ji nexweşîya wî re ti çare nayê dîtin. Dixtorên wê waxtê, pêşnîyar dikin ku ji bo êşa wî kêm û qenc be  mejîyên zar û xortan li  birînê bixin. Herwiha di welatê Kurdan de qirkirinek ku wê bi salan dewam bike destpêdike.

Her roj  du zarok bi zorê ji dê û bavê wan  distînin, serê wan serjê dikin û mêjîyê wan li birîna Dehaq dixin. Hingî ku xort qetil dibin xelqê Medan, delavê Firat û Dîcle, deşta Mezopotamya perîşan û belengaz dibe, xelq bêçare û bêhêz dimîne. Her wiha rojek dor tê kurê Kawa yê en piçûk, jixwe heft kurê xwe daye, eva êdî ya dawîyê ye.   

Kawa di şeva 20ê Adarê de ji bo ku kurê xwe yê dawî çawa ji destê Dehaq rizgar bike diponije. Di qata heftan yê ezmanan de nûnerê başî û qencîyê Ahûra Mazda bi neçarîya Kawa dihise û tê hawarîya wî. Dilê Kawa bi hezî û hêvî dadigre, hêz dide zendê wî û ronahî dide aqilê wî.  Rêya rizgarîya ji Dehaq nîşan dide. Di 21ê Adarê de Kawa kurê xwe hildide cem xwe, bi qesta ku wê kurê xwe bi destê xwe teslîm bike, diçe Qesra Dehaqê. Gava ku kurê xwe derdixe hizûra Dehaq, bi gurzê ku bi xwe re anîye ve li serê Dehaq dixe. Gava ku bedena mirî ya Dehaq dikeve ber lingê Kawa li Nîvovayê agirê xirabîyê ditemire. Di demek kurt de xelqê Nînovahê serîhildidin û meşaleyên agir vedixin ber bi qesrê dimeşin. Ew meşaleyan dibin sembola azadîyê. Xelq li serê çîyan de agira vêdixe û rizgarîya ji Dehaq pîroz dike. Coşa rizgarîyê bi rojan didome. Herwiha 21ê Adarê dibe cejna rizgarîya gelên Rojhilatê. Kawa dibe lehengê serhildanê.

Di hin çavkanîyên din de ev mîtolojî bi hin cihêrengîyên piçûk ve tê gotin. Gorî wan çavkanîyên cihê Kawa ji ber ku hesenkar e û çekan çêdike, ji wan hinek çekan bi dizî li zelqê belav dike û tevdîra serhildanê amade dike. Dîsa di heman çavkanîyên cihêrengn de, tê gotin ku gunê celadan bi zarên ku ji bo serjêkirinê tînin cem wan tê. Ew jer roj ji du zarokan yekî biveşarî azad dikin, dewsa wan de mêjîyê pezan dişînin bo birîna Dehaq. Ew zarokên ku azad dibin jî diçin çîyan de xwe vedişêrin.  

Hevparîyên Prometheûs û Kawa

Di mîtolojîya Grekan de Prometheûs yezdanek baş e û ji cisnê tîtana ye. Wateya navê xwe “pêş de zane” ye. Gorî hozan Hesîodos kurê Lapetos û Klymene ye. Afirandinêra însana û yê agir daye wan e. Yezdanek biaqil e û vê taybetîya xwe li hember Zeûs bikartîne. Helbet ji bo ku însan afirandîye û agir, aqil û zanîstî daye ji alî Zeûs ve tê cezakirin. Lê ceza û zextên Zeûs rê li ber azadî û rizgarîha însan negirtîye.

Prometheûs û Kawa bi rol û kirinên xwe yên li hember zulm û zora tîtan, qral û zordara dişibin hev. Herd leheng jî piştgir û alikarên însana ne. Prometheûs jixwe yezdan e lê neheqî û zextîyên Zeûs yên li ser însana qebûl nekirîye, her tim mêla wan kirîye. Agir ji ji Çîyayê Olympos, ji Zeûs û yezdanan dizîye, daye însana. Însan li ser rûyê erdê ancax bi bikaranîna agir ve li ser pê maye, heyînîya xwe paraztîye û bihêz maye.

Kawa jî bi heman armancê tevgerîyaye. Ew li hember zulma Dehaq serîhilda ye û bûye mînak û pêşenga gel û herwiha bûye sedemû rizgarîyê. Prometheûs agir daye, însan li ser rûyê dinyayê bi saya agirê Prometheûs jîyaye, Kawa jî çek daye  xelqê û her wiha li hember zor û zulma Dehaq xweparastin û rizgarîyê bidest xistîye.

Wek di van herd mîtan de jî xûyaye ku serdestî û bindestî, heqî û neheqî, qencî û xirabî li her der û demê dinyayê peydaye û ketin û rabûna halê dinê, her bi heman deng û rengî ye. Ev hemanî û hevparî him ketine qeydê şaristanîyên Rojhilatê him jî yên Rojavayê.

Dibêjin qedera benîadem e, jîyan li ser rûyê dinê ti car xwerû biaram nebûye. Însan di qalibê tengasîyan de afirîye, geh li jorê bûye geh li jêrê, lê her tim xwedî hêvî û lehengan bûye. Ev hevî carna bi çîrok, efsane û mîtolojîyan ve carna di qewl, mizginî û bawerîyê olan de xwe dane der. Helbet her tim bi leheg û rêberan ve…

Nivîs