Qaçax

Qaçax

Navê gundê me Suphan e. Gundek ji gundên li ser  Bazîdê ye. Li gundê me jîyan,  piştî ku ro diçû ava destpêdikir. Ez heyşt salî bûm û tim di heyşt salîya xwe de dimam. Min nedixwest ew zara li ser sînoran mezin bibe…

Keķê min qaçaxçî bû, qaçaxçîyek li ser sînoran, nenasê xetê welatan bû. Wexta tarî dikete erdê, hêvîyên xwe dixiste xurcê xwe, diçû. Di xurcê ku tê de xemgînî qet xalî nedibûn de, cîhê hêvîyan jî hebûn bêguman.

Ez zarek heyşt salî bûm, lê bi xemgînîyek weke yekî heyştê salîyek, li benda kekê xwe dimam. Carna bi roja nedihat. Min meraq dikir, xemgîn dibûm. Min bêrîya wî dikir, lê divê min neda der. Ji ber ku divê meriv bêrîya qaçaxçîyan neke, li benda wan nemîne. Jixwe qaçaxçî jî bi helalîyê ve ji mal derdiketin, li sînoran diketin.

Çaya tema devê min, titûna ber bêhna min û nasên li der û dorên min, herkes, hertişt qaçax bû. Evîn jî her wiha; nêrîn û kenên xwerû, wek paqijîya zarek piçûk, wek berfa bêleke ya serê Çîyayê Agirîyê bû.

Mêvanên me dihatin di nîvê şevan de. Tebaqayên titûnê li nav xwe de digerandin. Min di navbera derîyan de li wan dinhêrî bi şermezarî. Çîrokên rêtandinên dewrîyan digotin ji hev re, pê dekenîyan û laqirdîyan dikirin. Paşê, xemginîyek giran û kûr dimelisî li ser wan…  

Kekê min dîsa hatibû. Min, ewî di tarîya şevek de, di bin ronahîya hîvê de rêwî kiribû. Hinek pêş de hevalên wî hebûn, li benda wî bûn. Di nav çenga wî de cixare hebû, gava ku dikişand ronahîyek zirav direşîya ser rûyê wî yê bi hestû. Çavên wî dibiriqîn. Di şevên wihan de sitêrk di çavên qaçaxçîyan de kom dibin. Û ez hê zarokek heyşt salî bûm, bi wan sitêrkan dihisîyam û min wan dijbart. Weke şev û rojên bêyî kekê xwe…

Navê kekê min Rohat e. Wek navê xwe, rûyên xwe jî bi ronahî ye. Min ronî dikir, ji min re dibû hêvî û gumana pêşerojê… Gava ew dihat min digot “ro hat.” Min bi gazî û bi şahî, bi lezûbez pêşvazîya wî dikir.  Rohatê ku ji qaçaxîyê dihat, ji min re tim şekerê Îranê dianî, ev êdî bibû qayîdeyek. Şekirê para min yên Îranê, qayîdeyek ku divê nehata binpêkirin bû…

Kekê min niha di hepsê de ne. Li ser sînoran ketîye defikê. Ew pîsporê şevan bû, rêberê wî sitêrk bûn. Ba hevaltîya wî dikir di şevên zor de, xwîdana wî sar dikir, dilxweş û rihet dikir. Gava diçû ser mayîna pir bi balkêş bûye. Rojek ji hevalek xwe re gotîye;

“Gava ez têm ser van mayînan, hezkirîyên min tên ber çavên min. Ez dibêm qey, ewê pê li mayîna bike ez nînim, ewin.”

Jixwe mayînek ku li ser biteqîya wê her çiqas lingê wî parçe bikira jî, lê wê li nav dilê me de biteqîya. Xwedêkirî tiştek nebû. Lê kete defikê. Heyal û xwezîyên me, bûn dîlgirtên îxbarkarek bêbav.

Min naşînine qaçaxîyê, dibên “tu piçûkî.” Gelo niha kê li şiverêya ku kekê min vekirîye de derbas dibe, ew mayînên ku wî pê lê nekirîye, devê xwe vekirine lê benda kê ne, devrîye gelo niha li pey kê ye di tarîya cehnemê de?

Ew qaçaxçîyê ku tarîyên şevan diqelişand, niha di derê hepsê de ye. Xwe li ser ranzayê dirêj kirîye, dilê xwe berdaye ser sînoran. Di hişê xwe de evîna xwe heye. Li deşta Rihayê dîtîye, pêketîye, her wisa maye…

Îro roja hevdîtinê bû, em çûn dîtinaya wî. Ew kekê ku zorê dida sînoran, ewê ku di navbera du welatan de her diçû û dihat, niha di tengasîya neh gavan de maye. Ewê ku li Îranê, Tûranê hilnedihat, çawa li kabîna hevdîtinê de hilhatîye?.. Porê wî kur kiribûn. Halbûkî porê wî ber şehê bayê bû. Hesrata xwe diqirîya ser gelîyan, evîna xwe bi barûd dinivîsî ser keviran, ser çilûçîyayên ber rêyên qaçaxan…

Dîsa nêrînek wî yê qaçax heye. Dizanim, gelek bêrîya min kirîye lê nabêje. Ji ber ku bêrî li qaçaxçîyan nayê, loma hesreta wan jî qaçax e.

Heyy kek Rohat… Tu li nav çar dîwaran de mehpûs, ez li ser sînoran de… Berde hesreta dilê xwe… Bihêle bra bêje zimanê te, biqîre bêrîyên xwe… Nebê nedîtîya ha, hêsîrên te yên qaçax yên li ser nêrînên kaçax. Lê ji kesî re nabêjim, xem neke. Dizanim, qaçax nagirîn….

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar